Di Lêkolînên Kurd û Kurdistanê de Pirsa Bingehîn | Îsmaîl BEŞÎKCÎ
“Weşanên Yurdê Weqfa Tarîxê”, pirtûkek bi navê “Kurd, Dîrok, Siyaset û Kultur” weşand. Pirtûk ji du beşan pêk tê. Beşa Yekem bi navê “Tarîx, Siyaset Kuultur” e. Beşa Duyem bi navê “Li Başûrrojhilatê Anatoliyayê Aborî û Civak” e. Nivîskarê beşa yekem Prof. Dr. Martin Strohmeler, nivîskara beşa duyem Prof. Dr. Lale Yalçın Heckmann e.
Ev pirtûka ku bi eslê xwe bi zimanê almanî ye ji aliyê Atilla Dirim ve hatiye wergerandin. (Martin Strohmeler-Lale Yalçın Heckmann, Kurd, Tarîx Kultur, Siyaset, Weqfa Tarîxê Weşanên Yurdê, 2013)
Ez dixwazim hin ramanên xwe î li ser vê pirtûkê diyar bikim. Divê, di lêgerîn û lêkolînên ku bi mijarên civakî re eleqedar in de, metirsiyên esasî metirsiyên zanistî bin, metirsiyên li ser bikaranîna metoda zanistî bin. Şopandin, raçavkirin, peyîtandina diyardeyên civakiyên şênber, avakirina hîpotezan li ser diyardeyan, dubare ceribandina hîpotezan bi diyardeyên nû, xebata daxuyanîkirina pêwendiyên di navbera diyardeyan de esas e. Divê metirsiyên zanistî, metirsiyên li ser bikaranîna metoda zanistî di vê çarçoveyê de, bêne nirxandin.
Lê, di lêgerîn û lêkolînên Kurd û Kurdistanê de, wiha nabe. Metirsiyên îdeolojîk, polîtîk, metirsiyên dîplomatîk bêtir li pêş in, diyarker û rêveber in. Hesasiyetên dewletan yên li ser vê mijarê dikarin helwestên lêkolîneran tesîr bikin, diyar bikin.
Prof. Dr. Martin Strohmeler, di derbarê bicihbûna Kurdan ya li Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn de agahiyên wiha dide:
Li Tirkiyeyê Kurd: Raperîn, Çewsandin, Asîmîlasyon û Entegrasyon r. 61-81
Li Iraqê Kurd: Di Navbera Otonomî û Tunekirinê de r. 81-104
Li Îranê Kurd: Mînantiya Zimanî û Rûbirûbûna Siyasî r.104-120
Li Sûriyeyê û Lubnanê Kurd: Statuya Bêewletî, Cihêwazî û PKK r. 120-125
Kurdên ku li Yekîtiya Sovyetan û li Welatên piştî wê û Bitaybetî jî li Ermenistan û Azerbeganê Dijîn: Teşwîk û Tehcîr r. 126-128
Wek ku hat dîtin bi hindikî 5-6 dewlet, polîtîkayên li ser kurdan disepînin. Tu yek ji van polîtîkayan di lehiya kurdan de nîne. Hemû jî di aleyhiya kurdan de ne. Dewlet her polîtîkayên di aleyhiya Kurd û Kurdistanê de, polîtîkayên pelçiqandina kurdan dimeşînin. Sepandin her bi vî awayî ne. Ev nîşan dide ku kurd û Kurdistan hatine dabeşkirin, parçekirin, parvekirin. Li vir divê pirsa bingehîn, esas a ku van pêwendiyan bîne rojevê, zelal bike bê pirsîn. Ev pirs nayê pirsîn.
Çima kurd û Kurdistan hat dabeşkirin, parçekirin, parvekirin? Ev pêvajo kengê, çawa pêk hat? Li hember van operasyonan, van hedîseyan helwesta kurdan çi bû? Pirsîna van pirsan, bo kêşeya kurd û Kurdistanê pir girîng e. Ev rewşek e ku divê bê lêkolîn û lêpirsînê, bi tevî ku li Rojhilata Nêzîk ji 40 milyonan bêtir xwedî nifûs e gelo çima kurd û Kurdistan nexwedî statuyek e. Li virê bêtir ne metirsiyên zanistî metirsiyên îdeolojîk, polîtîk dertên pêş. Ji ber helwestên dewletên ku bi hevkarî Kurdistanê kolonîze kirine û kirine koloniyek hevpar ev pirs nikarin bêne pirsîn. Bi tevî ku Kurdistan ji kolonîbûnê jî xerabtir e. Kolonî pir li asteke kêm be jî statuyek e. Statuyeke Kurdistanê tune ye. Kurdistan û kurd hatine dabeşkirin, parçekirin, parvekirin û her paçeyek wan hatiye îlhaqkirin, paşê jî, nav, ziman, çand û hwd. hatiye înkarkirin.
