Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 6 December 2009

Qanatê Kurdo yek ji mezintirîn ronakbîrê kurdayî sedsalîa XX bû, kurdperwarekî xwedîyê bawarîyên bi hêz. Di ketin-rabûnên sedsalîya XX de ew bawarîyên wî tu caran ne şikestin, wî ew bawarî heta dawîya jîyana xwe parastin.

Qanatê Kurdo kurdnasekî mezin bû û ji bo wî kurdnasî ne tenê beşekî zanîyarîyê, lê usan jî sengera parastina nasname, ziman, dîrok û çanda kurdî bû. Û di seranser jîyana xwe de wî ji bo xwe çawan karekî sereke parastina berjewendîyên gelê kurd, dîrok, ziman û çanda wî, ji êrişên zanîyar û ne zanîyaran de didît.

Du gotarên Q.Kurdo rexnegirîyê ku em ê ser bipeyivin salên 1954-55 çap bûne. Ev ew sal bûn, wekî dikarî bêjî kurdnasîyê li Yekîtîya Sovyêtê êdî xwe digirt, dibû beşekî zanîyaryêyî serbixwe. Berî wê kurdnasî wek beşekî îrannasîyê dihat dîtin.

Sala 1959 an wê beşên kurdnasîyê li înstîtûtên Rojhilatnasîyêye Moskvayê, Lênîngradê û Yêrêvanê bên vekirin. Li Bakû û Tbîlîsîyê lêkolînên kurdnasîyê wê zêde bibin.
Û Q.Kurdo bi wan gotarên xwe, bîr û bawarîyên şaş ser ziman û dîroka kurdî red kirin, rêya rast da pêşîya kurdnasîya sovêtê.

Sala 1954 an ew gotara: “Falsîfe (feş) kirina dîroka kurda ji alîyê dîroknûsîya farsaye bûrjûazî de“ ser pirtûka rojhilatnasê îranî, Reşîd Yasêmî, ya bi navê “Kurd, peyda bûn û dîroka wan“ (me ev nav ji navê wergera rûsî wergerandîye kurdî – T.R.) çap dike.

Reşîd Yasêmî lêkolînên xwe bi spartina Wezareta Perwerdeyê, ya hukumata Îranê dinvîse. Çawan xudanê pirtûkê xwe mukur tê, ew pirtûk bi armanca- “dîyar kirina pismamtî û yekîtîya peydabûna gelê kurd bi gelê îranî re, yekîtîya wane dîrokî û beşdarîya kurdan di jîyana Îranê de nîşan bike“ hatîye nivîsar.

Gor Q. Kurdo “Nivîsara pirtûkeke vî teherî, bê guman armancên xwe, yên sîyasî hene.“ Û ev pirtûk berî gişkî bi wê armancê hatîye nivîsar, wekî awa gotî bi ’zanîyarî' mak bike ku kurd ji farsa peyda bûne, kurd pareke netewa farsin. Vê yekê wê rê li pêşîya bizava rizgarîxweze gelê kurd bigirta, ji bo kurdan li Îranê pirsa netewî ne dima.“

Q.Kurdo di gotara xwe de pirtûka R.Yasêmî bi obcêktîvî dinirxîne û dinvîse, wekî di wir de gelek malûmatîyên hêja ji çavkanîyên rojhilat û avropî hene, ku ji bo dîrokzan-kurdnasan balkêş in.
Qanatê Kurdo dinvîse, wekî R. Yasêmî li gelek şûnan têrmîna îranî bi kar tîne, lê gava li pirtûkê hûr dibî, zelal dibe, wekî ew têrmîn perde ye, R. Yasêmî ew têrmîn ji bo farsa bi kar anîye.
Di pirtûka xwe de Yasêmî bi hûrgilî ser dîroka binehcîyên Kurdistana kevnar, lûlû, kassî, gûtî, xaldî radiweste. Lê ew wê bawarîyê ye, wekî kevnarîya kurda tenê bi farsan re grêdaye, heta fars nehatin devera Kurdistana îroyîn, li çîyayên Zagrosê tu kurd tune bûn. Ew dinvîse: “Tu bingeh tune, hoza kurdaye rojên me peyhatîyên gelên kevnar lûlû, gûtî, kassî, xaldî hesab bikin“. Q.Kurdo vê nêrînê red dike, ew dinvîse, wekî ser bingeha lêkolînên êtnografî yên hinek hozên kurdan, dîrokzan û antropolog hatine ser wê bawerîyê, wekî ew gelên jorgotî pêşîyên hozên kurda, yên rojên me lûra, kaskana, kûrtîya, xaltîya ne.
Gor bawarîya R. Yasêmî, peydabûna kurdan bi koçberîya hozên hindoîranî re tê grêdan, ku fars jî di nav wan de bûn. Ew ji bakûr ser çîyayên Kavkazê re ketine Asîya Biçûk. Berê li rojava pingava Ûrmîya rawestîyan, paşê ji wir jî berbi başûr, Parsava (Parsa îroyîn) çûn.“ Ew dinvîse: “Parsava landika gelê kurd e“. Dû re ew dinvîse, wekî “Hoza îranîye kurd, li şunekê bi cîh bû, rev xelkê cîh xist û bi navê wî cîhî ew hatin navkirin“

