Ana içeriğe atla

Sinema Amudê û Bêhna sewata lasê zarokên bê güneh

BIHNA ŞEWATA LAŞÊ MIN

Bayê pê?î ku kete sînga min, bayê Amûdê bû. Wê demê 19 sal di ser agir re derbas bûbûn. Lê weke her kesên Amûdê, agir bihna xwe kiriyê la?ê min.
Ez hîn zaro bûm, diya min çiroka Sînemê ji me re digot. Bavê min tu çirok li ser sînemê nizanîbû. Ew wê demê bi salan dûrî Amûdê ketibû.

Lê çîroka diya min ne weke çîrokên kesên dî bû. Wê çîroka zaroktiya xwe tev li çîroka sînemê dikir:

"Dema zarokên tarê xwe dane hev, min û xalê te, me xwe gihande wan bo em tevde herin sînemê. Dapîra te serê xwe di derî re derxist û bang kir:
- Keçê, nabe tu here! Wê kî li ber xu?ka te ya biçûk bimîne? Pir karê min heye û nabe tu here!"

Bi van gotinan, diya min dest bi çîroka xwe dikir.

Diya min wê demê keçeke 11 salî bû. Keçên 11 salî nema zarok in. Ew divê bi ya diya xwe bikin.
Wê ba? dizanîbû dapîra min serhi?k e û na li ba wê na ye. Tev wilo, wê ceger kir û got: "Yadê, mamostê me gotiye divê her kes bê û film tema?e bike. Nabe kesek li malê bimîne."

Gava dapîra min nerîna xwe ne guhert, diya min bi ya wê kir û destê birayê xwe berda. Berê xwe da malê.

"Ez li ber derî bûm û xaltîka te li ser piyên min bû. Ez li hêviya vegera zarokan bûm. Min pir dixwest bizanibim ew nuha çi dikin û li kû ne?"

Di wê kêlîkê de, rûyê Amûdê hate guhertin...

"Çi heye kuro, cima tu digirî?", dapîra min ji xalê min pirsî, gava ew bi çavên tije hêsir derbasî deriyê malê bû.

"Keçê yadê, agir bi sînemê ket û hevalên min tevde ?ewitîn...."

Dapîra min bawer nekir û got: "Ez bawer nakim. Ew zarokên jîr û jêhatî weke kulîlkan e. Çima kirî ew bi?ewitin û zarokekî bê kêr weke te li min vegere!?"

Lê ev ne fantasiya xalê min bû. Di wê roja re? de Amûdê bêtirî 300 kûlîlkên xwe winda kirin.

Beriya çend salan, min ji xalê xwe pirsî: "Xalo, tu bi çi rengî ji sînemê derket? Tu di nav wan qeflên zarokan de bû, yên ku Mihemedê Seîd Axayê Deqorî ew ji ?ewatê parastin?"
Lê xalê min di wê tevheviyê de ti?tek ji hev dernedixist. Tenê tê bîra wî, ku du destên xurt rahi?tine wî û ew di qula dîwêr re avêtine derve. Ew kete erdê û bêyî li dora xwe binere, zaroktiya xwe li ?ûna xwe hi?t û bi girî berê xwe da malê.

Ji wê rojê de, bêhna agir û dengê girî, bi hêstirên dayikên reben bê mecal bê care xwe berdane nava axa Amûdê.

Ji Malpera amude hatiye wergirtin

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.