Ez jî mîna seydayê mezin rahmetiyê Cigerxwîn gotî dibêjim“HAWAR”e û wê „KÎ HILGIRÎ VÎ BARÊ MIN„ !
Ez jî mîna seydayê mezin rahmetiyê Cigerxwîn gotî dibêjim“HAWAR”e û wê „KÎ HILGIRÎ VÎ BARÊ MIN„ !
	Ez jî mîna sedayê mezin rahmetiyê Cigerxwîn gotî dibêjim“HAWAR”e û wê “KÎ HILGIRÎ VÎ BARÊ MIN” !
	Ez baverim, em ew kesên hinga ku ji Kurdistanê hatine û temanê me hingê 10 sal anjî zêdetir bû, em baş
	dizanin, dema ku meriv li nav mal, gund, êl, êşîr û bajarekî de tevî kulfetê xwe(dê, bav, kal, dapîr, xuşk,
	bira, ap, xal û hwd.) dijiya, divabû meriv xwedî baweriyekê be.
	Dîsa, me tevan ji şîretên dê û bavên xwe dizanîbû, gava baweriyeke merive têkuz tinebe, meriv nikare
	rêyek rast ji xwe ra kifş bike û di wê rê da bimeşe. Anjî gava meriv di rêyeke ku di nav çiyayê mezin,
	zinarê bilind, daristan, tije dirî, zil, sitrîn, kevir, deşteke tev sîlek, xwezaya asê de biçe û rêzanek bi meriv
	ra tûne be, meriv tûcarî nagihîje dawiya rêya xwe. Merivê rêya xwe winda bike, şaş bive û gelek caran jî
	ji ber astengî û pirsgirêken li ser rê peydabivin nikarîbe vegere nav mala xwe.
	Li welat divabû meriv di nav hemû tengasiyan de jî ji bîr, bawerîyen xwe ra xwedî derkeve, ji sed, hedên
	xwe derbas nebe û bi wê xebata xwe dilşad bive. Her weha hingê divabû ku meriv rumetê bide bawerîya
	xwe, wisa jî bide bawerîyên hemû kesên din, aşîtî û paqijiya xwezayiya li derdora xwe jî biparêze. Ji xwe
	meriv di nav van bingehan de jî dibîne ku, bav û kalên me hingê li Kurdistanê dibin hemû astengiya de jî
	çande û niştimanperweriya me diparastin.
	Lê, mixabin geleka ji me ew reseniya çande û niştimanperweriya bav-kalan li vê xerîbiyê ji bo
	berjiwendiyên mal, komel, dezgeh, rêxistin, keseyatî û neferên mala xwe nedane berdewamkirin.
	Birastî, dema ez bala xwe didime ser berxwedan, parastina çande, bîr û bawerîyen me yên li
	diyasporayê dilê min gelekî diêşe û timî dixwazim van pirsan ji xwe anjî ji we birêzan bikim:
	Gelo ji ber çê em ew kesên ku ji Kurdistanê hatine û piraniya me eva serê 35 salan zêde li Ewrûpayê ne,
	lê hêjî ji maf û kêmasiyên xwe yên çandî û kulturî ra xwedî dernakevin, hejmara zarok û ciwanên me
	Kurdan yên ku sed û hedên xwe nasnakin û êdî bi Kurdî nizanin nabînin, gelek ji me hêjî tenê bi
	“siyasetê” re eleqedar dibin, lê hêjî ne xwedî tifaqeke Kurdistanîne, em gelek caran pirsgirêkên xwe yên
	olî, civakî, netewîtiyê ji bîr dikin, em van derfetên ku tifaq, piştgirî, dîplomasî û lobiyên me Kurdan xurt
	bikin baş nasnakin, gelek ji me hêjî bi hemd naxwazin(nikarin?) bi zimanê netewiya xwe karbikin û zêde
	piştgiriyê didine asîmlasiyonê?
	Her weha çima hinek ji me hêjî fahm nakin, ka sedemên hinga ku em hevûdinê dibînin û em ji hevûdinê
	fedî dikin çine, em nabînin ew ziman û çanda ku bi ked, zahmetên bav-kalan hatiye parastin wenda
	diben, kalik û nebî çima nikarin ji zimanê hevûdinê fahmbikin, ji ber çê evqas kes û malbat têne
	guhastin, hew baweriya neferên kulfetê malê(dê, bav, kal, dapîr, xuşk, bira, ap, xal û hwd.) bihevûdinê
	tê, em jî mîna gel û civakên xelqê fahmnakin ku modernîtekirin û hemdemîmayîna nav-kulturê tenê bi
	siyasetê, xebata çend kesan, hebûna peran û dewlemendiya malê dinyayê nayê zemtkirin, ji ber çê bavkalên
	me gotine,”malê dinyayê qirêjan destane” û hwd.?
Belê Xuşk, bira û xwandevanên birêz,
	weke ku hinek ji we hêjayan jî dizanin, min bersiva gelek ji van pirsan, li goriya zanîna xwe, di gelek nivîs
	û nêrînên xwe yên ku heta vêga di nav mediyayên Kurdî de hatine weşandin(mînak : Hûn dikarin ji kerema
	xwe ra binêrin, yên ku min di sala 1994 de *1, sala 2002 de *2, sala 13.05.2005 de *3 û di sala 22.11.09*4 de nivîsandine.) de daye. Û ewên ku min ew hêja bibersiv nekirine jî dixwazim mîna ku sedayê mezin rahmetiyê
	Cigerxwîn gotî, dibêjim“HAWAR” e êdî kalik û nebiyên me Kurdan ji zimanê hevûdinê fahmnakin!
	 