Bi vî teherî, R. Yasêmî peyda bûna kurdan ji farsa şiro vedike. Q. Kurdo dijî vê bawarîyê ye, ew dinvîse: “Bi bawarîya me kurd ne ji farsa peyda bûne, lê bi rêya di nav hev de bişkavtina gel û hozên çiyayên Zagrosêye kevnar. Bi hebûna hozên kurdaye pirjimar, bawarîyên olîye pirteher û nîşanên êtnografîye mayîn, usan jî di nav kurdan de parastina navên hozên kevnar, bi kar anîna navên navçên çîyayî, yên Asîya Biçûk, çawan xwe nav kirina hinek hozên kurdan, didin xuyayê, wekî kurd ji hoz û gelên sîstêma çîyayên Zagrosê û yên dûarojê hatine wir peyda bûne“.
Q. Kurdo berdewam dike: “Fakt berî gişkî di der heqê wê yekê de dibêjin, wekî di damezirandina gelê kurd de, aborîgênên çîyayên Zagrosê, hozên îranî (meda, parfa û farsa), yên kavkaza başûr, gelên deverê (ermenî) rola xwe hebûne. Dema hevketina komên îranî (ne ese farsî) û ne îranî, yên pêşin serketine. Û bi serketina wan zimanê kurdî hev hatîye, ku zimanê sîstêma îranîye.
R. Yasêmî eserên lêkolînên zanyaran, ku kurda wek gelekî serbixwe dibînin, red dike. Ew dinvîse: “Çend zanîyarên berê bi şaşî bawar dikirin, wekî peyda bûna kurdan bi tam serbixwe ye, wekî ew gelekî cihê ne. Ew nîşanên taybetî gerîyan, ku kurda ji gelên mezin cihê bikin, lê wana nikaribûn nişanên usan peyda bikin, wan nîşanên text û bext kirin bingeh û dubendî çê bû. Lê eger wan kurd çawan gelekî cihê hesav nekirana, kurd usan bipejirandina, çawan hene, wek gelekî peyda bûna îranî (bi têgihîştina Yasêmî farsî-Q.K.), ew ê bigihîjtana armanca xwe, ya zanîyarî.“
Ji bo peydabûna kurda ji farsan mak bike, Yasêmî mînakîyên di nabera kurdan û farsan de, yên ziman, ol, dîrok, nîşanên êtnografî û beşdarbûna di dîroka Îranê de tîne. Ser bingeha wan mînakîya ew dinvîse, wekî kurd û faris ’netewa îranî pêk tînin'.

Q. Kurdo dinvîse; ’ji gişkan re dîyar e, wekî tu netewa îranî tune, gelên îranî hene, netewên îranî hene (faris, kurd, afxan, tacîk û y.m.), ku her yekî xwedîyê dîrok, ziman û çanda xwe ye.'
R. Yasêmî zimanê kurdan, bawarîyên kurdîye olî, dîrok, û çanda wan, wek şaxvedana zimanê farsa, ola farsa, çand û dîroka farsa dinhêre.

