Ana içeriğe atla

Urmiye di cuxrafiya siyasî ya Kurdistanê de (Besa 1)

Kurtiya Babetê

Berjewendiya neteweyî û parastina wê hegera destpêkî ya hemû kêşe û pirsgirêkên rojane ne. Pirsa Urmiyê û herêmê pirsa pêwendîdar bi tenahiya netewî, çarenivîsa cuxrafî û diyarî kirina tixûbên Bakûra Rojhilat ya Kurdistanê ye.

Di vê gotarê de em dê bi kurtî li ser rewşa cuxrafî, dîrokî û siyasî ya herêma Urmiyê ku bi Azerbaycana Rojava hatiye nav kirin, rawestin.

1. Cuxrafiya Azerbaycana Rojava (devera Urmiyê)
Parêzgeha Azerbaycana Rojava, ku lêreda em dê bi Parêzgeha Urmiyê bidin zanîn, li Bakura Rojhilata Kurdistanê û Bakura Kurdistana Îranê hilketî ye. Panahiya parêzgehê di gel Gola Urmiyê 43660 km e. Ev Parêzgehe 2,65% ji hemû axa Îranê û 8,4% ji xaka hemû Kurdistanê û 35% ji Kurdistana Îranê ye.

Parêzgeha Urmiyê ji bakur di gel Ermenîstan û Komara Azerbaycanê, ji rojava di gel bakura tixûbê dewletî yê Turkiyê û Îraqê, ji başûr Parêzgeha Kurdistanê û ji rojhilat di gel Azerbaycana Rojhilat û Zencanê cîran e.

Li gor statîkên fermî yên Îranê, Parêzgeha Urmiyê ji 12 bajar, 28 beş (qeza), 14 bajarok, 103 navendên gundan û 3227 gundan pêk hatiye û navenda wê bajarê dîrokî û stratêjîk yê Urmiyê ye.

Parêzgeha Urmiyê yek ji deverên çiyayîn yê Kurdistanê ye. Beşek ji çiyayê Agirî û herwiha dirêjiya bakurî yê rêze çiyayên Zagrosê bilindahiya wê deverê xemilandine û topogirafiyeke cur be cur bi deverê dane. Stirûktêra xwezayî ya deverê eko-sîstemên taybetî ji giya û şînkahiyên cur be cur li bilindahiyên cuda pêk anî ye, qatên cuda yên topografî pêk hatiye, ku bi şêweya daristan, giya, gulistan û şînkayî xuya dike. Devera Urmiyê di bin bandora av û hewayê Oqyanûs (behrên mezin)a Etles û behra Medîtiranê de av û hewayeke hênik û dilgir heye. Lê di zivistanan de bayê bakur dibe sebeba barîna befreke zor û sariya hewa.

2. Cuxrafiya Urmiyê
Bajarê Urmiyê, Wirmê, Oromiye, Rizaye (1930 - 1979) li devava Gola Urmiyê bi dirêjiya 70 km û panahiya 30 km hilketî ye. Vê gavê bajarê Urmiyê ji 13 deverên: şipîran, Soma, Biradost, Enzel, Kinar Beroj, Tirgewer, Deşt, Mirgewer, Deştebêl, Nazlû, Karxane Qend, Qasimlo, Berandêz û 789 gund hene. Di van gundane da 37 gundên Fela (Mesîhî), 59 gundên Misilman û Fele bi hev re hene. Feleyên Aramî regez yên Urmiyê xwe bi Aşûrî yan Asûrî nav dibin.

Gola Urmiyê, ku li serdema Sasaniyan bi Çî Çest hatiye li nav kirin û li serdema Aşûrî û Mêdya de bi Rîma, wate behra serhildana rojê hatiye nas kirin. Belkî ev nave hegera wê yekê ku Kurdistan welatê rojê ye, şirove biket. Gola Urmiyê li serdema Otosên pêk hatiye. Panahiya wê li havînê 4000 û li dema pir av jî 6000 km e. Navê Gola Urmiyê herwiha li serdema desthilata Îslamê Gola Sûr jî hatiye linav kirin.

Ava Gola Urmiyê gelek sûr e û xwêyê wê 2 car zêdeyî li avên Oqyanûsan e. Lewra tu masî an çermnerm û giya ji bilî Colbekêngewir têde najîn. Her ji ber xwêyê wê ye jî ku ava Gola Urmiyê qet nacemide. Di serdema berê de ji ber hegera madeyên di nav ava Gola Urmiyê de heye, ew ave cihê bala nexweş û nojdaran bûye. Li Gola Urmiyê 102 Giravên mezin û biçûk pêk hatine.

