Ana içeriğe atla

DEST Û DEV XWESH DR. BERHEM SALEH, DEST XWESH...

Roja sêsheme, 03.05.2005 kabîneya nû a Caferî li pêsh Encumena Nishtimanîya Iraqê sondxwar....

Hemû endamên kabîneya Caferî, ji bilî du Kurdan sonda netmam xwendin...

Hemû endamên kabînê cûn û yeko yek sond xwarin....
Dor dora Dr. Berhem Saleh bû.. Ew cû û teksta sondê temashekir.... û zivirî....

Dr. Berhem refuz kir wê sondê bixwine ku hemû endamên Hukumeta Nû xwandibûn..

Ji ber ci Dr. Berhem Saleh ew sond nexwar?

Ji ber ku di deqa sondê de sê peyvên here giring „winda“ bibûn...

Ew hersê peyv jî „Iraqek demokratîk û federal“ bûn...

Dr. Berhem sonda xwe a temam xwand...

Lê, endamên kabîneya Hukumeta Caferî sonda netemam xwandin...

Mam Celal yekser bi navê Serokkomarîya Iraqê, daxwaz ji serokwezîran kir ku, li ser vê pirsê agahdarîyên temam bide...

Di yekem civîna kabînê de nûnerên gelê Kurd, daxwaz ji Caferî kirin ku vê mijarê ronî bike....

Caferî dibêje : „ Di sondê de hebûn û nebûna van peyvan ne giring e“..

Kek Mesud, roja 05.05.2005 beyannameyek ji bo ragegandinê belavkir û têda ev yeka hanê wekî „ gefeka ciddî ji bo têkdana hevpeymanîyê“ nîshan da..

Dr. Fuad Mahsum bi navê fraksîyona „Hevpeymanên Kurdistanê“ daxwaz ji Serokwezîran kir, ku „ew kesên ji teksta sondê ‚Iraqa demokratîk û federal‘ jêkirine bên sizakirin“ û daxwaza „dubarekirina sondê kir“...

Ji ber ku, ew lijneya ku karê rêkxistana sondê li ser milên wan bû, li ser serok wezîran e....

Dr. Mahmud Osman dibêje: „li gor agahdarîyên me destxistîye Caferî bi xwe ew teksta sondê guherîye“....

Hevpeymantîya Ereban wekî hevpeymantîya gur û berxê ye... Hezaran car soz bidin, hezaran car peyman cêkin û sond jî bixwin, dîsan li ser bîrûraya xwe a kevnperest, nijatperest û Kurdkuj dimînin....

Ew sond naxwin..... li ser demokrasîyê, li ser federalîyê ... Ji ber ku ew dujminên demokrasîyê û federalîyê ne....

Caferîyekî fondamantalîst cawa dikare bibe demokrat?

Heta do li Îranê bû..... ew hertim ji bo Iraqek îslamî têdikoshe.... Îro ji tirsa Emerîkayê qala azadîyê dike...

Xelkê Ereb jî ligel wî ye... Di navbera 11 û 20ê nîsanê de li Iraqê saziyek Emerîkî rapirsiyek saz kir.... % 75‘ ên wan daxwazin „Zagona bingehî a Iraqê li ser hîmê Îslamê bête avakirin“...

Heke Ereb îro bi vê lawazî û bêhêzîya xwe sondê nexwin..... Sibê heke hêz bibin ci dikin?

Ez hez nakim vê yekê bînim pêsh cavên xwe û li ser bifikirim ya hûn?

08.05.2005

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.