“HAWAR HEWAR!
	Hawar hewar
	Hawar hewar!
	Van çûçikan
	Genmê me xwar.
	Talan birin
	Wan dexl û pez
	Çeper çirandin
	Ketne rez.
	Hawar hewar
	Hawar hewar!
	Van dijminan
	Qada me xwar
	Hawar dikim
	Ranabî kes
	Şêx û mela
	Û pîr û qes
	Bi xaç û xişt
	Û mizgevt û dêr
	Em xistine
Tora neyêr. “ Berdewama vê helbestê di *5 de ye !
„ KÎ HILGIRÎ VÎ BARÊ MIN
	Qet nerm dikî dilê neyar
	Ev gazî û hawarê min?
	Piştxûze, barê min giran
	Kî hilgirî vî barê min?
	Her roj û her êvar û şev
	Hawar û nalîn tên ji dev
	Guh nadine dengê me tev
	Heval û hem cînarê min
	Kurdên nezan û rê nenas
	Jar û reben,birçî û xwas
	Petrol di bin de,bê kiras
	Nabênî xweş vî karê min“ Berdewama vê helbestê di *5 de ye !
	Ez di dawiyê de dîsa weke ku min di gotara xwe ya di *6 de gotiye dibêjim, GAVA EM VAN ERKÊN XWE
	YÊN NETEWÎ NEYNİNE CîH, EM JÎ DİBİNE ALÎKARÊ HELANDİNA ÇANDE Û OLA KURDÎ YA HERÎ KEVNAR.
	Kemal Tolan
	04.07.10
	 
	Çavkanî*:
	1- Kemal Tolan, DENGÊ ÊZÎDIYA – Gulan 2606 hejmar 3 rûpel 18
	2- Kemal Tolan, http://www.avestakurd.net/arshiv/avesta31/kemal%20tolan.htm , Hejmar 31, 01 Îlon 2002
	3- Kemal Tolan, http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/hinek-pirsgireken-helandina-e…
	4- http://www.dergush.com/modules.php?name=News&file=article&sid=2143
	5 – http://www.tirej.name/cegerxwin/4.html
	6 – http://www.gelawej.net/kurmanci/modules.php?name=Content&pa=showpage&pi…
 
        
     
       
       
       
       
       
      