Li Urmiyê gelek serekaniyên avên paqij û xasmayî avên ku tê de Kilor û Bîkerbonat heye hene ku cîhê bala gelek torîstên navxwe yên welat e. Li jêr em dê navê çend serekaniyên Urmiyê nav bibin:

Kaniya Qizce
Ew kaniye li 27 km rêya Urmiye – Selmasê û 7 km ya Karxane Qendê hilketiye. Ava wê kaniyê ji du (2) cihan der dikeve. Li gor encamên taqîgehan, ava wê kaniyê Kilorîna Bikarbonat û Solfat û Sedîka bi Gaz û Gûgirdê ku di Gerikan de kom dibin û tên behrê jê wergirtin.

Kanya Heftava
Kanya Heftava li 50 km Başûra Rojavayê Urmiyê û li Mirgewer hilketî ye. Kanya Heftava bi Dermanava jî tê nas kirin. Di nav çem de bi panahiya 30 cm û hetanî 10 cm sereweyî ava çem bilqê lê dide. Ava Dermanava têkeliyek ji Bîkerbonatê (Klosîk û Sedik) û Gazdar e.

Kanya Zenbîl
Kanya Zenbîl li 36 km Bakura Rojhilatê Urmiyê, li devera Nazliyê hilketiye. Panahiya wê avê 4 metr û kûrahiya wê hetanî 25 cm ye. Bi awayekî berdewam gaz ji vê kaniyê derdikeve. Di her çirkeyekê de 10 lêtr av di vê kaniyê de derdikeve.

Li kevirên derdora wê kaniyê û herwiha binê kaniyê Oksîda Asin hatiye dîtin.

3. Kurtiyek ji dîrokê
Dibêjin neteweyek ku dîroka xwe nezanibe dîroka wê dubare dibe. Di dîrokê de em gelek caran şahidê dubare bûna dîroka Kurdan bûne. Şoreşa Şêx Seîdê Pîran, şoreşa Şêx Mehmûd, Simayîl Xan - Simko, çarenivîsa Komara Kurdistanê, heres anîna bizava gelê Kurd di sala 1975’an de, têkşikana serhildana gelê Kurd li Kurdistana Îraqê piştî şerê Îran û Îraqê, terora Dr. Qasimlo û hevalên wî li Viyenê Paytexta Austirya, rawestana bizava çekdarî li Kurdistana Îranê, revandina Ebdula Ocelan û çarenivîsa PKK’ê mînakên dubare bûna dîroka me ne.

Ewa ku dîrok çawa wan bûyerane bipêwe û qezawetê dê ser bike, erka me divê gotarê de nîne û ewa kar û erka karnasên dîrokî û pisporên siyasî ye. Di wî halî de eger em nekaribin dîrokê rexne bikin, em dikaribin hin dersan û hin rastiyan ji dîrokê hîn bibin.

Dîroka dûr û nizîk ya Parêzgeha Urmiyê pir e ji bûyerên hatî nas kirî û nenas kirî ji bo gelê Kurd. Devera Urmiyê yan Mêdyaya Biçûk cihê şer û lêkdana çendîn netewe û şaristaniyan bûye, berî ku bibe milkê Îranê û demografiya wê bi awayekî wiha diramatîk bihê guhorîn.

Li ber başbûna deverê ji bo kar û barên çandî û pezdariyê, gelek neteweyên dûr û nêzîk xwestine bibin hakimê deverê û Urmiyê bikene navenda hukimdariya xwe. Renge li ber vê jî be ku ev devere bo bajêrvaniya Mêdya hinde girîng bûye û navê Mêdyaya Biçûk bi xwe girtiye. Zor bûna berhemên çandniyê di deverê tevî Mezoptamiyayê bûye sedema peyda bûna ejmêr (Matmatîkê) di devera Mêdya de. Kurdistan û devera wan – Urmiye li ber hilkevta cuxrafî, bilindiya çiyayên xwe û têkelî di gel axa Mezopotamiya girîngiyeke mezin hebûye di pêşveçûna şaristaniyeta deverê û bûyerên wê herêmê.

