Ana içeriğe atla

?Qazî Muhemmed di hemberî dadigehê da:

Mirin di rêya netewe û azadiyê da ji bo me ?irîn û xo?e

Pi?tî wê çendê ku bajarê Mehabadê ji aliyê le?kirê Muhemmed Riza ?a ji nûve hate dagîr kirin û dawî bi desthelata medenî, xomalî û serdemê kurte azadiyê hate anîn û dîsan bajêr bi tewawî kevte dest hêzên dijî gelî, bi destûra ser le?ker Humayon dest bi vemalîn û nehêlana cihwarên Komarê hate kirin û di wê derheqê da cuda ji Pê?ewa, pêtir ji 50 kes ji rayedarên Komarê li herêmên Mehabad, Bokan û Seqiz hatne girtin û hepsî kirin.

Di dest pêka zivistana sala 1325 e Rojî (1946 e Zayînî) da, dadigehekî cengî bo mehkeme kirina Qazî û hevalên wî, anku Muhemmed Hesen Xanê Seyfê Qazî û Sedrê Qazî di bajarê Mehabadê da Pêkhat ku serok û endamên wê pêk hatî bûn ji: Serheng Pars tebar (Serok), Serheng Fîrozî, Serheng Xefarî, Serheng Bêglerî û her wisan Serwan Muhemmed ?erîfî jî wek parêzvanê Pê?ewa hate dîharî kirin.

Dadigeha nizamî, 22 Sûç êxistin ustê Qazî Muhemmed û hevalên wî ku hin ji wan pêk hatî bûn ji: Damezrandina Komarê û bûna wî xwe bi serokê wê, bilind kirina ala sê renge Kurdistanê, li xwe kirina kincên Jiniraliyê, guhartina ala Îranê û rakirina nî?ana ?êr û Xur?îd(roj), ku?tina efser û serbazên le?kir, peywendî girtin tev derveyî welat û çon bo Bako û soza dana Imtiyazên Neftê bi Rosan û . . ., lê her wek hin nivîskaran i?are pê kiriye, sûç û guneha herî mezin a Qazî Muhemmed û hevalên wî eva han bû ku wan xelk fêrî dana durû?man bi dijî ?a kiriye û wan xwe jî dijberiya tac û textên wî kiriye. Delîl û belgeh jî bo gunehbar kirina Qaziyan, gi?t ev rojname, belavok, gotar, çavpêkevtin, name û nîgar bûn ku kevtibûne dest wan, ku dîhare ji gor anîna wan belganejî bo mehkeme kirina Pê?ewa û hevalên wî bi wan sûç û gunehên mezin ku êxisti bûne ustê wan, zor jar û lewaz bûn.

Pê?ewa Qazî Muhemmed jêhata dadigehê red kir û ne kêrhatê wê çendê zanî ku wan mehkeme biket û bê tirs got: "Ev dadigehe, formalîte û leyîstokiye û dadigehekî netewî û nî?tîmanî nine, jiber ku millet xurtên xwe ên dilsoj û bi emeg mehkeme naket."

Qazî her wisan got: "Bedela wê hindê ku hun bihêne girtin û mehkeme kirin, we ezê di mala min xwe da girtiye û zindanî kiriye, gi?t ev bûyerên ku qewmîne aqibet û govana siyaseta dagîrkera dewletê bûyin." Lêreda emê bi kurtî i?arê bi çend nimûne ji bersivên kûr û zanistî ên Pê?ewa Qazî Muhemmed di hemberî sûçên dadigeha nizamî da bikin ku bi bavera piraniya ?ahrizayên bûyerên serdemê hingî û yan derheq bûyerên wî çaxî babet û pirtok nivîsandine, eve Qazî Muhemmed bû ku bi ev hemî ?iyan û têgihî?tina zanistî û kûr ku di warên cor bi cor da û xasmanî di warê yasayê da hebû, karbidest û rayedarêt Rijîma Pa?atiyê û li serveyî gi?t wan ?a mehkeme dikir. Rastî eva hane ku guropa dadigehî kirina Qazî Muhemmed û hevalên wî di hemberî bersivên mentiqî û kûre Pê?ewa da ne tenê zelûl û bendewar mabûn belku qisên Pê?ewa cihwar danîbû ser endamêt wê.

