Ana içeriğe atla

Hevpeyivînek bi nivîskar Dilawerê Zengî re/Demhat Dêrikî

W: Mamoset ji salên heftiyan were cenabê we di nava cîhana nivîskartiyê de ye. Li ser deşta vê cîhanê we; cotkir, tov reşand, berhem wergirt û hêjî ev lebat, kar û bizava we berdewame. Gelo, ji encama van salan, hûn dikarin (bi kurtî be jî) behsa rewşa wêjeyê li rojavayê kurdistanê bikin, yan jî, piştî şerê cîhanê yê duyemîn û heta îro wêje li rojava di çend qonaxan re derbas bû?

B: Di nerîna min de, di serî de, qûnaxa yekemîn ji piştî rawestandina tevger û şoreşên kurdî û damezrandina civata Xoybûnê destpêdike. Ev qûnax qûnaxeke pir hêja û giring e. koka dîroka wêje û rewşenbîriya Kurdî li rojavayê Kurdistanê ji vê dîrokê destpêdike. Hêjaye em hinekî li ser vê qûnaxê rawestin

Di 5ê çiriya pêşîn sala 1927an de civata Xoybûnê li Bihemdûnê- Libnanê hat damezrandin. Di wê demê de, Sûriyê di bin sîdariya Firensîzan de bû. Ew penaberên ko li Şamê civiya bûn û bi çek ne gihiştibûn armanca xwe, ji xebata xwe bêhêvî nebûn. Dest avêtin pênûsê û bi xebata li ser ziman, forlklor û wêjeya Kurdî dest pê kirin.
Tevger û xebata pêşî bi destê Bedirxaniyan hate kirin û li ser serê wan mîrê ronakbîran, rêber û pêşengê hêja, zimanzanê yekta Celadet Alî Bedixan (1893-1951).
Di roja 15ê Gulanê sala 1932an de Mîr Celadet Alî Bedirxan hejmara pêşî ji kovara Hawarê derxist. Pê re alfabeya xwe ya Latînî û çend pertûkên li ser ziman di bin navê weşanên kitêbxana Hawarê(1932-1943) belavkir. Di riya kovara Hawarê çend navin gewre di gasîna toreya Kurdî de hatin naskirin. Ji wan navdaran Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, Qedrîcan, Hesen Hişyar, Ehmedê Namî, Cegerxwîn û Kamîran Bedirxan….hd. Ev qûnax bi van ronakbîran û bi berhemên wan hate naskirin.
Ev gûnax gûnaxa hişyariya hest û ramana neteweyî ya rizgarkirina Kurd û Kurdistanê bû. Berhemin hêja di warê dîrok, ziman û toreya Kurdî da afirandin. Folklorê Kurdî ji qûnaxa devkî derbasî qûnaxa nivîskî kirin. Folklorê Kurdî ji windabûnê rizgarkirin. Raman, hizir û bîrweriya mirovî di koda Hawarê de meyandin. Zaravayê Kurdmancî hem ji mirinê riha kirin hem jî rewan û canekî nû danê.