Seva zimanê kurdî R. Yasêmî dinvîse: “Ziman hêza netewa, ya sereke ye û gişka baştir yekîtîya gelê kurd û îranî mak dike“. “Ji himberî hev kirina peyvên kurdî û farsî gelek hêsan yekîtîya wan zimanan tê mak kirin“. Q. Kurdo vê yekê wek bingeh ji bo yek netewe bûna kurda û farsa nabîne: “Hema em bêjin, wekî zimanê kurda û farsa yek e, ew fakt bi serê xwe nikare bibe mak kirina wê yekê, wekî ew herdu netewekin. Bese em bêjin, wekî norvêcî û danêmarkî, zimanê wan yek e, lê dîsan jî netewek nînin. Nimûnên usan pirin.“

Ji bo mak kirina yekbûna zimanên kurdî û farsî, R.Yasêmî huvdeh peyva tîne, ku di herdu zimanan de jî rastî me tên. Ew ser sazîya zimanê kurdî ya fonêtîkî, morfologî, sîntaksîsî hûr nabe, lê dibêje, wekî ew usanin, çawan di zimanê farsî de. Gor Q. Kurdo, eger bi rastî Yasêmî ser wan alîyê zimanê kurdî hûr bibûya, ji bo wî serbixwe bûna zimanê kurdî wê zelal bibûya.
R. Yasêmî xwe dispêre zanîyarên zimanzan Mann, Zalêman, Andrêas, Mêyê û Lêns, ku gor bawarîya wî, “mak kirine, wekî zimanê kurdî tenê şaxvedana zimanê farsî ye û cihêtîyên navbera wan de text û bextin“.
Q. Kurdo dinvîse: “Li vir falsîfe kirina eserên zanîyarên jorgotî ku gor bawarîya wan pismamtîya zimanên kurdî û farsî usan, çawan pismamtîya zimanên rûsî û polonî, ber çavan e. Q. Kurdo berdewam dike: “Kurdnasên sovyêtê mak kirine, wekî zimanê kurdî yê dema me çiqwas jî mînakîyên lêksîkîye mezin bi zimanê farsî re hene, zimanekî serbixwe ye û dikeve nav koma zimanên îranîye rojava. Bi nîşanên fonêtîkî, morfologî, sîntaksîsî û peyvsazî, zimanê kurdî tu caran nikare bê navkirin “ji farsî peyda bûyî“ yan jî şaxvedana farsî.“

R. Yasêmî usan jî dinvîse, wekî pirtûkên olî, yên Elî-îlahîyan, êzdîyan, şabakan, ne bi zimanê kurdî hatine nivîsar, çawan zanîyar şadetîyê didin , lê bi zimanê farsî. Q.K. vê bawarîya R.Yasêmî ji red dike; pirtûkên ola êzdîya jî, yên Ehli Heq jî bi kurdî ne.

Heta bi nîşanên olî jî R. Yasêmî kurda “şaxvedana îranîya“ hesab dike. “Ser bingeha peykarên olî em dikarin gelek zelal bizanibin, wekî hoza kurd şaxvedaneke îranî ye“.
Seva vê pirsê Q. Kurdo dinvîse: “Dîyar e, wekî ol tu car nikare bibe bingehê netewan. Em zanin, wekî tirk, ereb, faris, afxan û gelek gelên mayîn ji mêj ve îslamê diparêzin, lê kes nikare bêje, wekî ew bi nîşanê olî netewek in. Û bi nîşanên olî kurd tu car nabin “şaxvedana farsa“.

Usan jî ji bo malûmatîyên êtnografî R. Yasêmî hesav dike, weki dî navbera kurda û farsan de tu cihêtî tune.

Ji bo nîşanên êtnografî Q. Kurdo dinvîse, wekî ew mînakî ji nav hev de jîyana demeke dirêj, nêzîkîya olî û pêwendîyên çandeyî tên û nikarin bibin mak kirina yekîtîya peydabûna gelan.
Q. Kurdo dinvîse: “Bi vî teherî tu argûmênteke R. Yasêmî di der heqê ji farsa peyda bûna kurda nikare bê pejirandin û bi zanîyarî mak kirin. R. Yasêmî bi xwe jî wê yekê tê digihîje. Ew dinvîse: “Eger em bêjin, wekî tu argûmênteke jor bîranîyî ne mak kirîye, ku kurd bi peydabûna xwe îranî ne, (faris in,-Q.K.) dîsan jî kurdê bikevin nav netewa îranî“.
R. Yasêmî argûmêntên zanîyara, ku “dewletên kurdaye serbixwe, hukumatên wan e avtonomî hebûne“ ne rast dibîne . Ew berpeyvk dike lêkolîna dîroka kurdan ne çawan gelekî serbixwe, lê çawan beşekî dîroka farsaye giştî bikin.

