Rojhilata Navarast dîroka xwe kem katanda ketîye nava aramîyê. Komên Kurdan dev ji romantîzma xwe tu car bernedane û neketine bin bandura hev, serbest û azad jîyana wan buye nişeta karektera wan, Ji Êxmedê Xanê virda gelek ronakbirên Kurd ew romantîzma Kurdan rexne (krîtîze) kirine, pir rengî û pir dengîya Kurdan wanra weku luksekê dîtine, xeyala yêkseritî û yêk rengîyekê kirine, xwestine Kurd jî wekû komên derdora xwe bi yêkdengî bibin û di bin serdarîya yêk kesekî da bibin dewlet. Naha piranîya Kurdan ax û wax dikin ku; Kurdan ji refên xwe wekû Monakirên Osmanî Monakirek ango Padadîşaxek dernexistine, gelek ji wan Bîsmarkê Alamanan tînin bîra xwe û mirûzê xwe tirşdikin, bo çi pîr û kalên Kurdan mîrovekî weku Bîsmark dernexistine hole û dewletekî netewî ji bona netewa Kurd danemezrandine.
Daxawa Kurd îro li ser xwaka xwe ne dewletin (Hiqumata Herema Kurdistanê li Başur vê rasteyetîyê nagore), welatê wan buyê penc parçe, ew nezîka sed salîye ketine berlepîyek mezin. Ew neketine bin kontrola hev feqet rewş û mercên Rojilata Navarast ew kirine bin bandura mêtinkaran (dagirkaran). Mîrov dikare dur û dirêj li se vê rewşê mijul be. Bersiv gelekin feqet rasteyetî tiştekî dine. Li vir gotinaki dawîyêda bete gotin ezê destpêkêda bînim serê zman. Pirrengî û pirdengîya Kurdan; tiştekî xirab nîne, xwirtîya wane, xwezî Kurda ku; heta îro wan ew cure bi curetîya xwe paraztine. Dewlemendîya ku ew navdane komê cîran navdaninin, dewlemendî tenya hebuna dewletê nine. Di vê katê de dema Kurdistan yêkdibe û dewletik serbixwe tete damezrandin pewîste Kurd pirrengî û pirdengîya xwe biparêzin.
Diroka xwe da Kurdan û bav û kalên wan gelek dewlet avakirin û ruxandin, Meda 72 gel stardikirin, tenya 18 zman di resmîyeta dewletêda dihatin karanîn, bona zmanên din jî her tim çareyek didîtin. Starkiran 72 gelan, di dîrokê da keti nava zmanên gelên dijî, ew 72 gel gelên Rojhilata Navarast û komen cîran yên vê heremê bun. Dema ji dîrokê da Romanêz ji Hindistanê derketin û berê xwe dan Rojava û belavbun jimara wan gelan derket heftêûsêya. Osmanîya katî xweda Romanez weku gelekî tam nedidîtin,weku sedem jî çîrokek nîşand didan, wî alîva Romenêzan neheqîyek mezin dikirin. Li paytextî Osmanîya Stanbolê dema derheqa gelanda dihat axaftin, dihat gotin ku; tenya Stenbolê heftêûduûnîv netewe dijin, Romanez weku nîv netewî dianîn serê zman.
Îro pirrengî, pirdengî û pirzmnîya Kurdan zengînîyek gelek mezine, Kurd li ser vê pirdengîyê dikarin li ser xwaka xwe moderntirîn dewletekê bidamezrînin, ew dewlet mecbur nine netewî û nijadparêz be, mecbur ninê wekû armanc; dagirkirina xweka komê cîranan bi xwe ra bigire. Dikare dewletekî pir komarî, pir zmanî û pirrengî be, dikarê xwe li ser bingehya evîn û hezkirinê avabike. Xelefîya herî mezin ya dewletên dagirker ku derdorame peçîne û welatê me girtine bin badura xwe, nezanîna evîn û hezkirinê, wan ne ji gelê xwe nejî me hezkirine. Ew li ser stuyên gelê xwe bune nîrê zordarîyê, Kurdan ra jî bune tizrug û xwina wan mêtine. Pevîste Kurd li gel cîranê xwe ne dewletekî yêkdengî û yêkrengi bidamezrînin. Bîrmekin her tim kopî ji orîjînalan xirabtirin. Eger di vê katêda hêzek rabê û li ser xweka Kurdistan cotê yêkdengî û yêkrengîyê bajoy; ax li serê me... Romantîzma Kurdan xwirtiyek mezine, bila kesek vê rasteyetîye weku kemasîyekê neke destar û stuyê gelê Kurd da darvaneke.
