Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 30 April 2008

TEVKURD: Rexne û îmza...

“Daxwazên ku di daxuyaniyê de hatine îfadekirin (weke perwerda bi zimanê kurdî, pejirandina nasnama kurd, efûke giştî, avadankirina herêmê ûwd.) şaş nebin jî, daxwazname bi giştî qels e, muxlaq e û tu statuyekî siyasî bo kurdan pêşnîyar nake.“

* * *
Hêjayan,
Li ser teklîfa we ya piştgirîyê, em weke Komîta Rêvebir ya TEVKURDê civîyan. Me naveroka daxwaznama we dûrûdirêj munaqeşe kir. Hin rêvebirên TEVKURDê, bi tundî li dijî piştgirîya “vê daxwaznama“ ku amade bûye derketin. Belê di encamê de bi konsensus biryar hate girtin ku; ji bo xatirê yekîtî, hevkarî û îtîfaqa navbera Kurdan piştgirî lê were kirin. Herweha me biryarî û pêwîstî pê dît ku; em van fikr û ramanên xwe yên di derheq daxwaznameyê de bi şanda we û raya giştî re jî parve bikin.
Berî her tiştî, ji bo banga ku we li me kirîye em ji cenabê Abdulah DEMÎRBAŞ û şanda bangawaz re spasîyên xwe pêşkêş dikin.
Herweha;
1- Berî her tiştî divîya berî ku daxwazname were amade kirin, li ser çarçove, naverok û peyama daxwaznamê konseptek hevmuşterek bihata pêkanîn. Ji ber vê yekê; heta ku mumkun bibûya divîya bîr û rayên hemû alîyên Kurda, bi hindikayî yên temsîlî bihata girtin. Evê yekê dê naveroka daxwaznamê dewlemendtir û karekterê wê jî pluraltir û demokratîktir bikira.
2- Daxwazên ku hatine îfadekirin (weke perwerda bi zimanê kurdî, pejirandina nasnama kurd, efûke giştî, avadankirina herêmê ûwd.) şaş nebin jî, daxwazname bi giştî qels e, muxlaq e û tu statuyekî siyasî bo kurdan pêşnîyar nake.
3- Îfada ku dibê “ev daxwaz sînorên heyî nîqaş nakin“, her çiqas bi çarçova vê daxwiyanîyê re li hevkirî be jî, di alîyê wijdanî û exlaqî de bi ’êşan' e û siyaseten jî ne pêwîst û ne rast e jî. Heke siyasetmedarên Kurd întiba ya ku weke “bekçi“yên sînorên Tirkîye nin bidin, ev bêtalihî ye û şexsîyeta Kurdîtîyê diêşîne, dişkêne!
4- Em weke TEVKURD (Tevgera Yektîya Neteweyî ya Kurd) “pirsa kurd“ pirsa Kurd û Kurdîstan dibînin û çareserîyê li ser axa xwe weke her miletekî medenî xwe bi xwe îdarekirinê dipejirînin. Helbet pirsa Kurdîstan pirseke komplîke ye û gelek varyantên wê hene. Belê esasê meselê pirsa miletekî bindest û welatekî dagirkirî ye. Çareserkirin jî divê li gorî prensîba “mafê çarenûsî“ be. Em dixwazin li welatê xwe, em xwe idare bikin û desthilatdarîyeke demokratîk, pluralîst, sekuler, sosyal û adîlane damezrînin. Ev daxwaz, mafê miletê Kurd yê herî rewa, tabiî û însanî ye ku, li ser wê nîqaş û bazarî exlaqen ne caîz e. Divê em Kurd xwe weha tarîf bikin û dinya jî me weha nas û qebûl bike.
5- Her weha divê zimanê daxwazname yê resen, kurdî bûya. Lewra zimanê kurdî hebûn û nasnama me ya miletî ye. Regezekî dîplomasîyê jî ew e ku herkes xwe bi zimanê xwe îfade dike.
6- Lîteratur, format û zimanê daxwıyanîyê jî, gelek qels bûye. Daxwiyanîyek ewçend balkêş û di qada navneteweyî de divîya di alî lîteratur û formata nivîsê de tekûztir bûya.
Bi hêvîya dîalog, hevkarî û biratîya navbera hemû reng, bawerî û alîyên kurdan û bi hêvîya welateke azad, aram, serbixwe û demokratîk...em weke TEVKURD û birek ji rayedarên TEVKURDê navê xwe li kêleka navê birayên xwe rêz dikin.
Li gel rêz û slavan...
Li ser navê TEVKURDê (Tevgera Yekîtîya Neteweyî ya Kurd) Parêzer Sabahadîn KORKMAZ (Berdevk)
Îbrahîm GUÇLÎ, Sekreterê TEVKURDê (Huqûqnas, nivîskar û Sîyasetmedar)
Bayram BOZYEL, Endamê Komîta Rêvebir ya TEVKURDê (Nivîskar û Siyasetmedar)
Arîf SEVİNÇ, Endamê Meclîsa TEVKURDê (Edîtorê Rojnameya Dema Nû, nivîskar, resam û siyasetmedar)
Şêxmûs ULEK, Endamê Komîta Rêvebir ya TEVKURDê (huqûqnas, nivîskar û sîyasetmedar)

