Mîtolojî û diroka „Kurdên resen“ wenda na be !
Weku ku hinek ji we xwandevanên rêzdar dizanin û wisa gelek dîroknivîs jî dibêjin, mîtolojî û dîroka heyî bi dîtin û karanîna nivîsê dest pêkiriye. Lê birastî, gava ez li ser afirandina mîtolojî û dîroka heyî difikirim, ez dibêjim, gelo çima gelek fîlozof, felsefevan, lêkolîner, ilimdar û dîroknivîs timî dibêjin, mîrê mîtolojî û dîroknivîsê pêşiyên gelê Misirî, Yunanî, Ewrûpî ûwd. ne? Û çima ew naxwazin bêjin, mîtolojî û diroka merivan û bi taybetî jî ya şaristaniya mirovatiya li Mezopotamiya yê di zanîn û batiniya di ilmê „Kurdên resen“ û dewlemendiya pêşiyên me “Arî-Mar-Medî“ de xwanê dibe ?
Belê, eger fersend û delîl di destên hinek dîroknas û lêkolînvanên me Kurd(Êzdî)an de hebûna û me jî bikarîbuna xwe bigihandina ser kûrayiya riknên afirandina cîhanê û şaristaniya mirovatiya li Mezopotamiya yê, me yê hingê bersiva van pirsên li jorê hatine kirin bi hesanî bidana û eşkere bikirina ku mîtolojiya me „Kurdên resen“ di her demê û heta vêga hêjî di nav ilmê xwe de dibêje, Xwedê û Milyaketan (Ezraîl, Derdayîl, Ezazîl, Îzrafîl, Mîkayîl, Cîbrayîl û Şimqayîl) dinya gelekî beriya afirandina Adem de xemilandine.
Li goriya ku ez ji dewlemendiya zargotina me „Kurdên resen“ fahm dikim, dewlemendiya civak û ola Kurda ya kevn, serekaniya zanîna afirandina dinya yê, mîtolojiya hemû Xwedanên xwezayê û evdên ku xwe ji bo berjiwendî û hêza desthilatdariyê mîna dînê netewekê dane xwanê ye.
Vêca ji bo ku hûn ji van hestên min fahm bikin, de kerembikin binêrin li van çend sebeqên „Qewlê afirandina dinyayê“ ka ew çeweha dibêje:
„Qewlê afirandina dinyayê
1. Yarebî dinya hebû tarî
Tê da tunebûn mişik û marî
Te zindî kir taze halî
Çû nema gul jê barî
Ya Rebî tu hostayê kerîmî
Te vekir rê û derba tarî
Tu hostayê her tiştî
Bihuşt çêkir renge bî
2. Erd û ezman tunebûn
Dinya fireh bê bin bû
Însan û heywan jî tunebûn
Te xak saz kir
3. Di behran de tenê hebû dur
Ne dimeşiya,ne dipeşiya
Te xweşruh anî ber
Nûra xakê peyda kir
4. Goşt û ruh hatine ber
Nûra çavan lê hate der
Dest û pê kire leş
Lê şêrîn kir got û bêj
5. Xwedawendê me hostayê rehmanî
Rê û dergeyê dinyayê vekir
Her tişt ji me re deranî
Bû buheşt erd û avanî
6. Xwedawendê me tiştî dinas e
Dura kasê jêre kir esas e
Jê peyda kir mêrê xas e
Got:"Eve heq nebes e"
7. Dur ji heybeta Êzdan hincinî
Taqet nekir hilgirî
Ji rengê însan xemilî
Sor û sipî lê hêwirî
8. Êzdanê me bi rehmanî
Hisin û cemal ji me re anî
Destûr da qelemê qudretê
Em avêtin nav sira muhbetê
9. Hêvên havête behrê,behir pê meyanî
Dûmanek jê derxwenî
Çardeh tebeqên erd û ezman pê nijinî
Êzdanê me dur deranî
10. Muhbet avête nav e
Jê peyda kir du çav e
Jê herikî pir av e
Av ji durrê herikî
Bû rê û bê derî
11. Êzdanê me ser behrê gerî
Êzdanê me gemî çêkir
12. Însan,heywan,teyir û tû
Cot bi cot li sefînê siwar kir
13. Xwedawendê me sefîne ser e
Serekî digere çar kinar e
Sefîne qul bû, av kete ser e
Marî dûvê xwe dana ber e
14. Xwedawendê me gemî ajot
Ji kinar ço ber kinar e
Ajote Lalişe got."heq war e"
Siltan Êzî xweşrêber e
Lalişkurkî beşer e
Niha êzdî jê xeber e