Di 1ê Nîsana 1942an de Mîr Celadet Alî Bedirxan hejmara pêşî ji kovara Ronahî belavkir. Ewê Kovarê nûçe û salixdanên şerê cîhanê yê didiwan bi wêne, digel gelek nivîsên hêja di warê folklor, tore û rewşenbîriya Kurdî de belavdikirin. Em dikarin bibêjin herdû kovar (HAWAR û RONAHÎ) Qur’ana zimanê Kurdî ne.
Hêjayî gotinê ye, ko ev qûnaxa dîrokî bi qûnaxa Bedirxaniyan bê binavkirin. Ji ber ne tenê xebata wan diber çand û toreya Kurdî de cihê serbilindî û şanaziyê ye. Belê, di geşkirina hestê neteweyî de rol û bandûreke pirî mezin di civaka Kurdî de lîst. Tîrêjên vê akamê bi xurtî li raman, hizir û jiyana civakî ya Kurdan kir.
Di vê demê de li Libnanê nivîskar û zimanzan Dr. Kamîran Bedirxan (1895-1978) kovara /Roja Nû/(1943-1946) û rojnama /Stêr/ derdixist. Ev berhem li nav Kurdên rojava dihatin belavkirin.
Di sala 1932an de li şarê Hisiçayê Komela(Civata arîkariyê ji bona belengazên Kurd li Cizîrê) hate damezrandin. Evê Komelê armanc û sedemê çêbûna xwe di kovara (Hawar)ê hejmara:2 ya ko di 1-Hizêranê 1932an de hatiye weşandin, dide diyarkirin.
Li bajarê Şamê xortên Taxa Kurdan Nadî Henano damezrandin. Gelek xortên Kurd li dorê di civiyan. Xebata wan geşkirina hestê neteweyî û hînkirina zimanê Kurdî bû.
Di sala 1939an de li bajarê Şamê li taxa Kurdan komela (Yekîtiya xortan) hat damezrandin. lê, evê Komelê pir dirêj nekir, li ser destê nivîskarê Navdar Osman Sebrî û Nûredîn Zaza navê xwe guhertin, navê (Nadî Kurdistan) li xwe kirin.
Di nîva salên sihî de li bajarê Amûdê (Nadî Ciwan Kurd -Amûde) hate damezrandin.
Tiştê balkêş di van tevgeran de ramanin nû bi xwe re anîne meydanê mîna; Bi miletê Kurd dan zanîn ko bi zimanê Kurdî jî dikarin zarokên xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin. Baweriyeke nû afirandin û dan zanîn ko xortên nû dikarin têkilî tevgerên rêzaniya welatê xwe bibin, dûrtir binêtin.
Di sala 1937an de Civata Azadî û Yekîtiya Kurdan hate damezrandin. Piştî ko Sûriyê ji bin destê sîdariya Ferensa rizgar bû û qedera gelê xwe bi dest xwe xist, alîkarî û piştgiriya Kurdan ji xwe re jibîr kir. Hemû civat û libatên Kurdan hate qedexe kirin. Girtin, binçavkirin û setemkarî ma para mirovên welatperwer. Ziman, tore, çand û çapemeniya Kurdî jî qedexe kirin.
Di sala 1951ê de li parêzgeha Helebê (Komela rewşenbîrî) hate damezrandin.
Di sala 1953an de Edîb Şîşeklî, Sûriya xist bin rejîmek leşkerî û bû serekkomarê welêt. Bi hatina leşkeran zoreke mezin ket ser welat û gelê Sûriyê.
Di sala 1953an de ‘Civata Yekîtiya xortên Demokrat ên Kurd li Sûriyê’ hate damezirandin.
Ji xebatên Civatê yên herî giring, xebata li ser çand û xwendina Kurdî bû.
Di sala 1955an de li bajarê Şamê li mala nivîskar Osman Sebrî komela (vejîna çanda Kurdî) (Encûmen) hate damezirandin.
Di sala 1956an de li bajarê Helebê Komela (Zanistî û alîkariya Kurd) hate damezirandin.
Evê Komelê mîna yên berî xwe, xwendina zimanê Kurdî kiribûn barê xwe, û çend pertûkên hêja dan çapkirin û belavkirin.
Di sala 1957an de Partiya Azadî li bajarê Qamişlo hate avakirin.
Di 14ê hezêrana sala 1957an de partiya Demokrat ya Kurd li Sûriyê hat damezirandin. Qûnaxeke nû di civaka Kurdên binxetê de dest pê kir. Belavokek bi navê /Dengê Kurd/ bi zimanê Kurdî derxistin. lê, mexabin piştî hejmara sisiyan bi zimanê Erebî derket. Osman sebrî di wê navê de çend pertûk û elfabeya Kurdî belavkir.
