Ana içeriğe atla

JI BO RAYA GIŞTÎ

Ala Kurdistanê Li Lozanê Bilindkin !

Wek tê zanîn kû dewleta Tirk a dagirker u hawbendin vî ên nîjadperestên Faşîst bi navê “İstiklal Savaşıyla kazandık… Lozan’a dokunulamaz!“ li Lozan 24. 7. 2005 xwepêşandin li dardixin. Em wek Komela “ AllIENCE DES KURDES “ Ji bo ev meşa nîjadperesta dewleta Tirk a Dagirker were rawestandin u meşek bi navê “ Peymana Lozan meşru nîne, pewîste were helwe?andin” pêk bînin, me ji bo destur xwestin serlidana sazîyê dewleta Sivisra ( Isvicre) kirîye.

Armanca me ji alîyek, bi riya kanunî meşa Dewleta Tirk bidin rawestandin, doz li dadga vekin u ji alîyê din jî meşa bi nave “ Peymana Lozan ne meşruye pêwîste were helwe?andin” amade bikin.

Me li Roja 24. 7. 2005 li Lozan demjimêr ( Seat ) 11 sibê heta piştî nîvro 15 bidomîne. Li meşê da, Ala u sembolên tu partî u rêkxistina neyn bilindkirin. Bi tenê Ala rengîn, ALA KURDISTAN were bilindkirin.

Ji bo beşdarbunek xurt, emê li gel PKE, Partî, Rêkxistin, Komel, Malper u mirovên welatparez ê Kurdistan peyvendi çêkin. Roja 24. 7. 2005, roja têkçun u şikestina zincîrên dagirkerî u serhildana serxwebun u Azadîya Gelê Kûrd u Kurdistane.

Rojhat Badikî
Bi Navê-Allience Des Kurdes

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.