Devera Urmiyê li gor şahidên dîrokî herêma serhildana çendîn ayîn û olên esmanî û mirovî bûye. Li dayîkbûna Zertoşt, Pêxemberê aştî û tenahiyê û pêkanîna ola: Fikra baş, peyva baş û kiryara baş ji van şanaziya ne ku îro hemû cîhan bi buhayên mirovî yên xwe dizane. Çîroka kirêva Noh Pêxember ji Dîcle û Firat destpê dike û li bilindahiya Agirî dawî pê tê. Piştî deshilatdariya Îslamê li ser deverê, hukimdaran bi çaveke taybetî mêzeyî vê deverê kirine.

Perçiqandin bi şêwaza Rojhilata Navîn, ku vê deverê jî digire ber xwe, belkî yek ji van mêzgehan be ku bi dîtina Marksîstan û belkî Marksî bi xwe jî bûye hegerê paşve mayîna herêmê. Li Rojhilata Navîn xweza û wîsta mirov gelek caran dijî hev radiwestin. Bûna hişkatiyê, cihê çere û xwarina pez li çiyayên bilind û baranên xurt û lehiyên mezin dibe sebeba vê yekê ku mirovê Kurd hawara xwe ji bo çiyayan bibe. Takê Kurd bi xwe nikaribe behrê ji hemû war û zozanan wergire. Lewra hewce bi hêzeke mezintir heye ku tê de axa û mîrên deverê behremend dibin. Dema Axa bû xwediyê hêza zordarî û ji bindestê Mîr û Padîşahan bo parastina berjewendiya xwe li hember cotkaran rawestan, siruştî ye ku xwe hakim bi ser qedera xelkê bizanibe. Piştî dabeşbûna Kurdistanê û nîve mikanîze bûna deverê û binav şoreşa Sipî ya Mihemed Reza Şah (1963 – 64), xwediyê axa û şêxan xwe xwediyê zeviyan jî zanîn û bi vî awayî "dîspotîzma" herêma Urmiyê yan Kurdistana Îranê bi giştî dest pê bû. Herêmek ku li ber dewlemendiya xwezayî hewcehiya hakiman bi mirov kêmtir dike, di rastî de dibe sebeba wê yekê ku hakim û dewletên deverê bi awayekî hov û dirindanetir bikevine giyanê xelkê û yariyan bi çarenivîsa wan bikin. Her wekî hetanî niha bi sedema hakim û deshilatdarên deverê biçûktirîn rêz ji bo mafê xelkê deverê negirtine.

Lewra di lêkolîn li ser herêmê de amaje kirin bi bûyerên dîrokî bê zanîna hegera wan tenê nabe sebeba bidestve anîna encamên dirust û helwêsta rast. Rewşa cuxrafî û topolografiya herêma Urmiyê buhayek dîrokî, şaristanî, aborî û stratêjîk hebûye ji bo wan deshilat û neteweyên ku hakimê deverê bûne.

Dîroka Parêzgeha Urmiyê vedigere bo serdema şaristaniya Mêdya. Piştî koçkirina Mêdya bo Rojhilata Navîn, ewan devera Rojava ya Gola Urmiyê girtin û li wir dewleta Mêdya pêk anîn. Piştî pêkhatina dewleta Mêd, herêma Urmiyê bi Mêda Biçûk hate nas kirin. Mêda Biçûk ji herêmên: Hemedan, Rey, Isfahan û Kirmanşanê pêk dihat.

Bi êrîşa Eskenderê Meqdûnî bo ser Îranê û dagîrkirina Îranê, Mêdyaya Biçûk li hember vê êrîşê berxwe da û serbxwebûna xwe parast. Rêberê wê serdemê yê serxwebûna deverê Atorpat bû û bi destpêkirina Padîşahiya wî, dever bi Atopartgeh hate li nav kirin. Vê herêmê di serdema Eşkaniyan jî serxwebûna xwe parast. Lê bi êrîşa Erdeşîrê Babekan, avakerê hikûmeta Sasaniyan devera Urmiyê hat dagîrkirin û serxwebûna xwe ji dest da.
Piştî deshilatdariya Îslamê, Hikumetên şedadiyan (925 – 1184), Kurdên Berzîkanî (969 – 1027) û Merwaniyan (1001 – 1110) li deverên Urmiyê, Hemedan, Nehavend û şarezûrê hatine serkara Hikûmetên Îslamî û xasmanî di dewrana deshilatdariya Usmanî û Sefewiyan de herêma Urmiyê rolekî mezin di pêwendiyên wan dewletane da leyîstiye. Li ber hilketa cuxrafî, serxwebûna taqeya cuxrafiya herêmê eşîre û mîrên deverê hetanî mideheke dirêj bin destê tu Padîşahan nebûne û serbixwe bûne. Ewan ne jêr distûra Usmaniyan ne li jêr deshilatdariya Padîşahên Îranê û ne jî li jêr destê Mîrên Baban û Erdelanan bûne. Eşîrên deverê ku vê serdemê bi Bilbasiyan hatine nas kirin, ji 12 hozan pêk hatibûn û li ber aboriya pezdariyê hetanî berî şerê Çaldiranê hertim li çiya û zozanên deverê koçberî kirine.