Rasteyetî tiştekî relative, dema mîrov li Hewlerê li ser ekrana televîzyonê dibejê beyanî baş temaşvanên hêja, ew kat rasteyatîya Hewlerêye, cîhyekî din li ser golovera me evare an jî nîvê şeveyê. Polî bakur, jêr polî başure, dijî vê polî başur jêr polî bakure. Bona îskana (şuşe) ku heta nîvî tijî ave, hinek mîrov dibêjin heta nîvî tijîyê, hinek dibêjin îskan heta nîvî valaye (tale). Her du kom jî behsa yêk îskanekê dikin, hinek dibêjin nîv tijîyê; kefxweşî û pêrazîbuna xwe tînin serê zman yê din dibêjin nîv valaye; nerazîbun û xemgînîya tînin serê zman. Koma yekem di nava kefxweşî û şahîyêdaye, koma duem nava xemgîni dilreşîyêdayê.
Dema yek bona malê tête davetkirin, komek dibêje, were mala me, hevîya tene, falanca rojê hevîya tene, were, koma din dibêjî ma tu nayê mala me, falanca rojê tu nayê mala me. Gotina yêkhemda mesaj û daxwezî diyare, dibêje were mala me, em hevîya tene, gotina dudîya da di mesajê da redkirin û nexwestin vêşartîye eger mîrov zede bikolî dilreşîyek derdikevî hole. Nizanim we qe tu cara mehleze kir; di gerdunêda jêr û jor çawa dibe anjî berên erdnîgarîyê çawa dibin, ma gerdunêda erdnîgarî tunekû berê wê jî hebin, jêr û jor dikarê her tim bigore, min dibêjim pêyên mîrov kîjan alîne ew alî her tim bona wî mîrovî dibe jêr, serê mîrov kîjan alîbe, ew alî dibe jor, jêr û jor dikare di nava sanîyekêda cîh bigore. Li ser glovera me av kîjan alîda dadiwire û radikişe ew alî jêre, pîyê (alîye) ku av jê dizê, diherike û tê ew alî jore. Li vir min xwest bi kwirtî relatîvbuna rasteyetîyê bînim serê ziman.
Îro derheqa Yekitîya Kurdistanda jî gelek nazarye hene, bawerim ewjî relatîvin. Hinek qala Pan Kurdewarîyê anjî Pan Kurdeyetîyê dikin, Pan Kudeyetî çîye, bi xwe heye an tune, daxwezîya Yekitîya Kurdistan çawa dibe Pan Kurdeyetî? Di dirokeda Pan çiye, di warê mîtolojî û sîyasetêda pan hatîyê çi maneyê, di zmane Kurdîda “Pan” tê çi maneyê? Dazwezîya Yêkitî û Serxwebuna Kurdistan çiqas xwedî bingehye? Di rojên dawîyêda bona Kongirêya Netewî gavên dîrokî hatin avitin, hinek ronakbiran li ser pantîyê ramanên xwe belav kirin, pewîste li ser pantîyê bête sekinandin.
Eme berê bi “Pana” zimanê Kurdî destpêbikin. Pan; cîhekî raste, te gotin ku ew cîhya çi cîhyekî pane, deşt û gaz (plato) panin. Mîrov dikarin bi panîyên xwe pan bikin, demak yêk ji yekîra hers dikevî û laf û gefên wî dixwe dibêje ez bem te bin pîyan da pan bikim. Gotinek dîrokî: leşkerê Romê di bin pîyanda panbu.
Dema keçek ruken, ruhfirê, enî pan, birî belav û bîvil piçuk dibe hinek helê Kurdistanê vera panê te gotin, li vir panê tenya devkenî, rukenî û rindîya keçikê tînî serê zman ango pozîtîfe. Di Kurdî da panavgirtin jî heye, hela Bitlîse dema zevîyek zede tête avdan tê gotin ku; “te ewqas av berdayê panav girtîye, tov têda birêze.” Panav tê manya kultur, orf û edata jî dema derheqa gundekîda gazindek tête kirin, tête gotin ku; “Xweda belayekê wanda panava wan ne panav, em birçîyanra kuştin nanek li ber me danenîn.” Hinek çîrokên Kurdîda min car cara bihîstîye ku belgê daranra pan tête gotin, dîn di nava daristanêda gel bizinên xwe dara sêvê dibîni û kerîyê bizinanra diaxife û dibêjê, “ naha ez diçim ser dara sêvê û dara sêvê radişînim glorik (sev) ji minra panik (belgê dara sevê) ji wera, glorikên min mexwin, tenya panikan bixwin, dura bila mabeyna meda problem dernekeve.....” çîroka dîn û bizina dur û dirêj berdewam dike.