Qazî bê mifah vergirtin ji çi terze nivi?tekê zor bi rêk û pêkî û lêzanî gi?t ev sûçên ku dadigehê êxisti bûne ustê wî red kirin û di bersiva pirsekê da ku goya bi pîlana biyaniyan li dijî Rijîma Pa?atî serhildaye, got: "Hun fama rastiyan nakin, dest pê ker û ava kerê bizava demukrasiyê di Kurdistanê da ez bûyim, çi hêzekî biyanî ez neçarê wê çendê nekirime, tenê seha welatparêzî û gel heziyê ez hay dam, we bi her terzê ku pê xwe?e reftarê tev min bikin, lê netewa min îza neden." Pê?ewa herwisan sûç û guneha ku?tina efser û serbazên le?kirê Îranê red kir û got: "Min ne tenê çi serbaz û derecedarekî erte?ê neku?tiye belku min ev bi hemî terzekê hay dane berevaniyê ji xwe û welatê xwe bikin, lê muxabin wan çekên xwe difirotin û berev Tehranê di helatin." Qazî bi wî terzî bersiva sûça îxanetê da: "Eger dewlet gi?t Kurdan îxanetkar dizane ba wazê ji wê herêmê bîne, hekî wan bi welat parêz jî dizane, ba bihêle ev xwe kar û barên xwe rêve bibin."

Serok Komartê Kurdistanê di wê dadigehê da bersiva gelek pirsyaran da, lê jiber ku pê?tir anku her li Tehranê, guneh hatibûn dest nî?an kirin û biryara dawiyê her li vêrê hati bû dan û di rastî da yasa û dadigeh û parêzvan rolekî wisan di guhartina hukmî da nebûn û her wisan heta hewce nebû çi belgeh jî bo selimandina gunehên Qazî û hevalên wî bihê pê?ke? kirin, lewra Pê?ewa pi?trast bû ku ev dadigehe tenê ti?tekî formalîteye û çi kar tê kirinek li ser guhartina biryara dawiyê nabe û belku eve zext û pîlanekî siyasî a bîhaniyaye ku bi destê Muhemmed Riza ?a dihê cî bi cî kirin. Muhemmed Riza ?a xwe du salan pi?tî ji sêdare dana Pê?ewa di got û bêjekê da tev Xêzana Pê?ewa bi éeynaî iétiraf bi wê çendê kiri bû ku li sêdare dana Pê?ewa pîlanekî bîhanî bûye û wî gotibû: "Ez neçarê wê çendê kirim ku hukmê sêdare dana Qaziyan imza bikim." Wê hevokê rastiya wan gotinên Pê?ewa selimand ku goti bû: "Eva ku min kiriye ji bo silametiya xaka Îranê bûye ku derve nekare li ser wê da zal bît, Îro jî ku ez di rêya serfirazî û silametiya Îranê da dihêm ku?tin, ez pir pê keyfxwe?im."

Hekî em berawirdekê di navbera gotinên Qazî Muhemmed û Muhemmed Riza ?a da bikin, emê bi rohnî fama qasê dilsojî, nî?tîman perwerî û geh heziya wan her du kesan bikin û her wisan dê ev gotina Pê?ewa derkeve holê ka millet dê çi kesekê mehkeme biket, ev xurtên dilsoj û qehreman û azadîxwaz ku hergav hazirin di pêxema gel û welatê xwe da can fîda bikin yan evên ku bi haydan û pîlanên bîhaniyan qeder û serfiraziya gelê xwe dikene goriyê armanc û berjewendiên bîhaniyan.

Rêberê zanaye Kurd bi hi?arî û îmana kûr bi armanc û xwastikên berheqe gelê xwe, xwe goriyê serfirazî û bexteweriya hevwelatîên xwe kir û qizaweta wê çendê jî teslîm dîrokê û xurtên gelê xwe kir, lê Muhemmed Riza ?a wek Qazî dibêje fermana axayêt xwe cî bi cî kir û bo hergav ser?orî ji xwe re kirî.

Herqas parekî kin ji gotinê Pê?ewa di dema berevanî kirin ji xwe di dadigehê da çend salan pê? li sêdare dana wî di bin zêrevaniya xurte le?kir da gihî?tin dest we?anan, lê serbarê wê çendê jî di çi êk ji wan bas û babetan da ku derheq Komara Kurdistanê û dadigehî kirina Qaziyan hatine we?andin, çi kesê nekariye inkariyê ji xudan cergî û curéeta zor Qazî biket û bergiriyên wî di dadigehê da bi nimûnekî bê hevale meznatî, nî?timan perwerî û fîdakarî û her wisan xebata siyasî û civakî dihê zanîn, jiberku gotinên wî nî?ana îman û bavera kûre wî bi dêmukrasî, azadî û mafê gelê Kurdin.

