Di despêka Serîhildana 1925-an de Xalid Begê Cibrî û Yusif Ziya Begê Bêdlîsê hatin derdest kirin û li Bêdlîsê encama dadgehkirina leşkerî û ne hiqûqî hatin darvekirin.
Dewleta Tirk, piştî ku Xalid Begê Cibrî û Yusif Begê Bêdlisî hatin darvekirin, ji bona ku serîhildana milî ya azadî û serxwebûna Kurdistanê bê temirandin, serokê wê serîhildanê Şêx Seîd Efendî û hevalên wî bên kuştin, an jî bên girtin û dadgeh kirin, xebat û êrîşekgelek vahşîyanê meşand.
Dewleta Tirk, di demeke kurt de biserketin: Bi deh hezaran kurd kuştin û ji Kurdistanê sirgun kir. Bi hezaran şervanên tevgera serîhildana milî jî kuşt. Şêx Seîd Efendî nêzikî Wartoyê û hevalên wî jî li herêmên din desdest kir.
Ji bona ku Şêx Seîd Efendî û hevalên wî bên dadgehkirin, dadgehên bi navûdeng û dîrokî Dadgehên Îstîklalê, ji bona ku ji Komîteya Îstîklalê ku ji Tevgera 1925-an re serokî kiribû re bibe nîspet û înat, ava bûn. Wan Dadgehan li Amedê û Xarputê karên xwe meşandin.
Ev dadgehan, dadgehên xwezayî nebûn, dadgehên awarte bûn. Qadiyên wan dadgehan jî, qadiyên xwezayî nebûn. Qadiyên wan dadgehan bi destê desthilatdariya siyasî ya despotîk a kemalîst hatibûn tespît kirin.
Wan dadgehan, biryarên hiqûqî ne, biryarên siyasî yên kuştina serok û şervanên Tevgera 1925-an meşandin.
Dadgehên Îstîklalê, di demeke kurt de, bi lezûbez Şêx Seîd Efendî û 47 hevalên wî li Amedê, gelek serok û şervanên Tevgera 1925-an li Xarputê dadgeh kir, di derbarê wan de biryara îdamê/darvekirinê da.
Ev biryaran neçûn dadgeha bilind û bi lez pêk hatin.
*****
Hîç şik tune ye ku biryarên Dadgeha Îstîklalê ne hiquqî bûn. Keyfı bûn. Beşek jiholêrakirina miletê kurd bûn. Yanî Dadgehên Îsîklalê bi awayekî din tunekirin û jiholêrakirina miletê kurd pêk dianîn. Lewra desthilatdarên despotî û kolonyalîst yên Dewleta Tirk û Qadiyên Dadgehên Îstîklalê baş dizanîn ku dema serok û berpirsiyarên miletê kurd ji holê rabin û bên kuştin, jiholêrakirina miletê kurd jî pêştir dikeve, miletê kurd bê serî û bê berpirsiyar dimîne. Wê demê jî careke din nikare rabe ser piyan û mafên xwe daxwaz bike.
Vê yekê di jiyanê de jî xwe îspat kir. Piştî ku serokên serîhildanên Kurdistanê hatin kuştin, miletê kurd, bi deh salan bêdeng ma. Mafên xwe nikarî daxwaz bike. Kurd, bi tevayî ji derveyî siyasetê man. Hîn di vê merheleyê de jî, ew kêmasî û nexweşiya derman nebûye.
Loma jî biryarên di derbarê serok û şervanên Tevgera Milî ya 1925-an de ji aliyê Dadgehên Îstîklalê de hatine dayîn, beşek ji jenosîdkirina miletê kurd e. Divê ew dozan di vê çarçoveyê de bên şirove kirin
Kurdan demek dirêj derfet nedî ku li hemberî ev zilma Dewleta Tirk û biryarên Dadgehên Îstîklalê dengên xwe derxin û mixalefet bikin. Her çiqas piştî salên 1970-yî, Dewleta Tirk, di pirsa serîhildana 1925-an û derbarê serîhildanên din de ji aliyê kurdan de hatibe nirxandin û muhasebekirin jî, biryarên Dadgehên Îstîklalê nehatin muhasebe kirin.
Lê, di sala 2005-an de dema ku Komeleya Kurd a Diyarbekîrê ava bû, biryar girt ku Şêx Seîd Efendî û hevalên wan, li ciyê hatine darvekirin bibîrbîne; di wê bibîranînê de biryarên Dadgehên Îstîklalê anî rojevê. Berpirsiyarên komeleyê gelek aşkere diyar kirin ku ew biryaran meşrû û hiqûqî nîn in. Loma jî divê ev biryaran ji çav derbas bibin û ji holê rabin.
Ew daxwaza min jî di gelek dozên xwe de anîn ser zimên.
Piştî Komeleya Kurd a Diyarbekîrê dezgeh û kesayetên din (Wek Osman Aydin) yên kurd jî, ew dawaza anîn ser zimên. Lê heta nûha di vê pirsê de ji aliyê hiquqî de gavek diyar nehat avêtin.
*****
Di van rojên dawî de Baroya Enqereyê biryar daye ku li ser dozên girîng û dîrokî raweste; lêkolın bike û ji bona van dozan arşîvekê pêk bîne.
Baroya Enqereyê di destpêkê ji bona 6 dozan biryar girtiye. Ji van dozan yek dozek jî Doza Şêx Seîd Efendî û hevalên wî ne.
Ew gaveke baş e.
Lê ev terîfa Baroya Enqereyê di derbarê Dozên Serîhildana 1925-an de, xwediyê kêmasiyek mezin e. Baş tê zanîn ku beriya û piştî serîhildana 1925-an, bes Şêx Seîd Efendî û hevalên wî dadgeh nebûn. Ji dervayî wan jî serok û şervanên Kurdistanê dadgeh bûn. Loma jî ez ji vê dozan re bes nabêjim “Doza Şêx Seîd Efendî û hevalên wî”. Ez dibêjim divê em van dozan, di çarçoveya Dozên Serıhildana 1925-an de bê wergirtin û wusa bê terîf kirin.
Ji aliyê din de ev Dozên Serîhildana 1925-an, wek doza Ugur Mumcu, Muammer Aksoy, Uçokê û.y.d, dozên ferdî nîn in. Dozên 1925-an, doza jiholêrakirin û jenosîda miletê kurd e. Divê van dozan di vê naverok û çarçoveyê de bên şirovekirin û bên berdest kirin.
*****
Ji aliyê din de divê em ji Baroya Enqereyê re bibin alîkar. Terîfa dozê serrast bikin. Li cem Dozên Serîhildana 1925-an dozên din yên serok û şervanên Kurdistanê jî; Dozên Serîhildanên Agriyê û Dersîmê û serîhildanên din jî bigrin nav van xebatan.
Ji bona van dozan belgeyan bicivînîn û bi malbetên serok şervanên kurd re danûstandin bikin û agadarî berev bikin.
Di vê pirsê de hiqûqzanayên kurd xwediyê berpirsiyarek mezin in. Beriya vê çend rojan min bi neviyên Şêx Seîd Efendî re di derbarê vê pirsê de guftûgo kir. Ew jî ji bona alikariyê amade ne.
Beriya her tiştekî divê bi Baroya Enqereyê re danûstandin bê kirin.
Amed, 24. 01. 2011