“Dîroka kurdaye rast,- R. Yasêmî dinvîse,- gerek bê nêrin ne ku çawan kurda li deverekê hukumateke xwe hebûye, yan li kuncekî Kurdistanê bac ne dane, lê ka çi pêwndîyê kurdaye peyda bûnê bi îranîyan re hene, û bi nêrîna beşdar bûna wan di dîroka gelê îranîyî giştî de“ (rû. 9).

R. Yasêmî şerkarîya hoz û dînastîyayên kurdaye cihê dijî yûnanîya, romîya, ereba, monxola, sêlcûka û dagirkerên mayîn, ne ku çawan kurdan azadî û serbestîya xwe diparast, lê çawan “Îran diparastin raber dike“.

Di dawîya gotara xwe de Q. Kurdo dinvîse: “Bi vî teherî bi nimûna pirtûka R. Yasêmî em dibînin, çawan dîroknas-nasîyonalîstên farsayî bûrjûa li Îranê, bi feş kirina dîroka gelê kurd, dixwezin sîyaseta hukumata Îranêye paşverû himberî gelên Îranêye kêmane efû bikin û bi vê armancê dîrok, ziman û çanda wan gelaye serbixwe nana dikin“.

Sala 1955 an Q. Kurdo gotareke rexneyî bi navê “Rexne kirina nêrînên şaş ser zimanê kurdî“ çap dike . Di wê gotarê de ew nêrînên rojhilatnasên Yekîtîya Sovyêtê N.Ya.Marr, O.L. Vîlçêvskî û B.V.Mîllêre ser zimanê kurdî rexne dike.

Ew dinvîse, wekî di gotara N.Ya.Marr de “Dîsan ser peyva ’çêlêbî'“ gelek malûmatîyên balkêş ser rola kurda di dîroka gelên Asîya Nêzîke çandeyî de hene. Lê gerek bê gotin, wekî N.Ya. Marr dîroka kudan ne çawan dîroka gelekî serbixwe, lê çawan dîroka yafêtîda (gurca, xalda, ermenîya) raber dike.
Ser bingeha lêkolîna peyva ’çêlêbî', usan jî têrmîna ’kurd' N.Marr wê yekê ku kurd gelekî îranî ne û zimanê wan îranî bûye, red dike.
Marr dinvîse, wekî kurd yafêtîne û zimanê wan jî yafêtî bûye. Ser bingeha mînakîyên peyvên kardûx (kurd) û kart (gurc) wekî koka wan yek e, ew koka kurda û gurca digîhîne hev.
Q. Kurdo wê bawarîyê ye, wekî ser bingeha mînakîyên çend peyvên kurdî bi peyvên gurcî û ermenî re, tu nikarî bêjî, wekî pêşîyên kurdan bi zimanekî yafêtî peyivîne.
N. Marr seva rêyên pêşvaçûna kurdan û zimanê wan dinvîse, wekî di sedsalîyên X-XIII de prosa gîbrîdîzasîya çawan kurdan, usan jî zimanê wan pêk hatîye. Ew destnîşan dike, wekî di dîroka xwe de pareke kurdan bi ereban re bûye yek, pareke mayîn bi îranîyan re, para sêyemîn jî bi tirkan re.
Gor Marr;

1)Serdema pêşva çûna zimanê kurdî, ya yekemîn, ew serdema îranîkirina zimanê kurdî ye, çawan yek ji zimanên yafêtî.
2)Piştî îranî kirina zimanê kurdî ew bi zimanê tirkî re tam dibe yek. Serdema tirkîbûna zimanê kurdî, sedsalên XIII-XIV pêk tê.
3)Zimanê kurdî ji gulok, yan jî bi hev re hûnana qatên zimanên sîstêmên cihê pêk hatîye.
Q. Kurdo dinvîse, wekî ev nêrînên N.Marr ku tu bingehê wan yê zanîyarî nîne û nerast in, kesên wek O.L.Vîlçêvskî û B.V. Mîllêr ji bo lêkolînên xwe ser peyda bûn û bi pêş ve çûna gelê kurd û zimanê wî, ji xwe re kirine bingeh.