Rewşa Sûriyê ji sala 1954- 1958an de û berî yekîtiya di navbera herdû hikûmetan Sûriyê û Misrê de çêbibe, gelê Sûriyê di bin siya hikûmeteke welatî û perlemanî de, jiyanek hinek xweştir di warê siyasî, civakî û wekhevî de dijiya. Lê dîsa jî gelê kurd ji hemî mafên xwe bê par bû.
Qûnaxa diwemîn piştî damezrandina Partiya Demoqrat sala 1957an de destpêdike.
Rewşa gelê kurd ya jeopolîtîkî û dabeşbûna wan, kiriye ku rewşa toreya Kurdî bi giştî wekî rewşa ramyarî û civakî be.
Di civaka her miletekî de pêwîste rêxistin û dezgeh bêne avakirin. Bêdiro! dibin siya rejîmên setemkar û zordar de jiyan ne azad û ne serbest e.
Lê neyê wê wateyê ko li hemberî vê rewşa heyî em bêçare bimînin. Belê giring e ko em dezgehên civakî û rewşenbîriyê avabikin riya xebatê ji nifşên pêşerojê re dûz bikin. Lê mexabin piştî damezrandina Partî ewan jî tu liv û kar ji bo rewşenbîriya Kurdî nekirin. Pirtir karê wan rewşa siyast û siyasetvaniyê bû. Tenê di wê demê de kovara Agahî bi destê Hesen Hişyar bi hejmarin hindik derket. Ev rewş weha bêdeng dimîna ta bi dawiya salên şêstî. Belê, ji bilî çend berhemên Osman Sebrî û dîwanên Cegerxwîn tu berhemin balkêş nehatin meydanê. Di wê demê de bi destê helbestvanê gewre Cegerwîn kovara Gulistan ew jî bi hejmarin pir hindik derdikeve. Dîsa rewşa wêjeya Kurdî bêdeng dimîne ta bi dawiya salên heftiyan kovara Gelawêj derdikeve û di dawiya salên heştiyan kovar Stêr û wehareng e çend kovarên din derketin. Ev qûnax bi lawazî xwe dihingêve salên 1985an .
Ji sala heştê û pêncan û bi vir de qûnaxa siyemîn destpêdibe. Ev qûnaxa siyemîn çapemeniya Kurdî ji bilî kovar û rojnameyan bi dehan pertûkên kurdî di warê ziman, helbest, folklor, şano, roman û dîrokê de hatin weşandin. Lê mexabin ev tevger û bizava rewşenbîriya Kurdî ne di riya karê hevbeş, xwedî dezgeh, civet û komele û rêxistina bû. Pirtir bi destê hin nivîskar û pirtûkfiroşan dihat kirin. Hêjayî gotinê ye ko di vê qûnaxê de berhemên ko dihatin belavkirin du beş bûn; beşek jê kovar û belavokên partiyan ên siyasî bûn û beşê dî serbixwebûn. Bi derketina van berheman tevger û bizaveke wêjeyî pir hêja peydabû û bandûreke bi enmac li civaka kurdî kir. Kesîniyeke wêjeyî ji bo Kurdên rojava avabû. Rewşenbîrin xwedî nav û nîşan di gasîna wêjeya Kurdî de peyda bûn. Ev xaka beyar ko bi tovê /Celadet, Dr.Kamîran, Rewşen Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrîcan, Nûredîn Zaza, Cegerxwîn, Tîrêj, Bêbuhar, Namî, Hesen Hişyar, Nûriyê Hesarî, Ehmedê Palo, Keleş, Ehmedê Şêx Salih û….hd./ hatibû çandin di roja îro de berê xwe wergirt.
J hêla din, ta bi vê rojê, hikûmeta Sûriyê, ji bo rewşenbîriya Kurdî tu gavên li pêş ne avêtiye, û ne jî rêdaye ko dezgeh, civat û komeleyên Kurdî bi şêweyekî fermî bête avakirin. Siyaseteke şovînî, çewt û xerab li hember Kurdan dajo. Siyaseta Erebkirin berdewame. Xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî, çapkirina pertûkan, kovar û rojnameyên Kurdî qedexeye. Lê dîsa xêra xwedê ye ko mirov hene kar û xebata xwe de berdewamin û di bin bask û ûştê van nîran de berhemên xwe belavdikin.

