Mamosteyê perwerdekar, nivîskar, helbestvan û folklornasê Kurd Mehemed Tofîq Werdî li sala 02.12.1972 li bajêrê bexdayê bi temenê 52 salî da koça dawîyê kir. Mamoste Mehemed Tofîq Werdî zîncîrek pirtûkên Kurdî û Erebî biçapkirî û gellek ji destnivîs ji paş xwe hîşt. Ev xizmetkarê ziman û edeba Kurdî li sala 1923 li bajêrê Koyî ji dayîk bû. Wî xwendina xwe a destpêkê û navendî li bajêroka xwe di sala 1941-an de temam kir û çû Beydayê û li wir dîplomeya mamosteyê dibistana seretayî wergirt. Ew li sala 1944-an bû mamosteyekî perwerdekar û rêbazek çeprew û niştîmanî girt û gellek car hate girtin an jî berçavkirin.
Wê dema ku ew di dawîya sala 1945- an de li bajêrê Qeladizê mamoste bû, peywendî li gel Tevgera Rizgarîxwaza Kurd li Kurdistana Îranê avakir. Mamoste Mehemed Tofîq Werdî, di destpêka sala 1946-an de çû ji bo bajêrê Mehabadê û beşdarî cejna avakirina Komara Demokratîk a Kurdistanê, a ku bi serokeyetîya Pêşawa Qazî Mehemed di 22.01.1946-an de hate îlan kirin, kir. Mamoste Mehemed Tofîq Werdî, li gel damêzrandina Kabîneya Yekem a Komara Kurdistanê li roja 11.02.1946-an de wekî mamosteyê dibistana destpêkê hate damêzrandin.. Wî di wan 11 mehên temenîya Komara Kurdistanê de xizmeta zarokên Kurd kir.. Wê dema ew tecrubeya ramyarî a Kurdan şikestin xwar û Komara Kurdistanê li 17.12.46-an de hate ruxandin, mamoste Werdî li sala 1947-an de vegerîya ji bo bajêrokê Koyî.. Wê dema ew vegerîya bêkar ma û wekî mamoste nehat damêzrandin.. Mamoste Werdî çû li nav rêzên Rêkxirava Kurdistanê a Hizba Komunîst a İraqê. Mamoste Werdî bi awayekî dilsoz çalakîyên xwe berdewam kir.. Piştî darbeya Leşkerî a 14-ê Tirmeha sala 1958-an vegerîya li ser karê xwe û heta roja koça dawîya xwe(02.12.1975) wekî mamoste xizmeta newîyên nû kir.
Mamoste Mehemed Tofîq Werdî, helbestvanekî niştimanperwerbû. Wî di destpêka salên çil ên sedsala bîstan destpêkir helbestên niştimanî nivîsî û di naverasta wê sedsalê de helbestên xwe belavkir. Li kêleka helbestên li ser Kurdistanê, sirudên niştîmanî ên pirr hest jî hunandibû.. Yek ji wan sirudên navdar “Ey Şêhîdan“ e .. Di destpêka wê de wisa dibêje:
Ey şêhîdan, ey şêhîdan,
Namire nav û niştiman!!!
Hun bûne rehberên me,
Bûne pişt û sengerê me,
Bo jiyan û bo serê me!!!
Ey şêhîdan, ey şêhîdan,
Namire nav û niştiman!!!
Mamoste Mehemed Tofîq Werdîyê Folklornas:
Werdî, nivîskarekî folklornasî ê jêhatîşbû. Her çiqas ew di destpêka jiyana xwe a wêjeyî de evîndarê kelepora netewî a milletê xwe bû, lê heta neçibû ji bo Komara Demokatîk a Kurdistanê, fêrî xwendina babetên folklorî bi pîtên latînî û Silavî ên nivîsînên Kurdên Qafqasê nebûbû.. Vî folklornasê navdar ê Kurd di kurte temenîya xwe de 39 pirtûk bi zimanê Kurdî û Erebî çapkir. Piranîya van berhemana li ser helbest, çîrokên folklorî û destanên Kurdan in. Hemû berhemên wî di xezîna kelepora me a netewî de nirx û bihayê xwe heye.
Ew pirtûkên ku mamoste Mehemed Tofîq Werdî bi zimanê Kurdî belavkirine, evin:
1. Hesen Meryem li sala 1955,
2. Nasir û Mar Mar, 1955,
3. Encamê dawîn pîsî, 1946,
4. Gulî nakam, 1957,
5. Xanzad û Leşkerê wê, 1960,
6. Qeleya Dimdim, 1960,
7. Mame Yareyê Qehreman,1961
8. Folklora Kurdî beşê yekem,1961,
9. Folklora Kurdî beşê duyem,1961
10. Folklora Kurdî beşê seyem, 1972,
11. Hindek beyt û helbestên Elî Berdeşanî, 1972
Ji bilî van berhemanan li ser kelepora Kurdî, zîncîrek jî ji dîwanên helbestî, şanoname û hinek pirtûk li ser dîroka Kurdan nivîsîye û çapkirîye...
Çavkanî: Xozga
Wergêr: Rojgar Merdoxi
[/color]