15. Ya Rebî bang dikim şêxê mezin
Çavkanî av jê dizên
16. Ya Rebî te dinya çêkir, dinya bixêr
Însan têda dijîn bi têr
şevên reş,şevên tarî
Cî nema gul jê barî
17. Xwedawendê me kerîm û rehman
Kire rikin erd û ezman
Da berme ruh û ziman
18. Xwedawendê me rebil semed
Afirandin heft milyaket
Cuda kir dojeh û buheşt
19. Xwedawendê me erd çêkir,ezman guhastin
Micalê erdê birastin,
Nobeta qeza guhastin
Li guneh baran bû ruhistin
20. Çiqas xwedawendê me dinya kir sefer e
Sixir dikir dar û ber e
Pê nijinî riknê mexiber e
Lalişjor de anî xwar e
Lalişbû xweşcî û war e
Li erdê şîn bû nebat e
Pê zeyinî,zendî kinyat e
21. Xwedawendê me rehmanî
Çar qisim ji me re danî
Pê dilovan Adem nijinî
22. Xwedawendê me rehmanî
Çar qisim li rûyê dinê danî
Yek ave,yek nûre
Yek axe,yek jî Agire
23. Xwedawendê me bi rehm e
Diyar kir şaz û qidum e
Hêvênê Adem hevsûr zor tixûm e
Hevsûr geriya,hat hindave
24. Qalibê Adem mabû bê gav e
Go:"Ruho çima naçî nav e"
25. Xwedawendê me qudret e
Zeyandî çiqas xuliyaqet e
Jêra çêkir doje û cinet e
26. Xwedawendê me erd çêkir,ezman guhastin
Mecalê erdê birastin,nebeta qeza rastin
Ji însan qencîtî xwestin
Lalişji ezman dihat e
Li Erdê şîn dibû nebat e
Pê cêyiran çiqas qinyat e
27. Xwedawendê me înê kir esas e
şemiyê biriye kiras e
Çarşemê kir xilase
28. Heft sed sal paşhevsûr hat dira nikase
Heft sed salî berî Adem jimar e
Erdê xiyare negirtî şiyar e
Heta Lalişa nûrîn di nav de hinar e
Û bang da ruh hedirî
Hat û ço buhirî
Nûra muhbetê hingivte serî
Hat û di qalibê Adem de hêwirî
29. Xwedawendê me rehmanî
Kasa sirê ji Adem re anî
Av ji kasê vexwar,vejiya
Cîda mest bû hejiya
Goşt jê xuwest wê ruhê
Xîret kete nav serî
Xwîn li canê wî gerî
30. Adem Xwar ji wê kasê
Sira kasê xweş lê tê
Kerameta kasê gehişte buheştê
Milyaketan bi milê wî girt û avêtin buheştê
31. Adem ji kasê vedixwar e
Kerameta kasê pê ve diyar e
Xak pê nijinî,bû hişiyar e
Got:"Ev erd çî xweşe"
Giyayê şîn sergeşe
Roj roja mêrê keleşe
32. Xwedawendê me rehmanî
Ji me re keremek anî
Dem û dezgehê başdanî
33. Hey Ademo rûdinê
Her dem bike îmanê
Xwedawendî em xilas kirin ji tofanê
34. Gelî mirîdan bikin karî
Xêra qudretê ji jor barî
Xwe dûr bikin ji neyarî
35. Kerameta xwedawendê me hate xwarê
Erd û ezman didinn xêrê
Hûn jî bibin xwedanê xêrê
Qet ji bîr neken vê xeberê “ (Çavkanî 1: Rûpel 15-21)
Belê, weke ku di peyvên vî qewlê me Êzdiyan de( hîna gelek qewlên me yên mîna vî hene) jî dibêje, Xweda yê me hemû giyanderên li seran serê cîhanê yeke û ew di nava hemû ol û netewên (mîna : Sumerî, Hurrî, Hattî, Hetîta, Gotî, Mîtanî, Arî, Lulî, Marî, Kassitî, Urartî, Medî, Babilî, Keldanî(Asûrî), Kardukî, Kaldahî, Mecûsî, Mazdayî, Sabî, Zerdeştî, Mervanî, Alevî, Manî, Farizî, Yahudî , Xirîstiyan, Musilman, Hinduyan û whd.) di dinya yê de heyî û li gorî bawerî, ziman û zaravên gelan bi gelek navan (mîna: Hurmuz, Aton, Marduk, Şamaş, Bal, El, Hadad, Xuda(xwe dayî), Xwedê, Padişa, Xwedî, Rab, Temuz, Dumuzî, Adonis, Ez da, Ezdan, Yezdan, Yazad, Yêzad, Yê ez dayî(Êzîd, Yêzîdî, yêzdî), Xaliq, Tanrı, Allah, Gott, Xwudah û whd.) hatiye bi nav kirin.