Sedemekî pir girîng ê nepirsîna pirsek wiha bingehîn jî xwestina domandina dabeşbûn, parçebûn, parvebûnê ye. Çunku behskirina ji dabeşbûn, parçebûn û parvebûna Kurdistanê dikare heşê kurdan bîne serê wan. Kesek ku bi mijareke wiha bihese helbet dikare li hember vê rewşê derkeve û bo rizgariya xwe têkeve nava hewldanê. Behsnekirina ji dabeşbûn, parçebûn, parvebûnê dibe sedemê domandina tigihîştina “wiha hatiye dê wiha biçe”.
Bêguman ev helwesteke antî-kurd e. Ev helwestek e ku hesasiyetên dewletên ku Kurdistanê bi plan, raman û operasyonên xwe kolonîze kirine, li ber çavan digire, diparêze. Lê ev ne tenê helwesta Prof. Dr. Strohmeler e. Meriv dikare bibêje ku bi gelemperî akademîsyenên îngilîz û Fransiz, hema hema bi tevayî akademîsyenên Rojavayî, Unîversîteyên Rojavayî di nava helwesteke antî-kurd de ne. Bi tevî vê, divê bêgotin ku Akademiya Zanistan ya Yekîtiya Sovyetan jî di nava heman helwestê de ye. Li wirê jî ser nivîsên wek “Kurdistana Tirkiyeyê”, “Kurdistana Îranê”, “Kurdistana Iraqê”, “Kurdistana Sûriyeyê” tên nivîsîn lê, pirsek li ser çima kurd û Kurdistan hatiye dabeşkirin, parçekirin, parvekirin nayê pirsîn. Li wirê jî hesasiyetên dewletan li ber çavan tên girtin.
Kêşeya kurd û Kurdistanê Çi ye?
Kêşeya kurd û Kurdistanê, di salên 1920an de, di serdema Cemiyeta Miletan de, dabeşkirin, parçekirin, parvekirina kurd û Kurdistanê û xesbkirina mafê kurdan yê avakirina dewleta serbixwe ye. Kêşeya kurd û Kurdistanê ne kêşeya mafê merivan e, ne kêşeya kêmarî ye, kêşeya axê ye.
Her du hêzên emperyal, mezin ên serdemê, Brîtaniya Gewre û Fransa bi du dewletên kevnare yên Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn re yanî wek berdewamiya Împaratoriya Osmanî Komara Tirkiyeyê û berdewamiya Împaratoriya Îranê Şahîtiya Îranê… Di 1920an de û piştî wê bi hevkariya van çar dewletan rabûne ser serê kurd û Kurdistanê, dabeşkirin, parçekirin û parvekirina kurd û Kurdistanê pêk anîne. Bêguman ev polîtîkayek emperyalîst e. Polîtîkaya herî mayînde, berfireh, kûr a emperyalîst ku li Rojhilata Nêzîk, Rojhilata Navîn pêk hatiye ev e.
Dabeşbûn, parçebûn û parvebûn karesatek ji karesatên herî mezin e ku netewek bijî. Encamek wek parçebûna qaqot û belavbûna mejiyê merivek tîne holê. Kêşeyeke ermenan jî wiha heye. Ermenistana rûsan Ermenistana Osmaniyan… Ev rewş jî bo ermenan kêşeyên pir giran derxistiye holê. Dagirkeran bo bincilkirina zilma li ser kurd an ermeniyên xwe hin derfetên piçûk dane kurd an ermeniyên aliyê din.
