Kurdistanî -Em piştevanîya şerrê PJAK û PKK nakin û bila bi aştîyane daxwaza mafê xwe bikin, ez nahêlim şerrê Kurd û Kurd çê be | 6-Sep-11 [17:39] |
Hewlêr – 06 Rezber / September 2011 (PNA) – Îro li telara avayîya encûmena wezîran a hukûmeta herêma Kurdistanê bi amdebûna serokê herêma Kurdistanê, serokê parliyamentê û serokê hukûmeta herêma Kurdistanê û çend wezîrên hukûmeta herêma Kurdistanê konfransek bo nûnerên hukûmeta herêma Kurdistanê yên li derveyê welat bi armanca di ber çavan re derbaskirina kar û çalakîyên xwe û danîna bernameyeka baştir hat sazkirin.
Berhem Salih peyvek pêşkêş kir. Di destpêkê de Berhemd Ehmed Salih serokê hukûmeta herêma Kurdistanê peyvek pêşkêş kir û behsa girîngîya evê konfransê kir û rolê nûnerên hukûmeta herêma Kurdistanê bo encamdana kar û çalakîyên di ewan demên bihorî de bilind nirxand. Piştî hingê Berhemd Salih daxwaz ji Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê kir ku bi evê boneyê peyvekê pêşkêş bike. Serokê herêma Kurdistanê behsa rewşa navxweyîya herêmê kir. Piştî tewabûna peyva Berhem Salih, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê dest bi pêşkêşkirina peyva xwe kir. Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê di peyva xwe de bo nûnerên herêma Kurdistanê yên li welatên derve behsa rewşa navxweyî ya herêmê kir û ragihand:´´ niha li herêma Kurdistanê atmosfêreka erênî (pozetîv) heye, piştî ku hindek arîşe hebûn yên wek xxwepêşandan û opozisiyon helwêsteka din hebû, belê bi awayekî rast û dirust û hekîmane û zanayane reftar bi ewê rewşê re hat kirin. Kurd careka din selmand heger arîşe hebe dikare bi awayekî hekîmane jê derbas be´´. Herwiha Mesûd Barzanî weha jî ragihand, ku tiştekî asayî ye heger nerînên cuda di navbera partyan de hebin, çimku hilbijartin hatiye kirin û sîstema fire partî heye û heta astekî baş azadî jî heye û ji ber ewê çendê reftarkirin bi ewê rewşê re çi ji alîyê desthilatê ve be û çi ji alîyê opozisiyonê ve be, pêdivê yereftareka jîrane (aqilane) be û her bi ewê boneyê jî me çend roj berî niha çend biryarek derxistin û dê di demên pêşerojê (ayinde) de encûmena wezîran ewan biryaran pêk bihîne. Bila hemû alî dilhêsayî bin ku em nahêlin rewşa herêmê xirab be, Çaksazî li nav dezgehên herêmê dê berdewam be. Serokê herêma Kurdistanê herwisa weha jî got: ´´em bi ti awayî naxwazin rewşa herêmê têk biçe û hûn dilhêsayî jî bin ku têk naçe û em ji parastina azadîyê û demokerasîyê yaw î welatî paş ve navegerin û em dê bergirîyê li dezgehên rewayên welat bikin´´. Serokê herêma Kurdistanê behsa bernameyên çaksazîyê jî kir û got: ´´ bernameya çaksazîyan bernameyeka ciddî yeû em dê ewê bi cih bihînin. Pêdivê ye em sîstemeka wisa dabinên ku di ayindeyê de tiştên şaş dûbare nebin yan jî ewa ku jê re dibêjin ´gendelî´ dûbare xwe di nav dezgehên herêmê de nebîne´´. Em bi şerrê navbera PKK, PJAK, Îran ûTurkiye dilgiranin. Di bareya rewşa deverên ser sînorên herêma Kurdistanê jî Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê behsa çand xalan kir û ragihand: ´´ ez dixwazim gelek bi aşkirayî behsa evê rewşê jî bikim. Em gelek pê nerihetin ku şerr û pevçûn di navbera PJAK û hukûmeta Îranê û PKK û hukûmeta Turkiye de heye. Me gelek pîkol jî kirin da ku hemû alî bigihêjin çaresereka aştîyane û şerr çê nebe û bo ewê armancê jî me pêngavên baş havêjtin û em gihêjtin encameka baş û dilxweşkir, belê ji nişka ve rewş hat guhartin´´. Em piştevanîya şerr nakin, pirsa kurd bi şerr çareser nabe. Bila PKK li parliyamenta Ankara şerrê xwe berdewam bike. Serok Barzanî weha jî got, ku ´´ li gor bawerîya me ew pirs bi şerr çareser nabe, ne Kurd dikare bi şerr tiştekî bi dest ve bihîne û ne jî dewletên Îran û Turkiye dikarin bi şerr û firrokeyan arîşeyan çareser bikin, belku em wan han didin