Û lewma jî em Êzdî vêga hêjî di vê sebeqa Qewl de didine xwanê û dibêjin:
“Siltan Êzî bi xwe Pedşa ye,
Hezar û yek nav li xwe dana ye,
Navê mezin her Xweda ye“ (Çavkanî 1: Rûpel 38)
Li ser giringiya Çarşema serê nîsanê jî, ez dîsa weke bav-kalên xwe dibêjim, yê temam Xwedê ye û heta baweriya me bi Ezdah(Xwedê) û Xwedanê ku Çarşema Sor afirandiye hebe, mîtolojî û diroka me „Kurdên resen“ jî nayê weşartin û wenda na be !
„Çarşema Sêre Nîsanê
Şixadî Şêxalê Şemsa xweste dîwanê
Da qayîm bikin dîn û îmanê
Ev e îda Kurdistanê.“ Berdewam binêren li çakanî 1 Rûpel:133-140
Weke ku ez ji peyv û naveroka van mînakên Qewl fahm dikim, xweya dibe ku ji berê ve û heta vêga hêjî, ji xeynî van bermayên ilm(qewl, dua, beyt, rê, resim, symbol, serpêkhatî ûhwd.) û ilimdarên(qewal, feqîr, koçek, pîr, pêşîmam, alim, xas û qelenderên Xwedênas ûhwd.) Ezdayiyan pêve, hîna tu zane, pisporên mîtolojî, dîrokê û arkolojiyê weke vê mîtolojiya me „Kurdên resen“ xwe weha tam bernedane nav mîtolojî, dîrok û şûnwarên li ser erd û bin erdê de hene. Bi dîtina min û gelek kes ji we jî dizanin ku, me Ezdayetiya xwe ne ji ber mîtolojî û dîroka ku hatî nivîsandin naskiriye. Piraniya mîtolojî û dîroka ku hatî nivîsandin timî li goriya dilê desthilatdar, berjiwendiyên nivîskar û kesên ku dibin hukûmdariya desthiladaran de bûne hatiye nivîsandin.
Vêca, bila tu kes ji min şaş fahm neke û ji xwe ne hedê mine ku ez şîretan li tu kesî bikim, lê hêvîdrim ku mîtolojî, dîroka gelên Xwedênas(Ezdayî) û bi taybetî jî agehdariyên li ser wêje û şûnwarên civaka me Kurdan ne li goriya wan çavkanî, berhem û dokumentên desthilatdar, mîrek û xanedanên ku Kurdîstan bi darê zorê dagirkirine, bêne ragehandin û nivîsandin.
Çarşema serê nîsanê ya ku Xwedê afirandina dinyayê tê de “kir xilase“, li hemû bawermendên Ezdayetiyê û Kurdistaniyan pîroz be !
Kemal Tolan
11.04.2009
Çavkanî:
1 Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê, Weşanên Perî, Çileyê pêşîn 2006