Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 2 May 2010

Doza KURD-KOMê û Doza TEVKURDê, Komeleya Ehmedê Xanîyê, CIWAN-KURDê, Weşana Ray û Kesên Serbixwe dê di 04.05. 2010-an de dom bike...

Îbrahîm GUÇLU
([email protected])

I- Doza TEVKURDê, Komeleya Ehmedê Xanîyê, CIWAN-KURDê, Weşana Ray û Kesên Serbixwe...

TEVKURDê, Komeleya Ehmedê Xaniyê, CIWAN-KURDê, Weşana Ray û beşek rewşenbîr û siyasetvanên kurd bi hev re biryar dan ku Serok û Têkoşerên Tevgera Milî ya Kurdistanê ya 1925-an bîr bînin; Tevgera 1925-an şirove bikin û ji Serîhildana 1925-an a Kurdistanê ders derxin.

Ji bona vê 3-4 çalakî hatin projekirin: 1) Di nav kîtleyê de belavkirina bi hezaran belavokan û beşdarbûna malbatên serok û têkoşerên Tevgera Milî ya 1925-an pêk anîn. 2) Di Salona Şaredariya Mezin a Diyarbekîrê de panelek li darxistıin.. 3) Li ber Mizgefta Mezin (Ulu) - ciyê ku serokên Kurdistanê hatine dardakirin/daleqandin - civîneke çapemenî ya kîtlewî pêk anîn. 4) Li Mala Taziyê ya Liceyê mewlud xwendin.

Hezar mixabin piştî ku xebatê dest pê kir, Dadgeh û Waliyê Diyarbekîrê ev xebata gelek rewa û demokratîk qedexe kir.

Lê Komîteya Amadekariyê: Qedexeya Dadgehê û Walîyê Diyarbekîrê nepejirand; kar û xebatên xwe domand. Bes nikarî li Salona Şaredariya Mezin a Diyarbekîrê panelê bidarxe. Lewra piştî qedexeya dadgehê û walî, şaredariyê salona xwe ji bona panelê îptal kirin.

Komîteya Amadekariyê, ji bona ku biryara Dadgeh û Waliyê Diyarbekîrê protesto bike, li ber Şaredariya Mezin civîneke çapemenî pêk anî. Di civînê de min û li ser navê Komîteyê Zeynel Abîdîn Ozalpî axevtin kir. Pişt re jî çalakiya rûniştinê pêk hat.

Piştî vê protestoya dadgehê û walî, di wextê de li ber Mizgefta Mezin serok û têkoşerên Kurdistanê hatin bîr anîn û mewlud jî hat xwendin.

Di encamê de ji bona vê xebatê doz vebû. Her çiqas ev kara karekî kollektîf bû û yê gelek rêxistin û kesan bûn jî, di derheqê min de doz vebû.

Ev doza dom dike.

Diruşmeya dê di Dadgeha Cezayê ya Asliye ya 8-emîn a Diyarbekîrê, 04. 05. 2010, saet 09.55-an de pêk bê.

Doz bi kurdî dom dikir. Hezar mixabin piştî ku dadwerê/qadiyê dadgehê hat guhertin, dadgehê mafê min yê bi kurdî ji holê rakir. Ez jî li dijî ev biryara dadgehê berxwedana xwe dom dikim. Ezê tu wext di dagheê de tirkî qise nakim û bi tirkî parêznameyê xwe pêşkêş nakim.

Doz ber bi dawiyê diçe. Di diruşmeya buhurî de ji bona ku dadwer ji derveyî hiquqê tevdigeriya, dadwer ji aliyê min û parêzerên min de hat red kirin. Di diruşmeyê de ev pirsa dê zelal bibe, Alternatîfa mezin ew e ku ew daxwaza me dê red bibe û eynî dadwer dê doza min bidomîne.