bi rêyên aştîyane daxwaza mafên xwe bikin´´. Mesûd Barzanî behsa rojên xebata bizava rizgarîxwaza başûrê Kurdistanê jî kir û got, ku ew jî berî 20 salan neçar bûn bi çek bergirîyê ji nasnameya xwe bikin belê di heman demê de daxwaz ji PKK kir û got: ´´ bila îro ew biçin Ankara û di nav parliyamentê de şerrê xwe bikin, bi ewî awayî bandore xebata wan gelek zêdetire û destkevtên wan gelek zêdetir dibin´´. Ne topbaran ne jî daxwaza mafên Kurdan bi şerr. Serokê herêma Kurdistanê di dirêjîya bêjedana xwe de got, ku ew dilgiranin xelkê herêmê dibin qurbaîyê ewê şerrê niha û got: ´´ em nerihetin ku xelkê me dibin qurbanîyê ewî şerrî, şerreka nexwastî ku dûr û nêzîk ti peywendî bi herêma Kurdistanê ve nîne. Em ne topbaranan û kujtina xelkê xwe pesend dikin û ne jî ewê yekê pesend dikin ku ti partîyeka Kurdî bi rêya şerr daxwaza mafên xwe bike û mafê xwe bi dest ve bihîne, çimku dema şerr nemaye´´. Serok Barzanî behsa ewê çendê jî kir ku hindek alî dibêjin helwêsta herêma Kurdistanê niha ne li gor guhartinên deverê û rewşa niha ye û niha li gor helwêsta herêmê ya li dijî Turkiye di sala 2003 û demê herrifandina rejîma Beis de herêma Kurdistanê hewêsteka lawaztir heye û di ewê bareyê de jî got:´´ belê hingê helwêsta me gelek tundtir bû, ji ber ku helwêsta Turkiye ya hingê jî gelek dijwar û tund bû´´. Îran û Turkiye dibêjin sînorên xwe biparêzin. Mixabin PKK û PJAK rewşa herêmê berçav nagirin. Her di bareya arîşeyên ser sînorê herêma Kurdistanê de serokê herêma Kurdistanê got: ´´ dema ku em ji Turkiye û Îranê dipirsin ji ber çi sînorên me bombbaran dikin, ew dibêjin me ti arîşeyek bi herêma Kurdistanê re nîne û em rêzê li qanûnên we digirin, belê em nikarin ewê yekê qebûl bikin hindek xel ji nav xaka herêmê ve bihên û xelkên me bikujin û paşê jî vegerin nav xaka herêma Kurdistanê. Ew herdu dewlet dibêjin yan gerekew karên wisa nemînin yan jî gerek hêzên herêma Kurdistanê li ser sînor bin yan jî em neçarin bergirîyê ji xwe bikin. Ewa gotin û bersiva herdu dewletane. Dema ku ji PKK û PJAK´ê re jî dibêjin rewşa herêma Kurdistanê ber çav bigirin, mixabin ew wisa nakin û guh nadin gotinên me´´. Ez nahêlim careka din şerrê Kurd û Kurd çê be. Mesûd Barzanî herwisa di berdewamîya peyva xwe de ya di kombûna nûnerên herêma Kurdistanê yên li derveyê welat de got, ku ew çend rastîyekin ku gerek hûn û hemû xelkên Kurdistanê bizanin. Serok Barzanî got: ´´ li wir em li hemberî herdu dewletan rastî helwêstekî zehmet dibin. Ew dibêjin fermûn sînorên xwebiparêzin. Girtina sînor û şandina hêz ber bi sînor ve jî renge arîşeyeka mezin dirist bike û bi be egerê sirustbûna şerrê Kurd bi Kurd re û min jî dema ku serokatîya herêmê qebûl kir min soza da, ku ez şûnwarên şerrê xwekujîyê yan jî birakujîyê nehêlim û careka din şerrê Kurd bi Kurd re dûbare nebe û ez ti hêcetekî bo ewê tişê jî nabînim´´. Danûstandin bo nehêlana şerr berdewame. Mesûd Barzanî weha jî da xûyakirin, ku niha ew bi rêzdar mam Celal Talebanî serokê komara Iraqê mijûlî danûstandinê bi Îran, Turkiye, PKK û PJAK´ê re ne da ku bigihêjin çareserekê û şerr nemîne. Serokê herêma Kurdistanê behsa egerê serkevtin yan jî neserkevtina ewan guftûgoyan jî kir û ragihand, ku heger ew di karê xwe serkevtinê bi dest ve bihînin ewê demê xizmeteka mezin di ber xelkê Kurdistanê û xelkên Îranê û Turkiye de dikin, belê heger jî ew sernekevin ew bi ti awayî nabin pişkek jiewî şerrî û şerr nakin. Hilwesta me dê li gor guhartinan be. Serokê herêma Kurdistanê di evê bareyê de weha jî got: ´´Em dê hingê biryara xwe bidin ka dê em çawan herêma Kurdistanê biparêzin yan jî wisa bikin ku herêma Kurdistanê kêmtirîn zirarê bibîne. Ezdîsan dûbare dikim em bi mafê Kurd re ne belê gerek bi awayê aştîyane bihê daxwazkirin´´. S.K |
Mesud Barzani (turkce)