Bi êrîşa Mixulan bo ser deverê, Kurdan li Kurdistana Turkiyê û di herêma Urmiyê de zortirîn berxwdan dijî êrîşa dagîrkeran ji xwe nîşan dan. Kurda pênc (5) êrîşên Mixulan têk şikandin û hetanî demek dirêj serxwebûna xwe parastin. Lê piştî dagîrkirina Bexda û kuştina Xelîfê Ebbasî Muitesem Billah, Mixulan hêdî hêdî deshilata hemû herêma Urmiyê û Kurdistana Turkiyê bi dest girtin. Paş deshilata Mixulan li ser herêma Urmiyê navê gelek gund, bajar û çiyayan bi navê Muxliyan hat guherîn wekî: Nawça Axtaçî li ser navê kesekê hatiye danîn ku Hesp xwedî kirine. Suncax navê Emîreke Mixulî ye ku di gel Holako Xan hate Îranê. Saîn Qela (Şahîn dêj) û Îndirqaş û Solduz hilgirên navên Muxuliyan in ku nîşana çîroka xemgîn ya devera Urmiyê û gişt Bakura Kurdistana Îranê ye.

Her wiha paşkoka "Kend" bi wateya gund ku di paşnavê gelek ji gundên herême de tê, li serdema Muxulan ve serekanî digire, wekî şerefkend, Îsakend hemû berhema dagîrkariya Mixulan û hatina Turkên koçber bo Kurdistanê ye ku di sedsalên 13 – 14’ê Zayînî de bûne rûniştvanên deverê.

Di gel evên ku serê hatin bas kirin, hewce bi gotinê ye ku bi hatine ser kara Hikûmeta Selcoqiyan û dagîrkirina herêmê û cîwar bûna Turkên Selcoqî li deverê, rewşa demografî û siyasî ya herêmê bi awayekî diramatîk hate guhartin. Selcoqiyan bi hegera koçberî, siwarçakî û şervaniya xwe û herwisa jîrî û netirsiya xwe karîn di demeke kurt de deshilata herêmê û hemû Îranê jî bigirine bin destê xwe û bi hegera vê ku Tewrêz Paytexta hukimdariya wana bû, herêma Azerbaycan û Urmiyê zû bû cîhê rûniştina koçberên Turk.

Bi deshiladrariya Sefewiyan û Ragehandina ola Şîe wekî mezheba fermî ya herêma hukimdariya xwe, ku devera Urmiyê jî yek ji wan bû, di rastî de Enfala duyem ya Kurdan di dîrokê de dest pê bû. Kurd ku bi giştî Misilmanên Sunnî û Şafiî bûn, amade nebûn mezheba xwe biguherin, lewra Şah Ebasê Sefewî (1578) nêzîk 50000 malbatên Kurdan li herêma Urmiyê bi zorî koçber kirin û ew dûr xistin bo Xurasanê. Armanca Şah Ebas ji wî karî du (2) tişt bûn: 1. Bi anîna 14 hozên Efşariyên Turk ku bibûn Şîe, xelat kirin û cihê bi bar û bereket dan destê wana û Kurd ku metirsiyeke pitansiyêl di deverê da bûn, dûr xistin û bi vî awayî siyaseta yek destkirina Îranê bi şêwaza yek mezhebî, ku piştre dibe siyaseta yek netewî ya Nasyonalîzma Fars bi cî anî. 2. Li ber şervanî û mêrxasiya Kurdan li meydana şer di gel dujminan, Şah Ebasê Sefewî dixwast Kurdan bike kela Rojhilata deshilatdariya xwe hemberî dujminan. Û Kurd bi vî awayî hem di warê cuxraf bûn qurbanî û hem jî dê biban goştê ber devê êrîşa dujminên Sefewiyan li Rojhilata Îranê.