W: Rola kesatiyên wek; Celadet Bedirxan, Nûredîn Zaza, Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj…di van qonaxan de çi bû û bingehek çawa li rojava danîn?

B: Hebûna mirovekî ji binemaleke mîretî û xwedî rewşenbiyeke bêhempa û hemdemî û xwedî kedeke temîz û bejneke bilind ez bawerin wê roleke xurt û bi encam li civata kurdên rojava hebe. Mirovê gewre xwedî rol û bandûreke gewre ye. Bi xwendevanê xwe re rastgo û xwedî hestekî nazik û pir sade bû. Bi erk û berpirsiyarî li rewş û awayê kar û xebat, ziman û wêje, serhawe û berhawên Kurdî dimeyzand. Hostê çêkirina peyva nûjen bû. Xwedî ferheng û azîn bû.
Xebata vî ronakbîrî pir berfireh û ber biçav bû, rehên xwe bera civaka Kurdî dabû. Ji hêlekê de, bibû mak û dibistaneke serbixwe ji hemû rewşenbîr û nivîskaran re, û ji hêlekê din de, ramana neteweyî, zanîn û hişyarî di nav gelê xwe de dida belav kirin. Mirovekî ne heyranê kesatiya xwe bû; ji tinebûna nivîskaran di bin gelek navan de behemên xwe di kovara Hawarê de belavdikir. Wêjeyeke hemdemî û nûxwazî afirand. Zimanekî wêjeyî avakir. Sermiyanê wêjeya nuhkirî bû. Di nav civata Kurdî de xwedî rûmetbû. Xwedî navekî pîroz bû. Bi saya serê wî kurda navên Kurdî li zarokên xwe dikirin. Bi cîhanê û bi herkesî da zanîn ko Kurd neteweyekî xwedî ziman, dîrok û xak e. Xwedî şaristaniyeke dewlemend û di dîrokê de kevnar e.
Nûredîn Zaza xortê herî biçûk ko di kovara Hawarê de nivisand. Digel Qedrîcanî bi xurtî guh da nivîsandina çîroka Kurdî û li giringiya wergerandinê bo dewlemendiya zimanê Kurdî zû haybû. N.Zaza mîna Çexovê Kurdan hate binavkirin. Li gorî çaxê xwe xortekî hemdem û modern bû. Xwedî ked û bizaveke çandî berbiçav bû. Bandorek wî xurt li kurdên Şamê hebû. Çend civat û komele li darxistin û damezrênerê Partî yê pêşî bû. Xebata wî dihat wê yekê ko em Kurd dikarin bi zimanê xwe bixwînin û binivisînin. Pênûsa wî pir bi hostayî û zanebûn dihate bikaranîn. Zimanê wêjeyê pir rewanbêj û sade û xweş bû.
Seydayê Cegerxwîn yekemîn helbestvanê Kurd e ko nav û dengê wî li herçar percên Kurdistanê belev bibû. Helbestên wî li ser zar û zimanên her kesî dihat gotin. Ez bawernakim ko helbestvanekî din mîna Cegerxwîn xwedî vê akam û rolê di nav kurdan de hebe. Helbestên Cegerxwîn û Tîrêj roleke mezin di geşkirina hestê neteweyî û hişyariya Kurdan de lîstin. Mexabin, di wê demê de, zimanê Kurdî pir bêqîmet bû. Guhdan û qîmeta zimanê Kurdî nebû. Ne herkes bîra Kurdayetiyê dibir. Bi saya van ronakbîran, bi bizav û tevgera wan, hezkirina Kurdayetiyê kete dilê gelê Kurd de. Ew mejiyê kevneperest û tevna gemara salan ji ser û guhê gelê xwe paqijkirin. Herdû helbestvanan /Cegerxwîn û Tîrêj/ xwedî û siwarê helbesta Kurdî ya resen in. Helbesta Kurdî ji peyrewtiya helbesta Erebî rizgarkirin. Di bin baskên van herdû bazan de gelek xortên nûhatî fêrî perwaze û firê bûn. Fêrî hûnandina helbesta Kurdî bûn. Rê û şop li pêşiya helbesta nûjen dûzkirin. Bûne bingeh û bihnokek di nav bera herdû qûnaxan de qûnaxa helbesta Kilasîk û ya nûjen. Di roja îro de bi dehan xortên kurdan helbesta nûjen dinivisînin. Eger ew bingeh nebûna me nikarîbû helbesta nûjen ava kirba. Ez bawerim her afrandekek palvanê encama ramana mirovên berî xwe ye.

W: Mamoste, wek hûn jî baş dizanin wêje pir şaxên (Helbest, Dastan, Çîrok, Roman…) xwe hene û di dîroka wêjeyê de, wêje karî bandora xwe li civakan bike, gelo di nava van salan ev li rojava çawa bû?