Di gotara xwe ya “Marr û kurdnasî“ de O. Vîlçêvskî dinvîse, wekî zimanê kurdî ji teherê yafêtî, ku nêzîkî zimanên gurcî, xaldî bûye, derbasî îranî bûye û di dewrana fêodalbûnê de jî berbi tirkî çûye. Çawan mak kirina nêrînên xwe ew dinvîse, wekî N. Marr paralêlên lêksîkî û şintaksîsî di zimanên kurdî û tirkî de mak dike.
Q. Kurdo dinvîse, ku paralêlên lêksîkî û sîntaksîsî yê usan, bal N.Marr tunene û O. Vîlçevskî jî ew paralel ne anîne, ji ber ku ew tunene.
Di gotara “Nêrîna bîblîyografî, ya çapemenîya kurdîye welatê dereke di sedsalîya XX de“, O. vîlçêvskî dinvîse, wekî wêjeya kurdîye nû dikarî ser sê koma par bikî; koma yekemîn wêjeya li Sûrîyê û Stenbolê çap bûye. Zaravê kurmancî, tîpên latînî. Koma duyemîn bi zaravên kurdîye başûr li Îraqê çap dibe; bi zaravê soranî û tîpên erebî. Koma sêyemîn bi zaravê mûkrî û çend zaravên kurdên Îranê û Îraqê ye û çawan tê xuyayê nû dest bi teherê nivîskî kirîye.

O.Vîlçêvskî van hersê koman wek zimanên serbixwe dibîne û gor nêrînên wî kurd konglomêrata gel û hozên cihê ne ku bi gelek ziman û zaravên cihê dipeyivin, ku ne tenê bin tesîra zimanên erebî, farsî, tirkî, fransî û înglîsî da ne, lê berbi wan zimanan diçin.

O.Vîlçêvskî dinvîse: “Wêjeya kurdîye nû li devrayî welat ji alîyê zimên de lap kêm dikare ser sê beşên mezin bê parevekirin, ku çawan ji alîyê sazîya ziman, usan jî ji alîyê lêksîkayê û teherê nivîsarê pir ji hev dûrin.“

Seva vê nêrîna O. Vîlçêvskî Q. Kurdo dinvîse: “Eger O.Vîlçêvskî nêrînên xwe ser bingeha analîza zimanê berhemên şayîr û nivîskarên kurdan bikira, dîsan dibû, lê pirs ew e, wekî O.Vîlçêvskî ew yek hêja ne dîtîye.

Bese bêjin, wekî O.Vîlçêvskî çawan bi sazîya rêzimanî û fonda peyvaye zimanê kurdî ve bi giştî mijûl ne bûye, ew usan jî bi ziman û teherê nivîsara nivîskarên cihê ve mijûl ne bûye.
Ji ber vê jî ev ’têorîya' bê bingeh tu caran nikare bê pejirandin.

B.V.Mîllêr di gotara xwe, ku di “Bolşoy Sovêtskî Ênsîklopêdîya' yê de çap bûye, dinvîse, wekî xeysetê zimanê kurdî yê yafêtî û gîbrîdî di fonêtîka û morfologîya wî de tê xuyayê.
Di gotareke mayîn de ew dinvîse, wekî ’îrannas qet jî metel namînin bi hebûna zimanên usan, çawan afxanî, osêtî, kurdî, devokên Pamîrê, ku fonêtîka wan qet nikare ji fonda pra-îranî derkeve, yan jî bigihîje wê.' Bi bawarîya wî ew ziman tenê ser bingeha sîstêma zimanên yafêtî dikarin bên şirovekirin.
Q. Kurdo van nêrînên B.Mîllêr red dike û faktoreke giring tîne; ’eger ji bo zimanê kurdî ew rast be, ji ber ku pêwendîyên kurdan bi xelkên Kavkazê re hebûye, lê çawan dikarin şiro vekin, ku ew nimûn usan jî di zimanên îranîye mayîn, afxanî û pamîrî de jî hene, ku ji Kavkazê pir dûrin. Usane ev ne paşmayên zimanê yafêtî ne, lê normên bi pêş ve çûna zimanên îranîye taybetî ne.'
Di gotara xwe “Zimanê kurdî' de Millêr zaravê kurdên deverên Zengene, Kelhor, Kirmanşa û Sinê, zaravên farsî-kurdî nav dike. Ji vê dikarî ser cudatîyên zimanên kurdî û farsî guman bî. Gor Q. Kurdo B. Milêr ji bo vê nêrîna xwe tu bingeh ne anîye û ew nêrîn şaş e.

