DI HEVPEYVINA OLDAREKÎ ÊZDIYAN DE, MAHNE Û GIRINGIYA “XERQE“ TÊ NASKIRIN
Kemal Tolan: Rêzdar Feqîr Elî, dema ez li zargotina Êzdayetiyê dinêrim û guhdarî dikim, dibînim ku zahf peyva “XERQE“ di nav de hatiye û hêjî tê bikaranîn. Eger hûn destûrê bidine min, ez dixwazim pêşîn çend mînakan ji We re bînime ser ziman.
Feqîr Elî: - Belê mirîdê min, keremke ez li te guhdarî dikim !
Kemal Tolan:
Mînak: 1
Di sebeqeyeke „Terqîn û nasîn“ de dibêje:
“Xerqe ji kafa nûnê
Elah mewla cumle alem miletî“ Temamî di: *1
Mînak: 2
Di sebeqeyeke “Du´a Heyvê“de dibêje:
“5- ya Melek Fexredîn! te em xûndîne li hizretê
tu me bisitrînî ji dirba Xerqê
ji şerîetê, ji terîqetê
şikir, te em havêtîne ser pişka sunetê.“ Temamî di : *2
Mînak: 3
Di çend sebeqeyên “Qewlê Lawikê Pîrano de dibêje:
“67- hey lawek yî pîrano :
xerqe libasê cebare
kesê ji pêş xerqê şîxadî hilînit dare
roja axretê ew xafilekî gunekare ....
68- hey lawekî pîrano :
kesê serma xerqeyî bi girî
û bi awirêt xezeb tê bi fikirî
roja axretê dê kafir mirî ....
69- hey lawekî pîrano :
li roja li pê pira selatê
dê xerqeyî hilînin , dê bene bisatê
belê qalibê kafir dê mînit li kiş û matê ....
70- hey lawek yî pîrano :
ewe roja pê pira ne'îmê
xerqeyî dê hilînin û bene xizînê
qalibê kafir dê mînit li kela cehîmê ....“Temamî di *3
Mînak: 4
Di sebeqeyeke „Qewlê Derwêş Adem“ de dibêje:
“Hindek xerqê xwe bi kiçê re sipar e
Dabuye keçê xerqe ye
Silav bike li babê ye
Qenciya we kirî layiqî we û esilê we ye
Heke pisekî me dahir be xwe negre û bêye“ Temamî di : *4
Mînak: 5
Di sebeqên „Qewlê Qendîla“ de dibêje:
“Şîxadî hate Lalişe
Xemilî bi xerqêt reşe
Edewîya hal pê xweşe
Şîxadî li Laliş bû
Xemilî bi xerqê reş bû
Edewîya hal pê xweş bû“ Temamî di :*5
Mînak: 6
Di helbesta „Ebû Bekirê Şîblî û Şêxê Cuneyd “ de jî weha dibêje:
“Xerqe û tekmîl îna wî di Ebû Bekir werîna
Guh bidin ey guşenişîna, hû dê berket xirqetê
Xirqe libsê ewlîyane, 'safî dilê e'sufîyane
Dûr ji qewê eşqîyane û ehlê kizb û bîd'etê“
Temamî di: *6
Mînak: 7
Êzdî vêga hêjî bi libasên “Tanc û hilên“
Şêx Adî sond dixwin û lê ziyaretî dibin .
Û hîna gelek mînakên dinê...
Vêca, rêzdar Feqîr Elî, hûn jî dikarin ji me re bibêjin, ka giringiya “XERQE“ di nav zargotina Êzdiyatiyê de çiye û “XERQE“ ji kengî ve hebûye ?
Feqîr Elî: Li goriya ku ez dizanim, Xerqe bi hezarên salan beriya Şêx Adî de jî hebuye.
Binêre ezê vî qewlê “XERQE“ yê ku heta vêga hîna di tu deverî de tevaya wî ne hatiye gotin û nivîsandin ji te re bêjim.
QEWLÊ XERQE dibêje:
Berî dinya ne bû,
Ew roj Xerqe hebû,
Xerqe libsê Xwedê û
Tawsî-Melek bi xwe bû
Berî dinya nebû, ne di sêwrand
Mihbet ew bû mêran ne hengirand
Ew roj padşayî xerqe di dehirand
Berê ne erd, ne ezman bû
Berê ne çiya, ne sekan bû
Û ne bahr , ne bînyan bû
Hingê di nav xas û
Ewliya de Xerqe îman bû
Koro te çavî spî ye,
mahniya xerqê Şêx Adî çiye?
Erd e bi kilît û ne vekiriye
Ema ji sirra melkî bihiriye
Koro te çavî kor e,
mahniya xerqê Şêx Adî çiye?
