Ana içeriğe atla

DAXUYANÎYEK PÊWÎST BÛYE BO PEYAMA KURD

Li ser nivîsa ku Peyama Kurd wergerand û weşand gelek gengeşî çêbûn û ev demeke dirêj e dajon. Ez li hêvîyê bûm ku berpirsên kovarê daxuyanîyekê bikin û mijarê ronî bikin, lê ez hîn jî li daxuyanîyeke wisa rast nehatime. Divê ew heval daxuyanîyekê bikin ku niqaş bigihêjin encameke erênî, an jî qet nebe têkevin çarçoveyeke rast.

Bê guman li hemberî her helwesteke li dijî xwişk û birayên me yên Êzîdî berî herkesî wê welatparêzên Kurdan yên ji her ol, mezheb û bawerîyê derkevin. Lê belê divê wek hemû civakan, civaka me ya Êzîdî jî ji rexneyan re vekirî bin û her nêrîneke li ser xwe dijminatî nebînin. Bi vê gotinê mebesta min ne ew e ku ew nivîs ne wisa ye, lê belê bi qasî ku xuya dibe, hin nivîsên reaksîyoner û sûcdarkirinî li dijî kesên din ên ku mijarê niqaş dikin jî tên weşandin, bê guman ev ne rast e.

Civaka me ya Êzîdî 70 caran raberî tevkujîyan bûye, bi qirkirin, cûdagirtin û înkarkirinên herî hovane û qeleş re rûbirû bûye, ji bo xwe parastina bêyî radestkirina giyanî xwe sipartiye bandevên çiyan, her koçber bûye, û tenê bi ketina nav qalikê xwe û xwe ji têkildarîya bi derve re girtinê kanîbûye xwe biparasta. Ji lew re divê meriv bi awayekî herî bihîstyar û xesas nêzîkî vê beşa neteweya me ya payebilind û mustesna bibe.

Dibe ku hin tişt bi me xerîb an ne li gora demê xuya bikin. Lê biryar û tercîhên ku ji bo guherandina wan dem hatiye an zemîn çêbûye an na li xwişk û birayên me yên Êzîdî bi xwe dikeve û divê meriv ji vê yekê re hurmet bike. Refleksên xwe parastinê yên kesên dorpêçkirî û di bin tehdîtê de bi xwe jî li gora dereca tehdîtê xurt an qels dibin. Di vê pêngavê de ya ku li me dikeve ew e ku, divê em bicîh bikin ku li hemberî her êrîşeke li dijî wan a ji ber Êzîdîbûna wan, em li gel xwişk û birayên xwe bin û ew me li nik xwe bibînin.

Vebûna civakê, pêşveçûna vê yekê, meşrû dîtina keç dayina Mislimanan, hwd wê ne li gora temî û şîretên me, lê li gora dînamîkên wan ên navxweyî çêbibin. Divê meriv di nêzîkbûnên ji bilî lêkolîn û analîzên akademîk de bi dîqet be, aqildayina mezinên Êzîdîyan ne karê me ye; xwişk û birayên me yên Êzîdî dikanin di çarçova Kurdistanî de bi me re li heman zemînê bin, lê di çarçova bawerî, urf û adet û parastina kevneşopîyan de li zemîneke guhertî bin; reformên di zemîna wan de û pêwîstbûn û nebûna wan jî tenê dikanin li gora dînamîkên wan çêbibin.

Li gel silab û rêz bo xwişk û birayên me yên Êzîdî û bi hêvîya ku hevalên berpirsiyarên Peyama Kurd daxuyanîyeke maqûl bikin di vê mijarê de.

Rojan

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.