Ziman û Xwendin
Ez di vê nivîsa xwe de dixwazim li ser têkiliya ziman û xwendinê rawestim.
Hinek mînakên ku bala min kişandine ez dê bi we re parve bikim. Ev demek dirêj e(2004) min peywira mamostetiya zaravayê Kurmancî girtiye ser milên xwe. Ez mamosteyekî wisa me ku her dem xwe weke şagirtekî dihesibînim. Ez ji xwendekarên xwe fêr dibim, xwendekarên min jî ji min.
Dema ez zarok bûm, rojek mufetîş(çavdêr) hatibû dibistana me, pirsek wiha ji me xwendekaran kiribû: “ Heke perê we hebe hûn dixwazin çi bistînin?” Herkesê li gora dilê xwe bersivek dabû. Min jî wiha got: “ Heke derfetên min hebûna, min dê pirtûkxanek ji xwe re çêkira.” Ev daxwaza xwe piştê sî salî min anî cî. Di jiyana xwe de min her dem dîtiye ku xwendin ji ziman re gelek bi sûd e. Ez her dem çîroka xwe û mamosteyê xwe yê Tirkî dibêjim. Di pola şeşan de mamosteyê me ji me xwest ku bi Tirkî em kompozîsyonek binivîsin, lê me nikarîbû binivîsin, min kêm puan girt, ez girîyam û çûm cem mamoste, min got: “Ez jêhatî me, ji kerema xwe re bêje ka çi pêwist e ez dê bikim.” Mamoste got: “ Ji bo mirov zimanek baş fêr bibe, divê mirov bi wî zimanî pirtûkên çîrok û romanan bixwîne.” Mîn bi ya mamoste kir. Wê demê derfetên min yên pirtûkkirînê tunebûn. Ez çûm pitûkxana gel ya bajêr ku li ser derê Mizgefta Mezin e, çi pirtûkên bi dest min ketin, min xwendin. Ez karim bêjim ji “Don Kîşot” a Cervantes bigre heta klasîkên wêjeya Ewropî, romanên Vîctor Hûgo, Balzac, Jan Pol Sartre hwd. Ji wêjeya Rûs Dostoyevskî, Tolstoy, Maksîm Gorkî hwd. Ji wêjeya Emrîkî John Steînbeck hwd. Ev xwendina min sê sal ajot. Yanî pola şeş, heft û heştan bingehek baş da min. Bi xêra vê xwendinê, bi hêsanî ez bûm mamosteyê zimanê Tirkî. Ez vê tecruba xwe bi gelek xwendevan û hevalên xwe re parvedikim.
Niha heman tişt ji bo zimanê Kurdî bi kar tînim. Ev çend sal in ez weşanên Kurdî dişopînim. Weşanxana Lîsê bi navê pirtûkxana Ehmadê Xanî gelek klasîkên Kurdî ku di nav de pirtûkên Cîgerxwîn, Erebê Şemo, Osman Sebrî, Mahmûd Baksî, Nûredîn Zaza û hwd. hene weşand. Bi rêya vê nivîsê ez ji rêveberên weşanxaneyê re spasiyên xwe pêşkêş dikim. Projeya wan ya wergera klasîkên cîhanê jî bi kêfxweşî dişopînim. Ji niha ve deh pazdeh pirtûkên vê projeyê weşîyane. Bi hêviya sedan pirtûkên nû ji wan re serkeftin dixwazim. Ez vê demê pirtûka “Don Kîşot” a Cervantes wergera weşanxaneya Dozê dixwînim. Wergêr Serdar Roşan e. Ez dixwazim ji wergêr û rêveberên weşanxanê re spasiyên xwe pêşkêşbikim. Lê dixwazim li ser du sê xalan rawestim. Zimanê wergêr pir xweş e. Bes peyvek du peyv li gor devokî hatiye nivîsîn. Cînavka pirjimarî ya kesê duyemîn “hûn” wek “hon” hatiye bikaranîn. Ya din jî ev e: Ji zarokên bira re “Birazî” tê gotin. Wergêr ji biraziya Don Kîşot re gotiye “xwarziya” wî. Wekî hûn dizanin ji zarokên xwişkan re xwarzê tê gotin.( Don Kîşot, Cervantes Weşana Dozê 2007 r.49-50) Li vir dixwazim ji pirtûkxana Avesta re jî spasiyên xwe pêşkêş bikim. Bi rêya wan em digihîjin gelek berhemên hêja. Bi saya wan û weşanxaneyên din yên kurdan wek Komal, Belkî, Do, Deng, Nûdem, Enstîtuyên Kurd, kovarên Kurdî Wek W , Zend , Nûbahar, Gulîstan, Rojakurd, Tîroj, Dema nû, Nûdem, Rûdaw, Le Mond Dîplomatîk hwd. Ez niha dixwazim li ser ferhengên Kurdî-Tirkî rawestim. Mînakek bala min kişand, min lêkolîn kir. Di kovara Tevkurdê, hejmara çaran de ( r.2) peyva “îdrak”ê ya Erebî ku di Kurdî de wateya wê têgihîştin e, wek “îdraq” hatibû nivîsîn. Min bi Seydayê Dilkanî re xeberda, gelo “îdraq” rast e? Got: “ Na, ne rast e.” Dî “Elmuncid” ferhenga Erebî(r.210) de koka vê peyvê “dereke” ye. Bi rastî li tevî ferhengên ku ez gihîştimê çewt hatiye nivîsîn. Ferhenga Mezîn ya Zana Farqînî Kurdî-Tirkî(r.875), ferhenga D. Îzolî ya Kurdî-Tirkî (r.210) hwd.
Bi kurtî mebesta min ji van mînakan ew e ku em bixwînin wê baştir be. Ger em dixwazin zimanê xwe pêş ve bibin, em serkeftî bin divê em bi zimanê xwe bixwînin, binivîsin û bipeyîvin. Ji bo xwendin, nivîsîn û axaftina bi zimanê me, em li hêviya çi ne? Ger li benda destûra dewletê ne, em dê pir hewa bistînin, na, ku li hêviya şoreşgerên Tirkan bin ew jî vala ye. Roja çardehê Adarê li Sendîka Mamosteyan(Egîtîm-Sen) panelek bi navê”Tekoşîna Demokrasiyê û peywira Rewşwnbîran” hebû. Di panelê de panelîstan bi Tirkî axaftinên xwe pêşkêşkirin. Panelîstan gotin em bi rêzdarî tevdigerin, yek Tirkek jî hebe em dê bi Tirkî pêşkêşbikin. Min mafê axaftinê girt û got:” Baş e, hûn dê kengê ji mafê xwe re rêz bigrin. Li Enqerê Komela Mafê Mirovan civîna xwe çêdike, Wedat AYDINê pakrewan bi kurdî diaxive. Parêzer Ahmed Zekî jî werdigrîne Tirkî, tevî vî awayê jî Demokrat û şoreşgerên Tirk hêwana kongreyê terk dikin. Li ser vî Dewleta Tirkan pêvajoya kuştina Wedat dide destpêkirin heta çend meha (1’ê Tîrmeha 1991) wî dikuje. Ka emê kengê bi Kurdî biaxivin? Li Enqerê dewlet nahêle li vir jî rêzgirtina me nahêle. Piştê vê axaftinê me dît ku hinek hevalan me mafdar dîtin. Bi hêviya helwestek xweş ber bi zarê şêrîn yê Kurdî ve, bimînin di xweşiyê de.