B: Wêje mîna hemû heyîn û hebûnên mirovatiyê ye. Teqez afrîna mirov e. Azîn û rêzaniya xwe ji kûrahiya jiyanê werdigre û hunerên wêjeyê haydarin bi can û bi rewan in. Li tevna sawêr, hest, sewdan û ramanên mirov ve divalqilin û lê dihingivin. Çi karê wêjeyê be bi nivîsîna gotinê dest pê dibe û xêzik û rêzikan jiber dike. Karê wêjeyê hunermandan hînî afrîn û afrandinê bike; bê çawa ji karê xwe hunereke bêhempa û ferzende bihûne… wêje razek ji razên qeşengî û sipehîbûna hunermendê xwedî berhem e.
Di dema Kevin de, wêjeya devkî di bîr, hizr û ramanên mirov de cih digirt. Di roja îroyîn de, û bi saya van ronakbîran, bi xurtî di gasîna cîhana nivîskî de cih girtiye û nema tirs ji windabûn û berzebûnê heye. Berî hertişî ûştê zimanê nivîsînê pêwîste. Eger ev ûşt peydabû wêgavê bi wî zimanî wê bikaribe ahîn û kulên xwe, ahing û fîxanên hundirê xwe pê bîne ziman, hingê ew hunermend, nivîskar û wêjevan dikare hunera nivîskariya xwe ji xwendevanê xwe re diyar ke. Bêdiro wê gavê dîtin û nerînên nivîskar rol û bandûra wî li civakê diyar dibe. Çiqas ew nivîskar xwedî rol û bandûr be ewqasî berpisiyariya wî di civakê de mezin e. Divê çekê wêjevan peyva rastgo, xweşik û spehî be ya ko bi wê şêwe, naverok, nerîn û dîtinên xwe bigihîne rewanê xwendevan. Wêje zanîn û nasîn e. Şaxek ji şaxên gulistana huneran e. Bi ziman û gotinan ava dibe. Belê ziman wêjeyê dike huner mîna deng û awazan mûsîqa çêdike û dike huner, weharenge reng hunera wêne û tabloyan çêdike. Bêguman wêje yek ji hunerên qeşengiyê ye.
Dîroka wêjeyê bi dîroka zanîn û têgihiştina mirov ve girêdayî ye. Pêşketina miltan bi pêşveçûna wêjeya wan ve girêdayî ye. Bêdiro, wêje çekek ji bo guhertina civakan, çêkirina miovan û rewşa civatê ye.
Wekî me gotî: wêje di qûnaxa yekemîn de bi dewlemendî kete çerxê. lê qûnaxa siyemîn yek ji sedî ji qûnaxa yekemîn pêşde navêtiye. Ew jî gelek ûşt û sedemên wê hene. Di baweriya min de ûştê rasterast siyaset û rewşa gelê Kurd e. Lê, ji alî wêjeyê ve, di qûnaxa siyemîn de para helbestê pir ber bi çav bû li hemberî kêmbûna çîrokan û tunebûna roman û dastanan ev jî kêmasî û seqetkirina rol û bandûra wan dide xuya kirin.

W: Di nava vê pêvajoyê (ji sala 1977 heta sala 2010) de mamoste Dilawer Zengî xwe çawa dibînê, anko we çikir, we çi dixwest bikin, xewn û aşopên we çi bûn, çi pêk hat û çi na?

