Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 20 February 2011

Silêmanî:Rêveberê Giştî yê Televizyon û Radyoya NRTê Tiwana Osman ragehand ku ji êrîşa ser kanala esmanî ya Nalya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) berpirsyar dibînin û got: ‘’Ji ber li Silêmaniyê YNK hêza yekem e, heta ew kesên beşdarî bûyerê bûne neyên eşkerekirin ew berpirsyar in.
Demjimêr 2ê şeva 20.02.2011ê hinek kesên ku cilê hemûyan wek hevbûn êrîşî kanala NRT dikin, fîşekan diberdin zêrevanên kanalê, hemû cîhazên nav bînayê gulebaran dikin û piştre jî agir diberdi avahiyê. Di encam de zêrevanek bi dijwarî birîndar dibe û yekî din jî ku li jorê razabû jiber agir bêhnçikandî dibe.

Di vê derbarê de çavkaniyekî ji Nexweşxaneya Bihewarveçûnê ya Silêmaniyê agahî dan Rûdawê û got: ‘’Ji ber êrîşa şevê din a ser kanala esmanî ya Nalya NRT kesek bi birîndarî anîne nexweşxanê, fîşek li wî kesî ketibû û rewşa wî ya tendirûstî xirab e.’’

Li gor axaftina Tiwana Osman, ew kesên ku şevê din êrîşî kanala wan kirine; ‘’Lipik û postal li pey wan bicîh mane, xwîna wan rijiyaye nav avahiyê û em nizanin bi çi birîndar bûne, ew kesên han jî ne sivîl bûn û ji aliyê rojavayê Gundê Elmanî yê rastê ve êrîşî avahiya me kirine û dewsa wan diyar e.’’

Wek berpirsên kanalê dibêjin, zerara maddî ya avahî û cîhazên kanala esmanî ya Nalya tê texmîn kirin ku nêzîka 7.5 milyan dolar be, piştî şewitandina kanalê îro Parêzgehê Silêmaniyê, parlamenterên Yekgirtûya Îslamî, Goran, YNK û dezgahên ewlekariyê çûn cihê bûyerê.

Di vê derbarê de jî Tiwana Osman got: ‘’Li ba dezgehên ewlekariyê me gilehî kiriye, şeva borî jî em bi girtina kanalê hatibûn tehdîtkirin. Ger biryara girtina wan kesan hat dayîn emê hemû tiştekî eşkere bikin.’’ Parêzgarê Silêmaniyê jî biryar da derbarê bûyerê de lêkolîn bê kirin û lijneyek bê pêkanîn.

Lê belê Rêveberê NRTê Tiwana Osman lijneya lêkolînê red kir û got: ‘’Em bi lijne û lijnekariyan razî nabin, ji êrîşa ser NRTê YNKê berpirsyar dibînin. Ji ber li Silêmaniyê YNK hêza yekem e, heta ew kesên beşdarî bûyerê bûne neyên eşkerekirin ew berpirsyar in. Herwiha ger di zûtirîn dem de wan kesan negrin, emê pirsa xwe bighînin saziyên navdewletî û divê ew werin bi awayekî yeksan lêkolînê bikin û kesên tawanbar bidin dadgeha navdewletî.’’

Radyo û Televizyona NRT ji aliyê Kompanya Nalya ve hatiye damezrandin û çend roj dibe dest bi weşanê kiriye, piştî bûyerê heta kanala navbirî tê nûkirin dê bi rêta internetê bûyeran veguhêzin.

http://www.rudaw.net/kurmanci/nuce/5870.html

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.