Helwesta Prof. Strohmelerî ya li hember dabeşkirin û parvekirina Kurdistanê ya di çaryeka ewil a sedsala 16. de wek “goya parçebûn” balkêş e. (r.47) Ev têgiha “goya”yê têgiheke kultura siyasî ya tirkan a înkarê ye. Bikaranîna vê têgihê ji aliyê Prof. Strohmelerî ve balkêş e. Di nivîsa Prof. Strohmelerî de diyarkirinek wiha jî heye. “Tu hikûmeteke Iraqê, nedixwest tawîzên dirust, bingehîn û domdar bide.” (r.87) Ev rewş jî rewşek e ku dabeşbûn, parçebûn û parvebûnê pêk aniye. Helbet hikûmeta Iraqê ya ku ji Tirkiye, Îran, Sûriyeyê û bi rêya van dewletan ji dewletên wek DYA, Yekîtiya Sovyetan, paşê jî ji Federasona Rûsyayê pişgiriya dîplomatîk, polîtîk, ekonomîk, leşkerî digire, dê guhnedana daxwazên kurdan.
Di roja me de, Yekîtiya Sovyetan belavbûye, 16 dewlet derketine. Yugoslavya belavbûye, 7 dewlet derketine. Çekoslovakya di nava xwe de dabeşbûye. Li Habeşistanê Erître wek dewletek bi serê xwe dest bi jiyanê kiriye. Li Sûdanê, Sûdana Başûr wek dewletek bi serê xwe derketiye. Li Endonezyayê, Tîmora Rojhilat, li Okyanûsyaya Pasîfîk Kaledonyaya Nû bûne dewletên serbixwe. Ev hemû xwezayî ne. Lê, dema ku kurd li Başûrê Kurdistanê têne rojevê, “Yekîtiya Iraqê”, “Yekîtiya axa Iraqê”… ji aliyê hemû dewletên ku di polîtîkaya dinyayê de bitesîr in û ji aliyê saziyên navneteweyî ve tê parastin. Berî Iraqê, Iraq ji aliyê van dewletan ve tê parastin. Ev jî bi nîzama navnetewiya antî-kurd ve eleqedar e.
Nîzama Navneteweyî ya Antî-Kurd
Nîzamake navneteweyî ya antî-kurd li hember kurdan heye. Serdema Cemiyeta Miletan ya 1920an jî wiha ye. Serdema Netewên Yekbûyî ya di 1945an de jî wiha ye. Îro bo domandina helwesta Netewên Yekbûyî ya antî-kurd hewldaneke pir cidî tê mezaxtin.
Kurd û Kurdistan, di serdema ku herî pir prensîpa mafê netewan ê diyarkirina dahatuya xwe, li Yekîtiya Sovyetan ji aliyê Lenîn, Stalîn Trockî ve, li DYAyê ji aliyê Serok Wilson ve dihat axaftin de, di serdema ku gelan bo bidestxistina vî mafî tekoşînek pir mezin didan de hatine dabeşkirin, parçekirin û parvekirin. Şoreşa Sovyetê, bo hemû gelên bindest ên li dinyayê encamên girîng û bitesîr anîye holê. Lê nikare bê gotin ku bo kurdan encamek wiha daye. Ji 1920an pê ve rêveberiya Yekîtiya Sovyetan her dem, li kêleka dewletên ku kurd û Kurdistanê bindest kirine cih girtiye, her cure piştgiriyê daye wan dewletan. Divê ev pêwendî jî bêne lêkolînkirin.
Îro di YEya xwdî 28 endamî de, nifûsa dewletên wek Luxemburg, Maltayê nêzîkî nîv milyonê ye. Li Kibrisê, rom bi tevî tirkan nagihîjin milyonek. nifûsa dewletên wek Estonya, Letonya Litvanya, Slovenya, Slovakyayê li dora 2-3 milyonan e. Lê, bi tevî ku kurd, li Rojhilata Nêzîk ji 40 milyonan zêdetir in jî nexwedîbûna wan a statuyek siyasî rewşek balkêş e. Di Yekîtiya Ewropayê de, bes nifûsa Almanya, Fransa, Îngîltere, Îtalya û Îspanyayê ji nifûsa kurdên ku li Rojhilata Nêzîk, Rojhilata Navîn zêdetir e. Dibe ku nifûsa Polonyayê nêzîkî li nifûsa kurdan bike. Nifûsa 22 dewletên dî yên endamê Yekîtiya ewropayê ji nifûsa kurdên ku li Rojhilata Nêzîk, Rojhilata Navîn in pir pir kêmtir e.
