Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 19 February 2010

Vexwendin ji bo civînê
Semî, 20. SEBAT 2010
Karl-Rahner-Akademie
Jabachstr. 4-8 â–ª 50676 Köln
Ji bo pêserojeke hevpar
Rewsa rewenda Kurd û rêxistinên wan
li Herema Nord Rhein Westfalen
Li Almanya di demên dawîn de rêxistinên koçber
ji aliyê raya gistî û aktorên siyasî ve balê
diksînin ser xwe.
Rêxistinên rewendî gerek bi tevna xwe ya
civakî, gerek bi ezmûna xwe, berjewendiyên
civakên xwe tînin ziman û temsîla wan dikin.
Herwiha di warê entegrasyonê de sahaya
xebata xwe her diçe bi awayeke profesyoneltir
berfireh dikin, ji bo endamên xwe
xizmetguzariyên civakî û amojgarî pês dixin.
Herwiha ew êdî zêdetir wek nûnerên siyasî yê
civaka xwe jî tevdigerin.
Rewsa Kurdan -ku ew li Almanya yek ji komên
rewenda heri mezin e-, ne di nîqasên
pirsgirêkên koçberan de û ne jî di xebatên
entegrasyonê de têra xwe cîh nagire. Helbet
gelek sedemên vê yeke hene. Lêbelê rastiyeke
jî heye ku rêxistinên Kurd yên li Almanya gerek
ji ber struktûrên xwe, gerek jî ji ber xebatên
xwe yên ku berê wê li welat e, heta niha di
warê xizmetguzariya civaka Kurd ya li Almanya
de têra xwe erkên xwe yên civakî bi cîh
neanîne.
Herwiha wan, xebat û daxwazên civaka Kurd
ya li Almanya têra xwe li hember raya gistî ya
vî welatî neanîne ziman. Ewçend jî di demên
dawîn de di nav rewenda Kurd de, di derbarê
kêmûkurtiyên rêxistinên wan de nîqasekî
destpêkiriye.
Em jî dixwazin tevî nûnerê rêxistin, înîsiyatîf,
komel, rêxistinên banî û sexsiyetên Kurd,
rewsa jiyana rewenda Kurd li Almanya û modela
rêxistinbûnê ya ku karibe bersîva rewsa
jiyana wan bide, binirxînin.
Herwiha em dixwazin di vî warî de hemû daxwazên
Kurdan -li asta eyalet û federal- diyar
bibin. Di vê derbarê de wê hizr û raman û
fikrên cuda bibin esasê nîqaseke kûr û
berhemdar jî.
Em bi dilûcan we vedixwînin vê civînê.
Besdar, dikarin bi zimanê ku bixwazin, biaxifin.
Bername ya civînê:
10.00 Destpêk
10.45 Silavdan û axaftina vekirinê
Metin Incesu, Serokê NAVEND'ê
11.00 Rewsa rewenda Kurd û
rêxistinên wan
Bi nîqas û pêskesan analîza rewsê
13.30 Firavîn
14.30 Rola taybet yê rêxistinbûna
rewendan
pêskes
15.00 Rewsa komel û saziyên Kurd
15.15 Nêrînên saziyên Kurd
Danûstendin bi nûnerên rêxistin,
komel û saziyên rewenda Kurd re
16.00 Perspektîfa rêxistinên Kurd û
bendewariyên wan ji siyaseta
(federal û heremî) Alman
Pêskesan
17.30 Nirxandina encaman
18.00 Dawiya civînê
Tika ye, divê herî dereng heta 17'ê Sebatê 2010'an bi rêya e-maîl an jî faxê forma serlêdanê
li me bê vegerandin.
.............................................................................................................................................
NAVEND - Zentrum für Kurdische Studien e.V., Bornheimer Str. 20-22, 53111 Bonn
Tel.: 0228-65 29 00; Fax: 0228-65 29 09; Email: [email protected]; www.navend.de
So erreicht man den Veranstaltungsort
Veranstaltungsort: Karl-Rahner-Akademie â–ª Jabachstr. 4-8 â–ª 50676 Köln
Fon 0221 - 80 10 78-0 â–ª Fax 0221 - 80 10 78-22
Anfahrt mit dem PKW:
Die Karl Rahner Akademie liegt in der
Stadtmitte Nähe Neumarkt gegenüber
den Kirchen:
St. Cäcilia / Museum Schnütgen
und
St. Peter / Kunst-Station Sankt
Peter / Köln
Fußweg:
vom Neumarkt ca. 5 Minuten
vom Dom / Hbf. ca. 20 Minuten

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.