B:Berî her tiştî ez xwe sûbayekî nûhatî di derya zanîn û rewşenbîriyê de dibînim. Tu sînor ji kar û xebatê re nîne. Ta ez hebim û li gorî karîna xwe, ezê xwe xemxur û pasevanê wêje û rewşenbîriya Kurdî bibînim. Di qûnaxa xebata sih û sêsaliya min de, ta bi vê rojê, min di nav berhemên xwe; afrandin, wergerandin, komkirin û amadekirinê de li dora bîst û heft /27/ pertûkan çapkiriye. Ji bilî wan; Bi alîkariya min li dora du sed pertûkên nivîskar û helbestvanan hatine çapkirin.
Min pênc pertûkên seydayê Tîrêj; Xelat, Zozan, Cûdî, Serpêhatiyên Kurdan- beşê didiwan û Mewlûda Kurdmancî pêşgotin ji wan re nivîsand û ji tîpên Erebî veguhest tîpên Latînî û çapkir.
Ez xwe bextewer dibînim ko bi destê min sê pertûkên Mîreka Kurdan Rewşen Bedixan hatin çapkirin û belavkirin; /Bîranên min-Salih Bedirxan. Name bo Mistefa Kemal paşa-Celadet Bedirxan û Bîranînên jinekê-perçê didiwan-/.
Min dîwana pêşî ya seydayê Bêbuhar /Zindan/ pêşgotin jê re nivîsand û çapkir.
Bi dehan xelekên fêrkirina zimanê Kurdî li bajarê Şamê min lidarxistin û gelek keç û xortên kurdan hînî zimanê Kurdî kir û min /Rêzname/- yek amadekir ji bo her şagirtekî ko qursa ziman xelas bike werbigre. Bi dehan min semînerên rewşenbîrî li herêmên Kurdî û li başûrî Kurdistanê li darxistine. Ez yek ji endamên komîta xelata Osman Sebrî me. Min rolek mezin di danasîna pirsa Kurdî û rewşenbîriya wê di nav rewşenbîr û ronakbîrên Ereb de lîst, nemaze piştî wergerandina hin pertûk û babetên giring li ser wêje, folklor û rewşenbîriya kurdî belavkir..
Tiştê min dixwest bibe û nebû eve; yek jê avakirina makek rewşenbîrî ko rewşenbîr û nivîskarên me di riya dezgeh û civatan re kar û xebata xwe bikin. Min û seydayê Tîrêj û helbestvan Mihemed Eliyê Heso û hin biraderin din xebat di ber vê daxwazê de kir lê neçû serî. Sedemê sereke ko nehiştin ev kar here serî dixsokî û çavnebariya hin nivîskaran bû. Bê çewa heşt çapxane li Şamê (ko pertûkên Kurdî bi dizî çapdikirin) bi destê wan kesan hatin girtin û ezyeteke pir mezin gihan xwediyên wan çapxanan û gihandin me weha li pêşiya vî pirojeyî jî sekinîn û beravêtî kirin. Mexabin îro jî li ser rûyê malperên Kurdî xwe dikin lehengên wêjeya Kurdî û rasterast vir û bêbextiyan jî dikin.
Ya din vekirina weşanxaneyek Kurdî. Lê, sed heyf me nikarîbû ev herdû gav pêkbanya. Wek me gotî sedemên wê gelekin kul û derdên me pirin.

W: Jibo wêjeya kurdî, berhemên wêjeya kurdî di nava wêjeya cîhanî de cih bigirê, pêdiviya zaraveyek yekgirtî heye, lê heta îro em êşa wê dikişînin, ev êş wê çawa were dermankirin, çaresrî çi ye û her yek dibêjê dengê dehola min xweştir e?

B:Berî hertiştî ji ber rewşa me ya awarte di warê perçebûna Kurdistanê de ji hêlekê, ji hêlekê din, ji ber rewşa kurdî ya siyasî û civakî em dûrî wêjeya cîhanî ne. lê ji bo pêdiviya zaraveyekî yekgirtî birastî ez jî xwediyê vê nerînê me ko divê û pêwîste zaraveyekî wêjeyî yekgirtî me hebe. Di baweriya min de çareserkirina wê ne di riya partî û siyasetvanan re ye. Lê, di riya danûstendina zimanzan û kadroyên ziman re li korî Zanyarî Kurd çareser dibe.. ango divê biryar di destê zimanzanan de be ne karê siyasetvana ye. Lê sed heyf û mexabin biryar biryara siyasetê ye. Dahol dahola dijayetî û nakokî û berberîtiya navxwe ye. Ev jî dûrî karê zanistî û ziman û zanînê ye.

W: Jibo we navên; Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, xak û ziman tên çi wateyê?

B:
Ehmedê Xanî: Bavê ramana neteweya Kurd e.
Melayê Cizîrî: Teqez Mîrê helbesta Kurdî ye.
Xak û ziman: Hebûn û nebûna me ye.

W: Mamoste Dilawer niha bi çive mijûle, çi karî dike, gelo berhemine nû hene?

B: Min xwe ji nivîsandinê re vala kiriye. Çend karên hêja li ber destê min hene ez dixwazim wan bidawî bînim. Ew jî di warê wêjeya Kurdî de ne. Lê, ne bi awayekî kilasîk. Belê, bi şêweyekî nû û hemdemî ne. Pertûkek jî li ser dîroka Botan bi belgeyin dîrokî û bi agahiyin nû cara yekemîne ko têne belavkirin. Ev belge min ji gera xwe ya li Pertûkxaneyên Ewropa û Turkiyê peyda kirin. Ji hêlekê din çend pertûkên wergerandî ji zimanê Kurdî bo zimanê Erebî li ber destê min hene. Lê, sed heyf û mexabin ji ber rewşa çap û belavkirinê heta neha nehatine çapkirin û belavkirin.

Pir sipas bo bersivdana pirsan

Demhat Dêrikî

www.rojnamawar.com

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.