Dikare bê gotin ku nifûsa kurdên li Rojhilata Nêzîk, bi gelemperî ji 40 milyonan pir zêdetir e, wek mînak 50 milyon e jî. Di vê mijarê de dewletên pêwendîdar çima cidî nifûsa kurdan najimêrin, divê bê lêkolînkirin. Wek mînak, li Iraqê, jimartina nifûsa Kerkukê bi tevî ku qanûnek destûrî ye jî hikûmet astengiyan derdixe. Di serdema Sadam Huseyin de jî wiha bû. Bi tevî ku pêdiviya peymana 11ê Adara 1970yan ku di navbera Serokê PDKyê Mele Mistefa Barzanî û Cîgirê Serokê Konseya Şoreşa Iraqê (Serokwezîr) Sadam Huseyin de, hatibû îmzekirin jî hejmartin pêk nehat. Sedemê pêkneanîna serjimariyê pir zelal e. Çunku dema ser jimarî pêk bê, dê derkeve holê ku nifûsa kurdan pir zêde ye. Ev jî rewşeke ku bi fermî qebûlkirina wê nayê xwestin.
Divê li rewşa Konseya Ewropayê ya xwedî 47 endamî jî bê nêrîn. Nifûsa welatên wek Liechtenstein, Andorra, San Marino, Monaco ku endamên Konseya ewropayê ya xwedî 47 endamî ne, nifûsa wan nêzî 40-50 hezarî ye. Di Konferansa Îslamê de, di Yekîtiya ‘Ereban de, di Yekîtiya Afrikayê de, di Netewên Yekbûyî de jî dewletên wiha hene. Nifûsa dewletên wek Kuweyt, Bahrenyn, Qeter, Mîrên Yekbûyên ‘Ereb ên li Kendava Besrayê di bin milyonekî de ye. Li Okyanusyayê, dewletên wek Tavulu, Vanuatu hene ku nifûsa wan deh-pazdeh hezar in. Erdnîgariya van welatan jî li gor Kurdistanê pir piçûk e. hinek ji wan bi qasî bajarokek Kurdistanê jî nîn in.
Divê bê pirsîn, gelo çi cudahiyên dewletên wek Andorra, San Marino ku bi nifûsa xwe 40-50 hezar in, wek Tavulu, Vanuatu hene ku bûne dewlet û gelo çi kêmasiyên kurd û Kurdistana ji 40 milyonî zêdetir hene ku nebûne xwedî statuyeke piçûçik jî. Tu bersiveke rast a vê pirsê tune ye. Bersiv, helwesta antî-kurd e. Nîzama navneteweyî, nîzamek antî-kurd e. Helbet sedemên antî-kurdbûna nîzama navneteweyî, sedemên li hember kurdan derketina rastgir û çepgirên dinyayê û sedemên wan ên piştgirîdana dagirkerên Kurdistanê rewşek e ku divê bê lêkolînkirin. Divê Rêveberiya Herêmiya Kurdistanê ya ku piştî midaxeleya hêzên DYA û Koalisyonê di 2003yan de, bo Iraqê, li Başûrê Kurdistanê avabûye cuda bê nirxandin.
Nirxandina nîzama navnetewî ya antî-kurd bi gelek diyardeyan, bi desîseyên dewlemend ên diyardeyî pêkan e. Helbet helwest û reftariya dinyayê ya li hember jenosîda 16ê Adara 1988an a Helepceyê mînakek pir balkêş e. Di 13ê Tîrmeha 1989an de, Lîderê PDKya Îranê Evdirehman Qasimlo û du hevalên wî, li Viyanayê, ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hatin qetilkirin. Helwesta hikûmeta Avusturya û demokrasiya Ewropayê dîsa mînakek pir balkêş e. Divê ev hemû bi desîseyên dewlemend ên diyardeyî bêne lêkolînkirin.
Di çarçoveya van pêwendiyan de, rexnekirina dewlet û saziyên navnetewî helbet pir girîng e. Li Ewropayê, rexnekirina unîversîte, çapemenî, saziyên darizanê û saziyên mafê merivan girîng e. Lê, yên ku divê berî her tiştî bêne rexnekirin, di plana yekem de bêne rexnekirin kurd in, rewşenbîrên kurdan e, siyasetmedarên kurdan e. Gotina “em dewleta serbixwe naxwazin”, “pirsgirêka me bi sînoran re, bi alayan re tune ye” tê maneya em sînorên ku emperyalîzmê xêzkirine qebûl dikin, em li van sînoran xwedî derdikevin. Eger hûn wiha bibêjin, hûn nakevin ferqa ku di 1920an de, çi ‘eyarê genî yê bi le’net kişandine ser serê kurd û Kurdistanê. Dema wiha bê gotin, cihgirtina van pêwendiyan di rojevê de, nabe tu mijar. Eger hûn wiha bibêjin, hûn nakevin ferqa statukoya ku di 1920an de, li Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn hatiye avakirin û çima li Rojhilatanavîn kurd û Kurdistanê bêstatu hîştine.