Nêrînên B.Millêre şaş usan jî di pirsa nivîsara ferhenga Kurdî (kurmancî)-Rûsî de dîyar dibin. Gor bawarîya wî, nabe ferhengeke giştî ya Kurdî (kurmancî)-Rûsî saz bikin, ji ber ku kurd bi sîyasî perçe kirî ne, ne xwedîyê alfabeya yekîtî û çavkanîyên peyv hildanêye giştî ne. Lê gor Q. Kurdo taybetîyên ziman ew sazîya wî ya rêzimanî û fonda peyva ne. Ji ber vê jî ji bo lêkolîna sazîya zimanê kurdî ya rêzimanî, fonda peyvaye sereke, tixûbên sîyasî nikarin bibin hasêgeh.

Di dawîya gotara xwe de Q. Kurdo ji bo lêkolînên dûarojê ber kurdnasan van pirsan datîne; Lêkolîna dîroka peyda bûn û pêşvaçûna gelê kurd û zimanê kurdî.
Armanca wan lêkolînan gerek dîyar kirina zagonên hundurîn, yên pêşvaçûna zimanê kurdî be. Zagonên pêşvaçûna zimane hundurîn di alîyên rêzimanî de dîyar dibin, ji ber vê jî gerek lêkolîna pêwendîyên êlêmêntên zimane sereke: fonêtîka, morfologîya, sîntaksîs û lêksîkayê bê kirin.

Pirseke mayîn, ku bi pirsgirêkên li jor bîr anîyî re girêdaye, ew lêkolîna wêjeya kurdîye ku dîroka wê digihîje 1000 salî; ji sedsalîya XI heta XVIII gelek şayîr û nivîskaran wêjeya kurdî dewlemend kirine, ku giringîya berhemên wan ne tenê ji bo lêkolîna dîroka wêjeya kurdî, lê usan jî ji bo lêkolîna dîroka pêşvaçûna zimanê kurdî gelek giring e.

Bi van pirsan re girêdayî, divêt pirsa lêkolîna folklora kurdîye gelek dewlemend bê çareser kirin, ku matêryaleke giring e ji bo lêkolîna dîroka pêşvaçûna zimanê kurdî û zaravên (dîyalêktên) wî.
Lêkolîna wêjeya kurdî, ya zarkî û nivîskî usan jî giring e ji bo damezirandina zimanê kurdî yê standart.

Ji bo kurdnasîya me gelekî giring e nivîsara rêzimana himberî hev kirina du zaraveyên sereke: kurmancî û kurdî (wan salan rojhilatnasan zaravayên kurdîye başûr-rojhilat re kurdî digotin – T.R.), nivîsara ferhengên cûr bi cûr: 1) kurdi (kurmancî)-rûsî, 2) kurdî (kurdî)-rûsî, 3) ferhenga fonda peyvên zimanê kurdîye sereke, 4) nivîsara ferhenga kurdî-rûsîye mezin.
Zelal kirina dîroka bi pêş ve çûna zaravên kurdî, mînakî û cihêtîyên wan di dereca fonêtîka, sazîya rêzimanî, fonda peyvaye bingehîn de, ji bo kurdnasîya sovyêtê pirsên gelek giring in. Berhemên usan wê ne tenê mînakî û cihêtîyên zaravên kurdî, lê usan jî zagonên pêşvaçûna zimanê kurdî, yên giştîye hundurîn dîyar bikin û bi vê rê dîroka peydabûna zimanê kurdîyî netewî zelal bikin. Li vir usan jî pirsgirêka peyda bûna gelê kurd dertê meydane, ji ber ku dîroka ziman bi dîroka civakê ve girêdayî ye.

Gerek bê gotin, wekî piranîya pirsên wî danîyî yan ji alîyê wî bi xwe, yan jî bi seroketîya wî hatine çareser kirin.