Serwan Muhemmed ?erîfî ku di êkim dadigeh da wek parêzvanê Pê?ewa hati bû dîharî kirin, êk ji wan kesaye ku gotinên Pê?ewa cihwar danîne ser wî, û di heyama dadigehî û mehkeme kirina Pê?ewa û hevalên wî da, seradana mala wan kiri bû û goti bû: "heyfa Qazî Muhemmed, heyfa wî mêrmaqûlê mezin û zana, duh di dema mehkeme kirinê da wî bê kaxez çar demhijmêran qise kir, wî bi zanîn û mentiqa we hemî heyir û éeceb girtî kirin, ev ji her kesê ba?tir ji qanûnên Îranê halî bû, ev ji her kesê zêdetir ?ehrizayê rew?a siyasî a Îranê bû." Wek tê gotin her seba wê seredana Serwan Muhemmed ?erîfî ji malbatên Qazî gi?t derecên wî ji wî hatin istandin û di ertê?ê da jî hat derêxistin.

Necef Qulî Pêsyan waha basa bergirîên Qazî Muhemmed diket: " Qazî Muhemmed di dadigehê da hêri? kire ser siyaset û kiryarên dewleta Tehranê û got: Ez di kuncê wê girtîxanê da dengê xwe dijî dewleta Tehranê û rayedarên wê bilind dikim û dibêjim, gunehbar hûnin ne ez . . . hingo welatê me dagîr kiriye û hêri? aniye ser me."

Kiyomers Salihî derhbeq bivêrî û xudan cerg bûna Qazî Mudemmed dibêje: Min wekî nûçe gihanê "mehname" a Erte?ê di piraniya dadigehên meydanî û cengî da pi?ikdarî kiriye. Lê qet çi gavekê min kesek nedît wek Qazî Muhemmed bivêr û xudan cerg bît, ev di dadigehê da qet ne tirsa, bê minet gotinên xwe di anî zimên û bersiva pirsan dida, mirov xeyal dikir ev di koma cêjn û ?ahiyê da rûni?tiye.

Herwisan "Sulêman H" di wê derheqê da li ziman Qazî ve dinivîse: "Eva ku qewimiye, aqibet û govana siyaseta zordare hukmetêye, hukmetê heta izin jî nedida ku xelk xwe nonerên xwe hilbijêrin û bi?înine parliamentê, hekî dewlet Kurdan îxanetkar dizane bila destan ji wê herêmê bi kê?e û rê bidet ev xwe kar û barên xwe rêve bibin."

Komek ji efser û karbidestên dewletê ku ji pêvajûya wê mehkemê agehdar bûn, iétiraf bi wê çendê kirine ku Qazî Muhemmed di heyamê dadigehî kirinê da, bi netirsî di axivî û heta tenê carekê jî serê xwe ?or nekir û ji wê ?ola ku kiri bû pe?îman nebû.

Aqibet dadigeha pêda çonê di roja 8.1.1326 e Rojî da ji nûve Qazî Muhemmed mehkûmê iédamê kir, Pê?ewa pi?tî dana hukmê iédamê derheq wî xwe got: "Niha ku qirar waye ez bihêm dar ve kirin, eve seba wê soz û peyamêye ku min daye milletê xwe, min biryar daye tev milletê xwe bijîm û bo wan bimirim, ez taze çavan dê hazir bim ji wê soz û sûnda xwe pe?derev bim."

Nivîskarekî Îtalyayî di pirtoka xwe da a bi navê "Îran di xebatê da" nivîsandiye: "Ku?tina bi hovî a Pê?ewayê "rêberê " tevgera rizgarîxwaze gelê Kurd, Qazî Muhemmed û biryarên wî û ev biwêriya ku wan didema rêve çona hukmê sêdare danê derheq wan xwe ji xwe nî?an dan, qet ji bîr naçin, navên wan birayan gi?t gelê Kurd bo xebat di pêxema azadî û demukrasiyê hay didin."

Bi wî terzî serok Komarê Kurdistanê û hevalên wî canê xwe gorî azadî û dêmukrasî û serfiraziya gelê Kurd kirin û bi fîda kirina canê xwe berê binê?a xebatekî berheq û dadî danîn.

ÖLÜMSÜZ KÛRD ÖNDERI, MEHABAD KURDISTAN CUMHURIYETI CUMHURBA?KANI QAZÎ MUHAMEDI ?EHÎD EDILI?ININ 58. YILDÖNÜMÜNÜ SAYGI ILE ANIYORUZ.

NEWROZ. COM

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.