[b]Roj baş...[/b]
- Nivîskarê hêja Goran Candan pirtûka Heciyê Cindî dide danasîn û li ser malbata wî zaniyariyên hêja dide.
- Rêzeanalîza "Pirtûkên bijarte" didome. Fermo beşa 2:ê...
Silav û rêz
[i]Zarathustra News[/i]
[size=large][b][center]* * *[/center][/b][/size]
[img]http://imageupload.com/out.php/i119950_besikci.aydin.jpg[/img]
[i]Pirtûkên bijarte -2-[/i]
Xwendina pirtûkan ji min re ne hobî ye. Nexweşî ye. Ez evîndarê xwendina pirtûkan, ew jî hevalên tenêbûnê û xezîneyên manewî ne. Hejmarek pirtûkên hilbijarte hene ku li ber destê min in. Ez hemalê wan, ew jî derdê min dikşînin. Ez dixwazim di vê rêzenivîsê de, li ser wan pirtûkan kûr bibim.
[color=#990000][b][i]Berhema sedsala me ya Dr. Beşikçî:[/i][/b]
[b]Çend dîtin li ser rewşenbîrên Kurdan[/b][/color]
[b]Gabar Çiyan[/b]
Berhema “Kürt Aydını Üzerinde Düşünceler“, ji Dîtinên Dr. Ismail Beşikçî li ser ronakbîrên Kurdan pêk tê.
Xebata wî ji ronakbîrên kurdan re kitêbek pîroz e. Neynik e. Lewma divê eşkere bê zimên ku, kurteanalîzek wisa têr nake ku mezinbûna xebata Dr. Beşikçi derxîne holê. Beşîkçî di vê xebatê de, li ser nexweşiyên ronakbîrên kurdan kur dibe. Wan eşkere dike. Dermanê wê nîşanî mirov dide.
Dr. Beşikçi şoreşgeriya me rexne dike. Şoreşgeriya ronakbîrên bê welat. Ronakbîrên ku xwedî li zimanê xwe dernakevin. Ji xwe re nakin pirsek giring.
Dr. Beşikçi berxwedana rehmetiyê Edîp Karahan ji bo parastina zimanê kurdî û nasnameya kurdî û şerê wî li dijî neyaran di girtîgeha leşkerî de, weke nimuneyek erênî nîşan dide. Rewşenbîrê hêja û nemir Karahan jibo parastina nasnameya kurdî û zimanê kurdî çi tehdît û tirsê nas nake. Li girtîgehê, bi girtiyan û kesên têne ziyareta wan re kurdî qise dike. Jibo bi hizirkirina bi kurdî dibe nimuneyek eşkere. Helwesta wî, bala neyaran dikşîne. Dixwazin wî rawestînin. Lê ne tehdît ne jî biryarên rêvebirên dewletê çi bandore li rehmetiyê Edîp Karahan nake. Nikare bike!
Lê helwêsta beşek ji ronakbîrên kurdan, li dijî biryara rêvebirên dewletê ku zimanê kurdî qedexe dikin, ne cidî ye. Wezîfeya xwe bi cî nahênin!..
Dr. Beşikçi welatên misilman û polîtîka wan ji nêz ve û bi nimuneyên eşkere analîz dike. Mirov li ser siyaseta wan ya qirêj ku çawa îslamê ji xwe re dikine navgîn ronî dike. Siyaseta wan ya li dijî kurdan eşkere dike. Beşikçi li ser helwesta rêvebiriya Filistiniyan kur dibe. Wan ji awira polîtîk ve ku çavên xwe ji rewşa kurdan re digirin, naxwazin bibînin, rexne dike. Kêm têkiliyên kurdan bi dezgehên cuhuyan re weke kêmasiyek mezin dibîne. Bi dengekî bilind ji kurdan dixwaze ku têkiliyên xwe bi dezgehên wan re xurt bikin.
Dewleta Tirkiyê ji bo ku rê li ber çêbûn û pêşketina bûrjuwaziya kurdan bigire, dewlemendên kurdan ji Kurdistanê dur dixîne. Sermayeya wan dibe aliyê Tirkiyê. Wan bi rêya teşwîkê dixe bin kontrola xwe. Dike mirîdên xwe. Dr. Beşikçi vê pirsê jî ji xwe re dike mijar. Li ser hur dibe.
Bi rêz Dr. Beşikçi bala mirov dikşîne ser civata kurdan ku bi destê faris, tirk û ereban hatiye perçekirin, rizandin û kolekirin. Tekoşîn dikare kurdan rizgar bike, dibêje Beşikçi. Têkoşîn bê zanabûn nabe. Divê kurd li ser sedemên koletiya xwe rawestin, xwe bi netewên din re muqayese bikin, li dijî rizandina xwe derkevin. Parçebûna xwe nepejirînin. Ne ji bo ku weke kurdê Iraqê, yê Îranê, yê Sûrî, Tirkiyê û Rusyayê, lê weke kurdekî ku dixwaze weke kurd bimîne şer bikin.