Li gor xebatên Komeleya Mafê Merivan, Şaxê Amedê 243 gorên komî hene. Di van goran de ji sê hezarî zêdetir cesedên kurdan hene. Gorên komî hê jî venebûne. Malbat bi tevî hewldanên pir mezin, hê jî negihîştine hestiyên zarok û xizmên xwe û nikaribûne ji wan re gorek ava bikin. Eger hûn bibêjin bi sînoran û hwd. re pirsgirêka me nîne, hûn dê van mijaran jibîr bikin, hûn vanan nagirin ber çavan û hûn nakevin ferqa van mijaran…
Li Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn, di 1920an de, di serdema Cemiyeta Miletan de, hêrîşa herî mezin, herî giran, herî berfireh a emperyalîst li ser kurd û Kurdistanê pêk hatiye. Di Gulan-Hezîrana 1919an de, ji aliyê Hewlêr û Kerkukê ve mesafeya deh km. berî ketina Silêmaniyeyê, li Basiyanê, -cihê ku îro li wirê peykerê Şêx Mehmûdê Berzencî heye-, cara pêşîn gazên bi jehr ji aliyê Îngilîzan ve li hember kurdan hatin bikaranîn. Balafirên şer ku hîn nû nû hatibûn çêkirin, wan rojan cara ‘ewil li hember kurdan hatin bikaranîn. Kesên ku digotin ‘ji çeman xwîn diherikî’, “gundên kurdan hatin sotin û hilweşandin” pêwirdarên sivil-leşkerên Îngilîz ên ku bîranînên xwe nivîsîne nin.
Salên 1920an… salên dabeşkirin, parçekirin û parvekirina kurd û Kurdistanê ne. Ev, dabeşkirin û parvekirina sêyemîn a kurd û Kurdistanê ye. Ev çi vedibêje? Di kurdan de lewaziyek îşaret dike. Di kurdan de lewaziyek wisa heye ku dijminên wan ji vê lewaziyê sûd digirin û wan dabeş dikin, parçe dikin û parve dikin, wan li gorê berjewendiyên xwe seferber dikin.
Îro Kurdistan, kurd, ne tenê ji aliyê dewletan, -di1920an de, Îngîltere, Fransa, Tirkiye, Îran, piştî Şerê Duyem ê Dinyayê Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye- ve hatiye dabeşkirin her wiha li her parçeyî jî hûrbûnek, parçebûnek mezin hatiye jiyîn. Dikare bê gotin ku her dewlet li hember kurdan di nava sepandinên cuda de ye jî lê, di encamê de polîtîkayên antî-kurd têne sepandin. Diyar e ku ev polîtîka û sepandinên ha piştgiriya hev jî dikin.
Kurd îro civatek pir parçeyî ne. Yekîtiya civakî jî kêşeyeke pir girîng e. Divê kurdên li Yekîtiya Sovyetan, li Ermenistan û Azerbeganê wek mînak Kurdistana Sor jî neyên jibîrkirin. Kurdistana Sor çima hilweşiya, çima kurd bi bal Asyaya Navîn, bi bal Komarên Tirkî, Kirxizistan, Kazakistan, Tirkmenistanê ve hatin mişaxtin, helbet ev rewşek e ku divê bê lêkolînkirin. Jiber van hemûyan, salên 1920an û geşedanên piştî wan divê baş bêne lêkolînkirin.
Lêkolînên kurd û Kurdistanê, wek mînak, li gor 15-20 salên berê pir baş in. Ev destkeftiyên fiîlî yên ku bi tekoşîna kurdan bidestketine nin. Êdî îdeolojiya fermî jî tê rexnekirin. Realîteyên îdeolojîk ku dewletê hewlda biafirîne dibin mijara rexneyê, analîzên ku bingeha xwe ji heqîqetên şênber digirin roj bi roj zêde dibin.
Werger: Ahmed KANÎ