Paş şerê Çaldiranê di sala 1514’an de Kurdistan bi kiryar û fermî bûdu (2) beş di navbera Xelîfên Usmaniyan û Hikûmeta Sefewiyan. Herêma Urmiyê li gor rewşa cuxrafî kete bin deshilatdariya Sefewiyan û ewan jî ji bo tole standin ji Kurdan bi du şêweyan kar kirin: 1. Koçber kirin û şandina Kurdan bo sirgûnê û 2. Êrîş bi ser Emaretên Biradost, Mukrî û Erdelan.

Em nikaribin rola Mîrê Lepzêrîn – Emîrxanê Biradost – li deshilata Sefewiyan biçûk bigirin. Mîrê Lepzêrîn bi çelengî, şervanî û egîdiya xwe karî Tewrêz û herêmên derdor di bin destê Usmaniyan de der bixe û bike beşek ji deshilata Sefewiyan. Ji ber ku di şerê dijî Usmaniyan desteke xwe ji dest da, Padîşahê Sefewî desteke zêr ji wî re da çê kirin û navê wî bû Xanê Lepzêrîn.

Di sedsala 17 – 19’an de devera Urmiyê ne tenê cihê şer û pevçûnên neteweyî di navbera deshilatdarên Îranî, Turkên deverê û Usmaniyan bûye, belkî Urmiye ji ber rewşa topografî û cuxrafî ya xwe bûye cîhê bal û êrîşa Rûsan û koçberiya dîn û olên din wekî Fele (Mesîhî)yên Aşûriyan. Yekem Misyonerê Amerîkayî ku bi nav ji bo weşana ola Mesîh hatibûne welatê Farsan (Îranê) tên bo Urmiyê û di sala 1830’an de Misyoneriya xwe li bajarê Urmiyê avedan dikin, ku niha xaniyê sereke yê Zanîngeha Urmiyê li beşa Pizişkî ye. Renge kuştina Mar Şîmon bi destê Simkoyê şikak di 16’ê Adara 1918’an de şiroveya guhartinên radîkal yên demografiyên deverê bike.

Li şerê II cîhanî û serdema Komara Kurdistanê (1946 – 47) û Hikûmeta Millî ya Azerbaycanê, herêma Urmiyê yek ji navendên here girîng ya kêşe û hegerên here girîng di navbera nexweşiya her du Hikûmetên Azerbaycan û Komara Kurdistanê de bûye. Xasmanî bajarê Urmiyê di vî warî de rolekî mezin gêraye (Mêzeyî Pirsa Urmiyê di salên 1946 – 47’an de bike).

Bi têkçûna Komara Kurdistanê û Hikûmeta Millî ya Azerbaycanê û deshilatdariya nûjen a malbata Pehlewî, li ber sebebên dîrokî û hebûna şoreşên berdewam yên Kurdan di herêmê de navê Urmiyê bi Rizaye (1930) hate guherîn û bi awayekî fermî deshilata siyasî, aborî, leşkerî û çandî ya herêmê ji Kurdan hate standin û kete destê Azeriyan. Bi vî awayî serbarê zor bûna Kurdan li deverê, Kurd di warê siyasî û aborî bûn kêmanî û rêya perwerde, xwe sazîdan, bizava aborî ya nûjen ji Kurdan hate standin.

Bi şoreşa gelên Îranê di sala 1979’an de û serhildana çekdarî ya gelê Kurd li Kurdistana Îranê, Kurdistanî bûna herêma Urmiyê xasmayî bajarê Urmiyê û Bakura Urmiyê wekî Selmas û Xoyê li hemû demekê pitir derkete holê. Beşdariya çalakane ya rûniştvanên herêmê di bizava netewî de û bûna hêzeke mezin ya çekdarî a xebatkarên Kurd di herêmê de rastiya Kurdistanî bûna wê herême derxist. Lewra Komara Îslamî ya Îranê tevî Pan Turkîstên nava deshilata Îslamî ya Îranê bi awayekî sîstematîk ketin guherîna demografî ya herêmê û bi wêran û xapûr û talan kirina gundan, qirkirin wekî Qarnê û Qelatan (1979), komkujiyên herêma Urmiyê di sala 1985’an de û xapûr kirina dehan gundên herêmê, Kurd naçar kirin cih û warên xwe berdin.

Dûmahîk heye

[email protected]

Rojnama Agiri ( Wesana PDK-iran)

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.