Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 5 November 2008

Newroz - Nelson Mandela, Were Hewlêr ê

Rêbîn Hesen

Hikumeta Kurdistanê, dixwaze Nelson Mandela, kesatiya navdar a cîhanî, vexwandî Kurdistanê bike.

Taman Şakir, peyivdara binavê wezareta rewşenbîriya hikumeta Kurdistanê taybet ji (Rûdawnet)ê re ragihand “Di seredanekê de ji bo Parîs a paytexta Fransayê, şandeke wezareta rewşenbîriya hikumeta Kurdistanê, hevdîtin digel Dr. Kendal Nezan sazkirin û navhatî misogerkir ku Nelson Mandela, kesayetiya cîhanî ya navdar, viyana xwe ya ji bo gelê Kurd û xebata wî ya ji bo azadiyê aniye ziman, herwesa hezkirina xwe nîşan daye û xweziya wî ye ew seredana Kurdistanê bike“.

Di vê derbarê de, wezîrê rewşenbîrî, nameyek ji Nêçîrvan Barzanî, serokê hikuemata Kurdistanê re şandiye ji bo ku bi fermî û li ser asta hikumeta Kurdistanê, Mandela vexwandî Kurdistan ê bikin.

Nelson Mendela, xetala Atatürk jê re hat pêşkêş kirin, lê navhatî razî nebû wê xelatê werbigire û gotibû “Tirk, maf û azadiya Kurdan li bakûrê Kurdistanê bin pê dikin“.

Rûdawnet-Taybetî

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.