بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Êvarbaş, Li cem te dibe şev be.. Ji bo vê yekê jî Ji te re bibêjim "Şevbaş" jî dibe. Tiştek li bala min dikêşe... Tu dibêjî "Ez zimanê Kurdî nizanim" û "ez hatim helandin"... Tu naxwazi vî zimanî jî fêrbibî.. Ev jî mafê te ye.. Gellek kurdên me ên wekî te hene.. Zimanê hemû dinyayê fêr dibin, lê uek peyîv ji zimanê xwe nizanin.. Her tim beşek ji van hevalan qala hesta xwe a netewî dikin... Carûcar hesta xwe wisa bilind nîşan didin ku te bibêjî hemû tiştên Kurdewarîyê bê ziman jî tê digihîjin.. Ev yeka hanê jêhatî û zîraktîyeke nedîtî û nebînî ye.. Herkes vê yekê jî nikare.. Ewqas jî asan nîne.. Lê tu bêziman çawa dizanî "Zimanên Kurd" hene.. We kijan şîroveyên zanistî kirin?... We çend lêkolîn liser zimanê Kurdî kirin ku hun gihîştin we bawerîyê ku zimanê Kurdî tune "zimanên Kurdî" hene.. Wele aferîn bê ziman hesta we netewî bilind e, bê ziman hun "Zimanên kurdan" keşifdikin.. Hun çawa vê yekê dikin brayê min..? Ev yeka hanê şoreşeke !!!! Hemû dinya dikarin li beramberî vî hunerê we şaş û metel bibin.. Sipas Şevbaş

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.