Diyarbekîr, Nîsan 2008

Bi rêz İbrahîm Güçlü, 1. Li ser naveroka benda yekemin de; tiştê ku ez lê zêde bikim nin e. Di helwestê de xwazîyek demoqratik e. 2. Di ya duemin de jî pirsgireka netewa Kurd derekê demoqretik cumhuriyetê de nayê qebulkirin...Navê çarenusa milletan de ziman, an jî perdewekirina ziman û xwazîyên din gavekîye û grêdayîya stratejîya sîyaseta netewîyêye. Dibe ku bet axaftin lê nayê xwastin wek armanca dawîyê. 3.Di bersiva maddeyan 3 yan de,bersiva min;Yê dizanê dizanê ye nizane bagê nîskan e. 4.Maddeya 4, armanc û helwest e. Ez jî bi were. 5.rast e. 6.Lo ma tu nizanî, di sî salîya dawîyê de ziman bi destê wana çawa hat xira kirin. Bratiya kurda dibe ku li ser xwaziya Aysel nebe. Zarokên kurda nekin para gur û hirça... Li ser navan; Ï.Güçlü; Bi rastî dema ku mirov li ser nava disekin e, carna xof li ser mirova dikeve. Demek bi rêz İ.Güçlü di derheqê mam Celal de gelek tuj sekîni.Li benda wî me ku ew şaşîtîya xwe bine ziman.Dualizm xweş nin e, li bejn ü bala mirovên kurd nayê. Çima ku di wi babetê de ji me him imze dihat xwestin û him ji rexne hebu û naverok jî herweha siyasî bu.Dibe ku ew xwazîyek tayîbetî be ne li ser nav6e TEVKURD bu. Endamên TEVKURD e jî dibe ku rola xwe li ber çavan bigrin wîsa biaxfin ku bîr û bawerîya me bi wana neyê şkandin. Sabahattin Korkmaz; Ez camer baş nasnakim.Lê min guhdarîya wî kirîye.Di pirs u bersivan de camer e. Spasîya wî dikim.Siyastmedarîye gran dajo ye..Hêdî bi hêdî. Baryam Bozyel; Bra edî bese li parsuya nexine qurban...Di singê me de edî parsû jî nema. Xalê Şexmus lê borin ez te nasnakim. Nizanim min bêbexşîn e. Du heb Arifên me henin. Navê kalikê min jî Arif bu.Lê ne sîyastmedar bu. Dudiyên dinê sîyasetmedar û nivîskarin. Ji wan Arifan yekê ji bo Barzanî digot ;'Mixtarê mehelle ya jerîn'.Ez hevîdarim ku ew ne Arif Sevinç be.Bila Arif Zerevan be. Dema we xweş û serkevtin .

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.