Li Serhatê li derdora Qersê behsa gundîyekî zana û xwenendan tête kirin, gundî bi alîkîva nav û denge; kî biçe mêvanîya wî, ew regayekê dibîni û wî dide xebitandinê, mîrbun, şexbun, axabun, paşabun an jî begbuna mêvan lay gundî pere nake, yekhemcar gundî îxtirama mevanê xwe digre û alîyê xizmetê va qe tu qisurekê nake, feqet ew her tim bi şarazetî mêvan xwe dide xebatê, gundî wî alîva gelek nav û denge, rojekê roja Qaymaqamê wê mintiqeyê biryar digrê dixwezê biçe mêvanîya gundîyê nav û deng, ew bi xwe xwera mehleze dike û difikirê; ma dibêje eger ez weku qaymaqam biçim mêvanîya gundî ewê min çawa bide xebatê. Qaymaqam bi rastî radibê û diçe mêvanîya gundîyê nav û deng, gundî gelek îxtirama Qaymaqam û hevalên wî digrê, wanra pezekî dike qelî, alîyê xwerin û vexwerinê va tu qemasîyek nayê kirin, ew rojekê dixwin, vedixwin û kef dikin, dura gundî Qaymaqamra dibêje ezbenî bi kerema xwe em derkevin der biçin serbana xanîyê me û bi hevra temaşeyî derdora xanîyê me bikin, di jorda gunde me gelek şîrîn dîyar dike, gundî li gel Qaymaqam û hevalên wî derdikeve ser serbana xanî, ew bi hevra li serbanê tên û diçin, gundî dikeve bin çengê Qaymaqam û berdide çuyîn û hatinê wan, ew sohpeta xwe kwur dikin, di dawîyêda Qaymaqam xweranagirî û jî gundî dipirsî; dibêjê ezbenî qisurê mêze mekin dema ez hatim mêvanîya we min xwest ez we bicerîbinim, hun min jî weku Qaymaqamekî bikaribin bidin xebatê an na, naha emê xwetirê xwe ji we bixwezin û rêkevin, min tu alîkîva xebatik nedî, ma ew gotinên kû derheqa weda tên kirin nerastin, newusa? Gundîyê şaraze li ruyê Qaymaqam dinerî û ji vera dizivirîne û dibêje: “ew axa serbana xanîyê me, min teze dabu rêxistin, pewîstbu batana pankirin, me bi hevra bi çuyîn û hatina xwe ew ax pankir, zor sipas. Dema gundî wusa got, biruskekê serê Qaymaqamda wejenî; gote ax li serê min, li serbanê bi çuyîn, hatinê û pankirinê wî ez jî dame xebatê....
Erê wusa; gundîyê Kurd bi şarezetîya xwe, bi pankirina axa serbanê Qaymaqam ji dide xebatê. Di mehên zivistanêda bona çuyîn û hatinê car cara befir tête pankirin, hinek dibêjin me befir qwita û pankir. Di qwurê da hesinkar hesin sor dike û bi çaquç pandike. Dema zarok bê dê û bê bav dimînin tete gotin ku ew panavê man, ji ber vê di zmanê Kurdîda ji Xwuda daxwezîyek heyek, tete gotin ku; Xwuda kesekî li panavê neyle!
Gor mîtolojîya Grêkî Pan Xwudanê dar, ber, der û doraye, Xwudanê şivan û gavanayê. Ew jêrra gîskekî ji jorra mîrovekî çuye, şaxê (struyê) wî hene, destê wî da gopalêk heye, şapikê wî ji postê gîskekîye, xwe bi xof dîyar dike, dema pêz û dewar wî dibînin, ji wî ditirsin, her yêkî wan di alîkî va mozdike. Grêkîyê kewnd bawer dikirin ku; ew kwirê Hermes û Dryopse, dema ew ji dayîka xwe dibe; dayîka wî ji wî ditirse ji wî heznake, bavê wî, wî dibe Olympe, li Olympe tu Xwudayêk wî naxweze, Hermes mecbur dimînê wî şunva tîne ser erdê. Rojekê roja di nava skudarêda (daristan) Pan dotek can didoze, dot gelek spehîye weku hîv û rojê dibiriqe, Pan dixweze nezîkî vê dotê bibe û xwe we bipêçe, dot ji wî direve, Pan dide pêy we, kêleka çemekî Pan digehîje vê dote, dot nikare berxwe bide û derbazî alîyê çem yê din be, dema Pan wê hemêzdike, ew nava destên wî da dibe zilek, di we katê da bayekî sivik derdikeve û vê zilê dikeve, ji vê zilê dengekî ahengxweş derdikeve, ew deng zef xoşa Pan diçe û wî mest dike, Pan naxweze ji vî zilî bibe, wî zilî ji binva jêdike û dike heft parçe, her parçyek ji parçeyê din pîçek dirêjtire, dema ba li wan dikeve ew dengê ahengxweş yê turebitur (curebucur) dîsa derdikeve, Pan wan dengan gelek hezdike û dibe evîndarê wan, ew wan heft parçeyan zil dide berhev û bi hevra girêdide. Tête gotin kû; Bilura Pan ku îro seranserî cîhanê belavbuye, bi vî şiklî derketîye hole. Ew mîtolojîyê, rastî û derewîya vê çirokê mîrov dikare bide alîkî, feqet rasteyetî ewe ku; dema mîrov heft zilan dide berhev û wan bi hevra girêdide bilurek pan derdikeve mezatê. Bilur rastî çawa Kurdî da tete gotin pan e. Ji ber vê mîrov dikarê li ser şirove bike, gor zanîna min tu zmanekîda pan vaha nayê. Li vir panbuna bilurê gor pan a zmanê Kurdîye, ji ber vê min dikarim asan bêjim welatê Bilura Pan Kurdistane, ne cîhyekî dine.....
Bîşar Norşîn
Gulan 2013