Qebul nêkeno...
Havîn nivî bu.
Bawer dikim li serhedê edî mêrg hate chinîn. Ji zozanan jî gundî vegerîyan. Daket in.
Havîn ku hat; ji Ewrûpê jî rê dikevin, hinek berî didin welatê dûr û hinek jî yê nîzik dikin war ji bo demek Kurt.
Havîn germ e, havîn diperitîn e. Kela kela germê ku xwe da ser xwîdana enîya disheqit e.
Li Chewligê camerek bi brazîye xweve di mêrgê de qirimê dikishîne. Tirpana xwe li ba dike û karê xwe diqedîne.
Chima ku dem dema nimêjê ye.
Derbazê binê sîya darê dibin.
Camer cakêtê xwe radixe û dest bi nimêjê dike.
Brazî jî bi dizîka dikishê serê darê û ji xwere bê deng dimîne.
Camêr nimija xwe diqîne û destê xwe bervê jor radike, duayê xwe dike.
Dibêje;
"heqo heqo to esto. Homa, ez wezeno to duayê min qebul bikerî... amîn..."
Dema ku dibeje 'qebulbikerî' brazîyê wî vedigere bi dengek nerm dibeje;
"ez qebul nêkena...!'
Camer, dema kû; 'qebul nekena' dibihîse, caketê xwe bi hers ji erdê radike û;
''madem to qebul nekena ez ji torê nimêjo nêkena!''
Bi wî hêrsê berî dide gund.
Ew wer texmîn dike kû xwedê ji jêre gotîye qebul nakim.
Dema mirov difikre; ewqas tisht diqewimin ku mirov ji tu tishtekre edî ne bawerî tîne û nejî dikare qebul bike.
Dewê tirsh, tirsh e. Lê hinek însan henin tu car naynin zimên; xwedîyê ihtiras, bi kêmasîyên xwe dîsa jî qotan diqelishînin...Dewên wana her tim shirîn e. Ne qedr û ne jî qîmet zanin, poz bilind û bi xefr in.
Belê bi havînê dest pê kir û ez jî iro ji bo demek terim ba dostê xwe yê ku her tim dibeje serchavan qurban...
Ne xefir û ne quretî, her tim bratî, ji minra dibe rehetî.
Hevalbendîya 35 salan nazik e. Nazikî ji rêsenîya(esaletîya) însan tê.
Berê însan, dure sîyaset...
Havîna we bi dilê we...
Hetan demek din.