Ana içeriğe atla

BÊDENGÎ

Car û bar ez ji xwe dipirsim û dibêjim: Gelo Kurdên me ên welatparêz cawa dikarin beramberî vê hovîtî û neyartîya Tirkên xwînrêj û Kurdkuj bêdeng bimînin...

Ev cendîn salin hêj jî min ji bo vê yekê careyek û dermanek nedîtîye... Wê dema ez bala xwe didim Tirkan û kiryarên wan ên li dijî Kurd, ez shash dimînim... Ez ji xwe bi xwe dixwim... dilê min teng dibe û bîna min dernakeve..

Ez dibêjim ev carenivîsa meye... Ev derdekî bêderman ê Kurdan e... Ji ber ku, kiryarên dagirkerên Kurdistanê wekî tishtekî îhtîyadî ye li ba me...

Lê wê dema hevalekî me, dostekî me tishtekî picûk û nebash bike.. Em dikarin bi hêmu hêzên xwe ve dijî wî/wê rawestin û tawanbarbikin û ji heta hetayê jî bîrnekin... Ev jî derdekî me ê bêderman e... Ahmedê Xanî û gellek helbestvan û kurdperveran li ser vê yekê nivîsîne... Cend roj pêsh niha min gotarak Dr. Cemal Nebez xwend.. Dr..Nebez dibêje wê dema: „ez picûk bûm... Ahmed Teqî hat berderê me û dixwast ligel bavê min qisebike... Min ji wî re got bavê min ne li mal e... Ahmed Teqî ji min pirsî ‚ew ligel kîjan partîyê ye? Heke ew ligel merdan be ez dicim li ba kawatan“

Em hertim ligel hevdu wekî shêr û piling in û hevdu dixwin... Ji bo vê neyarên Kurd serketine û em jî bindest in.. Ji bo vê Kurdistana me a shêrîn dagirkirî ye. Ji bo vê em nezan û nexwandevar man e... Ji bo vê wisa ji me hatî ye.. Em ligel hevdu wekî „agir û pushin“...

Em beranberî neyarên xwe jî bêdeng in... Em dizanin bêdengî mirin e... Zimanê me, canda me, hebûna me roj bi roj ber bi tekcûyînê dicin... Heke em pishtgîrîya hevdu nekin, yek dengî û yek rêzîya xwe saz nekin û li dijî neyarên xwe ranewestin.... Rojek tê em wekî netewa namînin..

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.