Hêja Dr. Beşikçi di xebata xwe de, li ser aliyê erênî û neyênî yên PKK ê radiweste. Di dawiya xebata xwe dibêje ku, çi civat bê ronakbîr nabe. Kurd jî dê ronabîrên xwe biafirînin. Qonaxa wan dest pê kiriye...
“Kürt Aydını Üzerinde Düşünceler“ xebatek pir giring e. Divê di mala her kurdekî de hebe. Li ber çavan be. Da ku salê çend caran bê xwendin. Da ku mirov xwe tê de bibîne. Rastiya xwe bibîne. Ji Kemalîzmê dur bikeve. Ji sloganên sexte yê biratiyê guhdarî neke. Da ku baweriya xwe bi dewletên misilman, yên ereban, bi farisan û tirkan nehênin...
“Kürt Aydını Üzerinde Düşünceler“ ji aliyê Dr. Ismail Beşikçi ve di sala 1991 de hatiye nîvîsîn. Doktorê hêja vê berhema xwe, ji bo bîranîna şehîdê nemir Vedat Aydin û tevayê şehîdên Kurdistanê daye ber qelemê, nivîsî ye. Kesê bixwazin dikarin bi vê navnîşanê re têkiliyê deynin: Yurt Kitap-Yayin, Onur sokak, no 26/3, Kizilay/Ankara...
- Mamosteyê birêz û hêja Dr. Beşikçi. Çima we pirsa ronakbîrên kurdan ji xwe re kire mijar û li ser wan nîvîsî?
Dr.Ismail Beşikçi: Ronakbîr jibo civatên cîhana 3:em û civatên ku tekoşîna rizgariya netewî didin kategoriyek giring e. Ev kategorî gelek caran tê rexnekirin û pir caran tê sucdarîkirin. Lê dîsa jî çi civat bê rewşenbîr nikare bike. Ronakbîr, mifteya civatên zincîrkirî û civatên rê li ber pêşketina wan hatine girtin, in. Lewma hûrbûna li ser ronakbîrên civata kurdan ji vê awirê ve pir giring e.
Dewleta Tirkiyê li dijî kurdan du polîtîkayên xwe yên giring hene. Ya pêşî ew e ku, dewlet rê nade ku bûrjuwaziya Kurdan li Kurdistanê çêbibe. Dewlet rê nade çêbûna bûrjuwaziyek wisa ku, li ser erdê xwe hatinê bi dest bixîne, dewlemendiya xwe li ser xaka xwe bikar bihêne û hatina tê li wir belav û raçav bike. Ev xal li cem dewletê pir giring e û jibo pêkanîna polîtîka xwe hişk e û bi biryar e. Dewlet, jibo dewlemendên kurdan, ku dixwazin sermayeya xwe li ser xaka xwe û jibo xaka xwe bikarbihênin dijwariyên mezin peyde dike. Ji wan tê xwestin ku, sermayeya xwe bibin aliyê rojava (Anatolia) û li wir bikarbihênin. Ji sermayedarên kurdan ku sermayeya xwe dibin aliyê tirkan, rêyên pêşketinê tê vekirin. Li bajarên kurdan, pêşketina sermayeya qanûnî û eşkere û bikaranîna wê li wir, qet nayê xwestin. Weke mîsal, rê li ber kaçaxiyê, karkirin û dewlemendiya perên reş nayê girtin. Jibo ku sermayeyên wisa mezintir bibin, dewlet çave xwe digire. Bê şik e ku, ew sermaye diçe aliyê Anatoliayê û dibin cihê kar.
Divê bê zanîn ku, ev tev bi siyaseta dewletê ya asimilasyonê û pêkanînên wê ve girêdayî ye.
Dewlet li Kurdistanê polîtîka xwe ya duwê û herî giring ev e: Divê em polîtîkayek wisa pêşbixînin, zilmek û hovîtiyek wisa pêk bînin ku ronakbîrên kurdan, li bajarên kurdan rûnenin, wan deveran bi cî bihêlin, terk bikin. Bila li Stenbolê, Enqerê û Izmîrê bi cî bibin, anjî herin Ewropayê...
Ev polîtîka û helwesta li ser zilm û hovîtiyê ava bûye, şikandin û tunekirina ronakbîran ji xwe re kiriye armanc. Divê mirov salên 70 î bîne bîra xwe. Di şikenandin û tunekirina ronakbîran de rola dewletê mezin bû. Lê rola hêzên kurdan jî ne hindik bû. Divê mirov li ser van pirsan hur bibe û bike cihê pirsê, lêpirsînê...
[b]Zarathustra News[/b] – [email protected]
Berhema sedsala me ya Dr. Beşikçî: Çend dîtin li ser rewşenbîrên