Ana içeriğe atla

Dialogeke banal di navbera Chomsky û guhdarên wî de

Lemonde Diplomatique Kurdî - Zimannas û çalakvanê amerîkî Noam Chomsky, li ser vexwendina Le Monde Diplomatique’ê di navbera 28’ê gulanê û 1’ê hezîranê de li Parîsê bû. Chomsky, li Théâtre de la Mutualité û li Collège de France, di salonên heta ber dev tije de, hin koferans dan. Di encama axaftinên wî de, nîqaşên bi guhdaran re rê li ber danûstandineke fikiran ya rengîn û dewlemend vekir ku li ser mijarên îro bû. Vane hin beşên wan axaftinan.

Beşdarek pirsa nebûna aliyê civakî ya di siyaseta ewropî ya aboriyê ya nuha de ji xwe dike. Chomsky analîzeke cuda ya vê rewşê peşniyarî wî dike.

Di pratîkê de, polîtîkaya ekonomîk a ewropî li gorî projeyeke civakî tev digere. Weke hemû projeyên civakî, armanca yên ku Ewropa li pey wan diçe, ew e ku îmtiyazan bidin hin kesan. Bi vê yekê jî hinên din mexdur dike. Ya ku Martin Wolf , aborîzanekî lîberal e, dîtî jî ev e: Ev bername bi kêrî bankayan tê û zirarê li xelkê dike. Tevî vê yekê, divê mirov bi tenê di warê aboriyê de, li ser vê mijarê pirsan ji xwe bike. Em li ser aboriyê bi pir hindik tiştan dizanin, lê qet nebe em bi nimûneya Keynes dizanin: Dema ku daxwaz kêm bibe û sektora şexsî pereyan lê ranezîne, ji bo hewildana mezinbûna aborî bi tenê rêyek dimîne, ew jî (zêdekirina ) mesrefên giştî ye. Divê ji nû ve aboriyê bilind bikin, da ku kar bidin xelqê û qebûl bikin ku ji bo demeke kurt budce li hev dernekeve. Ev tişt ji wan re baş e, ji aboriyê re baş e, û di dawiyê de lihevderneketina budceyê ya destpêkê jî telafî dike. Digel ku banqe hez ji enflasyonê nakin, lewre bêguman riskeke enflasyonê heye. Enflasyon weke îroj hindik be jî û encama wê hêdîkirina mezinbûna aboriyê û mexdûrkirina gel be jî, banqe dixwazin heta ku karibin enflasyonê kêm bikin.

Ji bo berdewamîya gotarê herin ser vê Linkê: http://www.lemonde-kurdi.com/dialogeke-banal-di-navbera-chomsky-u-guhda…

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.