Sala 1977 an Q. Kurdo gotarekê bi navê “Di der heqê çend şiroveyên malûmatîyên Ksênêfont li ser kardûxan“ çap dike . Çawan dîyar e di berhema xwe “Anabasis“ de Ksênêfont malûmatîyên balkêş di der heqê kardûxan de dide, ku welatê wan başûra pingava Wanê bû, li çiyayên Hekarî.

Q. Kurdo dinvîse: “Ser bingeha mînakîyên deverên kurd niha lê dijîn û devera kardûx lê mane, mînakîyên xeyset, kevneşopî, mijûlîyên kurdan û kardûxan, mînakîyên wateyên peyvên kardûx, kordîk, kord û kurd û pêwendîyên wan yên gênêtîkî, gelek zanîyar wê bawarîyê ne, wekî kardûx binecîhên îranziman bûne û kurdên îroyîn, ku bi zimanekî rojava îranî dipeyivin, nifşên wane raste-rastin. Zanîyarên kurd Emîn Zekî beg, Aladîn Sucadî , zanîyarê îranî Reşîd Yasêmî , zanîyarên Avropa Rojava B.Nîkîtîn, Soan piştgirîya vê bawerîyê dikin. Lê hinek lêkolîner wê bawarîyê ne, wekî kardûx ne gelê îranîziman bûne, wekî zimanê wan yê cîh bûye, dûarojê di prosa pêşveçûnê de zimanê îranî di nav wan de ser ketîye. Ev yek cara yekemîn N. Ya. Marr gotîye .

Dûarojê B.V.Millêr, O.L.Vîlçêvskî û pey wan re jî G.B.Akopov vê têbînîya N.Ya.Marr êdî wek têorîke mak kirî dipejirînin û berhemên xwe ser bingeha wê bi pêş ve dibin.
Awa G.B.Akopov di gotareke xwe de, pêsvaçûna zimanê kurdî ser van serdeman par dike: “Serdema kevnar- di destpêkê de zimanê kurdan ne îranî bû, ku êlêmêntên wî heta niha jî di zimanê kurdî de mane. Serdema duyemîn-îrankirina zimanên rûniştvanên Kurdistanê. Serdema sêyemîn,- dîyarbûna kurdan çawan civakeke serbixwe û damezirandina zimanê kurdî; damezirandina zimanê kurdî di dawîya hezarsalîya yekemîn bi wê temam dibe, wekî bi wêjeyê tê qewîn kirin.“ .

Çawan em dibînin G.B.Akopov dîyar bûna kurdan çawan civaka serbixwe û damezirandina zimanê kurdî tîne dawîya hezarsalîya yekemîn, yan hinekî ji hezar salî zêde.
Alîgirên van nêrînan wê yekê ji xwe re dikin bingeh, wekî zimanê kardûxa ne îranî bûye û kardûx ne pêşîyên kurdan bûne.

Di berhema xwe “Kurd“ de O.L.Vîlçêvskî dinvîse, wekî kurd di pirsa peyda bûna xwe de, tu pêwendîyên dîrokî û lîngvîstî bi kardûxan re tune ne.
Qanatê Kurdo van nêrînên N.Ya. Mar, O.L. Vilçêvskî û G.B. Akopov red dike. Ew wê bawarîyê ye, wekî kardûx pêşîyên kurda bûne û zimanê wan îranî bûye.
Ksênêfont di berhema xwe de li gelek şûnan dide xuyayê, wekî wergerê wan yê yûnanî-farsî hebûye. Lê gava gilî tê ser pêwendîyên bi kardûxan re, ew tu tiştî ji bo werger nabêje. O.L.Vîlçêvskî pêwendîyên yûnanîya bi kardûxan re bi rêya wergerê yûnanîya red dike. Ew dinvîse: “Em tenê tiştekî dikarin bêjin: dema pêwendîyên bi kardûxan re, yûnanîya, çawan Ksênêfont dibêje, alîkarîya wergerê xwe yê sereke ne xwestine, ku farsî zanibû' (Kûrdî“ rû.65).

