[img]http://serbesti.net/AlaKurdistane.gif[/img][img]http://www.peyamner.com…]
PNA – Malperra Hîwarat a Erebî referandumek saz kir û di encam de hat xuyakirin, ku pirranîya dengderan, di bareya serxwebûna herêma kurdistanê de piştgirîya gotin û bêjedanên serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî dikin. Pirsa ku di evê referandumê de jî hatibû kirin ev bû: Gelo tu piştevanîya gotinên serokê herêma kurdistanê yên di bareya cudabûna herêma kurdistanê de ji Iraqê dike, heger destûra Iraqê bihê serrastkirin?
Heta amadekirina evê nûçeyê jî encamên evê referandumê ew e, ku 1235 kesan beşdarî kirine. Ji evan kesan 570 kesan piştgirîya gotinên serokê herêma kurdistanê kirine. Ev jî heta niha ji %46.15 ye.
Ji evê hejmara kesan jî 348 kesan piştevanîya xwe nedane dîyarkirin û ji %28.18 bûye. Herweha, ji %25.67 jî gef ji bo evê pirsê kirine.
Re: Kürdistan Demkratik Parti (PDK) ve Kürdistan Yurtseverler Bi