Di diruşmeya de alternatîfa mezin ew e ku dozgerê mûtalaya xwe ya dawî pêşkêşî dadgehê bike û dîsa îhtîmala mezin ew e ku dadozger cezakirina min daxwaz bike. Dadgeh jî dê parêzname pêşkêşkirina min û parêzerên min daxwaz bike

II- Doza KURD-KOMê: Dozger mûtalaaya pêşkêşî dadgehê kir. Dozger cezakirina min dixwaze. Ji bona ku dadgeh îzin nade ku ez bi kurdî parêznameya xwe pêşkêş bikim, ez bi tirkî jî parêznameyê pêşkêş nakim. Ezê dı heman dem de vekişandina parêzerên xwe ji dadgehê daxwaz bikim...

Komeleya Kurd a Diyarbekîrê (KURD-KOM), xwediyê çend armancan bû. Yek armanceke KURD-KOMê jî, ji dîroka Kurdistanê û ji serokên tevgerên neteweyî yê Kurdistanê re xwedî derketin bû.

Wek tê zanîn serîhildana neteweyî ya Kurdistanê ya sala 1925-an jî, ji bona her kurdekî û her dezgeheke kurd gelek girîng e. Ev tevgera hîç şik tune bû, ku ji bona KURD-KOMê jî gelek gîring bû.

KURD-KOMê, ji bona serok û têkoşerên Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê ya di sala 1925-an de pêkhatî bîrbîne; ji bona ku biryara Dadgeha Îstîklalê ya di derheqê serokê û têkoşerên Tevgera 1925-an de diyar bike ku keyfî û ne hûqûqî ye; siyaseta Dewleta Tirk ya kolonyalîst teşhîr bike: Di 28. 06. 2005-an de li ber Mîzgefta Mezin Civîneke kîtlewî pêk anî.

Civîn, ji bona ku beşek serokên Tevgera 1925-an li ber Mizgefta Mezin hatibûn îdamkirin, li ber mizgeftê pêk hatibû.

Di civînê de kesên xwediyê baweriyên cihê bîrûreyên xwe anîn ser zimên.

Piştî ev civîna KURD-KOMê, di derheqê KURD-KOMê de lêpirsîn hat bidarxistin û pişt re jî doz vebû.

Dozgerê Komarî, Tevgera 1925-an tewan û serokên tevgerê jî tewanbar dipejirîne. KURD-KOMê jî, pesindarên tewana serokên tevgerê dipejirîne.

Lê gelek tiştekî aşkere heye, ku serokên Tevgera 1925-an tewan nekiribûn û ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê li hemberî dewleta kolonyalîst ya tirk serî hilda bûn. Ji mafên neteweya kurd re xwedî derketibûn.

Dewleta Tirk tewan kiri: Dewleta Tirk, kurd ji jenosîdê derbas kir û koçber kir; bajar û gundên Kurdistanê şewitand; serokên neteweya kurd îdam kir û kuşt.

Ev Doza, dê di Dadgeha Cezayê Asliyê ya 5-emîn, 04 05. 2010-an, saet 10. 30-î de bê bi dar xistin.

Ev doza jî, dê kurdî dom dikir. Hezar mixabin piştî ku dadwer hat guhertin, ev maf ji min hat girtin. Biryar hat dayîn ju doz bi tirkî dom bike.

Dozger, mûtaalaya xwe ya dawî pêşkêş kiriye. Dozger cezakirina min dixwaze. Ji bona ku dadgeh îzin nade ku ez bi kurdî parêznameya xwe pêşkêş bikim, ez bi tirkî jî parêznameya xwe pêşkêş nakim. Ezê dı heman dem de vekişandina parêzerên xwe ji dadgehê daxwaz bikim...

*****

Gelek eşkere ye, ku her çiqas ji çareserbûna “pirsa kurd“ jî tê qal kirin, hîn dozên fikrî yên kurditiyê û Kurdistanî dom dikin. Gelek kes tên ceze kirin.

Ev yeka hem nekokiyekê nîşan dide, hem jî karaktera dewleta kolonyalıst ya tirk dide derve. Divê ev pozîsyon û rewşa ji aliyê rewşenbîr û siyasetvanên kurd de baş bê şirove kirin. Helwesteke dîrokî û objektîf û li berjewendiya neteweya kurd bê meşandin.

Divê ku reya giştî, çapemenî, rewşenbîr û siyasetvanên kurd li ser van dozan rawestin. Durûtiya dewletê deşîfre bikin.

Amed, 02. 05. 2010

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.