Serokê hukûmeta herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe ya rojnamevanî de ragihand ku, ew bondên petrolê yên ku hukûmeta herêma kurdistanê bi kompanyayên biyanî re muhr kiriye, hemû jî li angora qanûnê û destûrê ne.
Serokê hukûmeta kurdistanê holê jî da zanîn ku ,ew dê di sala bihê de dest pê bikin û petrolê bişînin derveyî herêma kurdistanê û li bazarên cîhanê bifiroşin.
Serokê hukûmeta herêma kurdistanê îro beşdarî di beşdarbuna bîranîna 60 min ya Ragihana Mafên Mirov de kir li bajêrê Hewlêrê ku hatibu sazdan.
Wezîrê petrola Iraqê Huseyn Şehristanî jî li bajêrê Qahîre di kongireyek rojnamevanî de ragihandibû ku, ew bondên hukûmeta herêma kurdistanê yên bi kompanyayên biyanî re hatine muhrkirin ne qanûnî ne.
Serokê hukûmeta herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di bareya bêjedanên Huseyin Şehristanî de got: Şehristanî çi dibêje bila bibêje, ji ber ku hemû bondên hukûmeta herêma kurdistanê li gora destûrê û qanûnê hatine muhrkirin. Me komîteyek jî ji bo vexwendina ewan bondan pêk anîye û niha ew karên xwe encam didin.
Pirsek di bareya dema şandina petrola herêma kurdistanê de ber bi bazarên cîhanê ve, ji serokê hukûmeta herêma kurdistanê hat kirin û wî jî weha bersiv da: hukûmeta herêma kurdistanê xwe amade dike, ku di sala bihê de petrolê bişîne bazarên cîhanê.. em dê di qonaxa yekem de rojane 100.000 bermîlan bişînin derve.pna
ji bo smailê giriki