Ana içeriğe atla
Submitted by Aso Zagrosi.. on 20 March 2009

Di dîroka me de gellek rojên giring û zêrîn hene.
Gellek rojên tal û xwînavî jî hene.
Dîroka Kurdan hêj nehatiye nivîsnadin. Em di destpêka wê de ne.
Ev yeka hanê tal e, lê rast e.

Em rojên tal a netewa xwe ji bîr tînin. Temena wan 200 salan derbas nabin.
Lê Newroz wisa nîne..
Dîroka Newrozê kes jî nizan e.
Hezaran salin Kurd vê cejnê pîrozdikin..
Hezaran salin di Newrozê de agirê Newroz bilind dibe.
Hezaran salin li roja Newrozê li ezmanan çiqas stêrk hebin li ser Kurdistan axa Kurdistanê ewqas agir hene.

Ev agirê Newrozê agirekî pîroz e..
Ev agir Zerdeştîyê tê..
Ronahîya xwe dide li ser Kurdan..
Kurd çiqas di tarîyê de bijîn, agirê Newrozê wan bernade..
Ronahîya agir Newroza di Kurdistanê de bû çavkanîya helbestên hezaran helbestvanan...
Hezaran dengbêjan li ser Newrozê stran gotin..
Ev yeka hanê taybetmendîya Kurdan e..
Dîsa em hêdî hêdî berbi Newrozê û ronahîyê diçin.
"Fîlosofê Ronahîyê" Sohrewerdîyê Kurd bi sedema Ronahîyê canê xwe da.

Sibê Êvarê şeva Newrozê ye..
Agirê Newrozê bilind bikin, heta hûn bigîjin ezmanan, heta Kurd azad bibin.

Newroza we pîroz, her rojê we Newroz be!!

Aso Zagrosî

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.