Gor Q. Kurdo bal Ksênêfont tu malûmatî tune, wekî wan wergerê yûnanî-farsî bi kar ne anîye.
G.B.Akopov wê yekê bi teherekî nû ducar dike. Ew dinvîse: “malûmatîyên Ksênêfont di der heqê wê yekê de hene, wekî dema ketine welatê wan (kardûxa-Q.K.), yûnanîya wergerê xwe guhastine (IV, II, 23/24). Q. Kurdo dinvîse, wekî malûmatîyên ku yûnanîya li welatê kardûxa “wergerê xwe guhastine“ bal Ksênêfont tunene.

Lê li welatê kardûxa pêvîstîya yûnyanîya bi wergeran hebû. Ksênêfont bi rêya werger bi kardûxan re ser hevhatinê û dayîna termên kuştîyan gotûbêj dike.
Ser vê pirsê Q. Kurdo dinvîse: “Eger em bipejirînin, wekî werger bi kar anîne û ne yê yûnanî-farsî bûye, usane yûnanî –kardûxî bûye. Lê ev yek nikaribû bibûya, ji ber ku yûnanî cara yekemîn rastî kardûxa dihatin.

Ew bawarî jî heye, wekî yûnanîya ji bo pêwendîyên bi kardûxan re wergerê ermenî bi kar anîne. Ev jî bê bingeh e, ji ber ku gava yûnanî ji welatê kardûxa dikevne welatê bakûr, ew ji xelkê cîh pirs dikin, ka ew çi welate û koxwê gundê ermenîya ji wan re dibêje, wekî Ermenistan e.

Em bal Ksênêfont nabînin, wekî yûnanîya, gava ketine welatê kardûxa, wergerê xwe guhastne, yan wergerekî cîh, yan wergerê ermenî bi kar anîne. Lê wan werger bi kar anîye.
Usane têkilîyên yûnanîya bi kardûxan re ne bi “zimanekî cîh“ lê bi farsî, yan jî zimanekî îranîyî mayîn bûne. Ji talebextan re alîgirên têorîya ji kardûxa peyda bûna kurdan, zêde guh ne dane zimanê kardûxan.
Seva peyva ’kardûx' Q. Kurdo dinvîse: “Hinek zanîyar wê bawarîyê ne, wekî ew peyv navê gele e û ser bingeha zimanê ermenî peyda bûye. Hinek zanîyarên mayîn jî ser wê bawarîyê ne, wekî ew peyv ser bingeha zimanê cîh peyda bûye û ew nav kirin û xwe nav kirina gel e. Bi gilîkî, çi jî bibe, ser bingeha malûmatîyên Ksênêfont mak dibe, wekî têrmîna “kardûx“ xwedîya wata êtnîkî ye.“

Ser bingeha malûmatîyên Strabon, Reşîd Yasêmî dinvîse, wekî peyvên “kardak“û “kardûk“ bi wata hozên îranîye mêrxas hatine bi kar anîn. Ew peyvên Strabon di der heqê wê yekê de tîne, wekî: “Kesên kardak bi talan dijîn û peyva “kardak“ bi weta mirovê mêrxas û şerkar tê bi kar anîn“. Dû re R. Yasêmî dinvîse, wekî têrmînên “kardak“, “kardûk“ û “kurd“ ji kesên koçere mêrxas û bi ezmûn re digotin“ . Ji van peyva dikarî bêjî, wekî peyvên “kardak“ û “kardûk“ wate, manên xwe yên civakî-êtnîkî hebûne û ew ser bingeha zimanên îranî dîyar bûne.

Peyva “kardûx“ bi transkrîpsîya Ksênêfont, çawan tê xuyayê, raste-rast bi şaxa “kardûk“ re girêdaye, ku usan jî di berhemên dîroknûsên ermenî de rastî me tê.
Wekî usane, ser bingêhê malûmatîyên Ksênêfont di der heqê gotûbêjên yûnanî û kardûxan, hin jî ser bingeha şiro kirina têrmîna “kardûk“, “kardûx“ û zelal kirina pirsa peydabûna wê, em tên ser wê bawarîyê, wekî kardûx gelekî ziman îranî bûye.

Me xwest bi nimûna van hersê gotarên Q. Kurdo ye rexnegerî, xwendevanan bi vê beşa mîrata kurdnasê mezin re bikin nas. Hêvîdarim ev lêkolînê ji bo nirxandina keda kurdnasê mezin kêrhatî be.
<\/scr"+"ipt>"); //]]>

Ji Netkurd

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.