yeziden.de News
Single
Dîsa Şingal ..Teroristan dû êzidî kuştin u çend kes birîndar ketin
Tora laliş/ Hejar. M
Îro serê sibê rêkeftî 10/2/2008 li ser rêka ( Sinûn - Rebî ’a) nêzîk gundê ( Im AL-Xibarî ya Ereban) tirumbêleka êzidiyên şingal yên bê goneh ku li ser rêka xwe bûn dihatine herêma kurdistanê, ji bal terorista ve hatin gule barankirn . li gor xeberê mendubê tora laliş li sinûnê, ku dû kes şehîd ketin u çar kes birîndar bûn, wek yek ji birîndara ji bo tora laliş dayî zanîn ku ew kes di bê gunehin u ne bi ser çi alî u partiyên siyasî ve ne tinê ji bo pariyê jiyana xwe daku zarokên xwe xudan biken beref bajêrê silêmaniyê dabûne rê ku li wêr ew u xêzana xwe u zarokên xwe li silêmaniyê kar diken lê di rêda teroristan hêrişî ser tirumbêla me kir ez u zaroiyên min u ew kesên di gel meda dane ber gula, ewan zarok u jin i zilam ji hev cuda nekirin.
Ziyanê vî karê terorî u na mirovana
- Cangorî (Xêrî îlyas hesen ) ji komelgeha sîba şêx xidirê ye ku jiyana xwe ji dest da ji egera vî karê terorî
- Cangorî (Heyder silo reşo) ji komelgeha gir zerik ku ewjî ji egerê vî karê terorî u mirovana dawî bi jiyana xwe anî
- Jinek ku dayka cangorekîye birîndar ketiye
- Xurtek ewjî kurê cangoryekî ye ewjî birîndar ket
- Dû kesên din birîndar ketin
Ev êk ji wan bûyerên rojana yên ku bi serê xelkê bi gunehê şingalê tê li demê têne bajarên din yên kurdistanê ( Duhok, Hewlêr, Silêmanî) ji bo qutê zaroiyên xwe u peyda kirna parîyê jiyana xwe ne ji bo tu karên din.