Ne vekirî, ye bi zimzim û mor e
Derenca xerqê Şêx Adî li jor e
Ew ji sirra padşahê jor e
Di kilimî grîvan e
Xerqe libasê padşê minî giran e
Ew xerqe qubleta çiqas xasan e
Tac dêje Xerqe ye
Sed evdê guhnekar e
Qestke berde mala te ye
Bi heqiya Xwedê destekî li ser yê te ye
Xerqe xelatê mêrê axa
Hincî di bin kirê Şêx Adî de
Neke kul û emelê saxa
Roja bangê yî rût û çîplax e
Xerqe dirre, rastî sir e
Xerqe xelata mêrê hir e
Xerqe xelata Xwedê bi xwe ye
Êwiriye ser qalibekî bê terşe ye
Ewan xêr nedikir û guhne li xwe dikir zêde ye
Xerqe dibê, ezê li wê me
Bê bav û bê dê me
Ez li ber kerema mewlê me
Ez li ber kerema vî mewlayî,
Ez dah me destê vî hosta yî
Ser min çêkirin xoş û şahî
Ya rebê min !
Xoş û şahiye bi dem e
Berî Adem, berî Hawa,
berî Îsa û Mêyrem e
Not hezar sel hebûm e li dîwana te me .“
Kemal Tolan: Rêzdar Feqîr Elî, ez dixwazim ji bo aghehdariyê bibêjim, hinga ku Feqîr Hecî Şemo(yê ku eva serê çilûheşt salan xizmetkarê ber mala Şêx Adî ye) hatibû Almaniya – bajarê Oldenburg`ê, hingê min û birê Sedîq Dûzgun di 16.01.2000 de hevpeyvînek bi wî re çêkir. Rêzdar Feqîr Hecî Şemo jî hingê çend sebeqên “qewlê xerqe“ ji me re gotin, lê me ew hevpeyvîn hingê ne weşand.
Vêca, min îro dîsa li wî bandê hevpeyvîna bi rêzdar Feqîr Hecî Şemo re guhdarî kir û ez niha van çend sebeqên “qewlê xerqe“ yên ku ji gotinênên Feqîr Elî gotî cûde ne anjî yên ku “qewlê xerqe“ temam dikin, ji ber gotinên Xwedê jê razî Feqîr Hecî Şemo dinivisînim.
Rêzdar Feqîr Hecî Şemo jî dibêje:
“Qewlê Xerqe
Dilê vêkirî muhtac e
Çî dewrêşekî lewaz e
Berkirina siltan Şêx Adî de berke û tac e
Xerqe libasê cebar e
Hincî kesê hilgirte ser xerqê Şêx Adî de dar e
li axretê li ber Şêx Adî û Melik Şixîn guhnekar e Kemal Tolan û Feqîr Hecî
Şemo(16.01.2000)
Hincî bi sirûba xerqe bigirî
û bi xezeb tê fikirî ew bê şîk kafir bî
Pîrê xerqêm Siltan Êzîd e
Û ew mahniyeke bêhîd e
Û atqata min û çendî mirîd e“ Temamî di : *7
Rêzdar Feqîr Elî, gelo mercên ku oldarekî Êzdî bixwaze Xerqe hilgire çine?
Feqîr Elî: Weke ku em di sebeqên „Qewlê Axretê“ de jî dibînin, divê berî her tiştî ev kes bîryarê bi xwe bide, „ Xwe ji xweşî û levzeta dinê bike“ û xwe ji bo xizmeta axretê amade dike. Ji Xwedê û Şêx Adî re sê rojan rojî bigre. Gazî oldarekî Êzdî ku Xerqe hilgirtiye dike û wî ji xwe re bike birayê axretê. Tevî endamên civakê û Birayê axretê, nan û zadê qurbana Xerqe hilgirtinê bixwin. Dûre birê axretê libasê dinê û kefenê axretê li birê xwe dike...
Gava kesek xerqê xwe ji xwe deyne dibêje:
“Tahl, nûr, sitar, xefar, cebar, libasê dinê , kefenê axretê
Bi qevda melîk Şîxsîn milê rastê
Yar û birê axretê fer e li me sinetê “
Rêzdar Feqîr Elî, xerqe ji çê û çewa çê dibe ?
Feqîr Elî: Tenê Feqîrên dûnav dikarin xerqe çêkin. Xerqe, ji hiriya miyan ya ku mîna rîs hatiye rêstin tê çêkirin. Gava rîs temam dibe, meriv wî tevî hinek ava zimzimê berdide nava ava di sîtilekê de û dû rojan dikelîne. Dûre hinek pel û çiqilkên dara zerguzê davêjine nava ava kelandî û xerqe reng dikin.
Dayika Êzdî hiriya Xerqe dirêse (k.t.)
Kemal Tolan : Xwedê xizmeta We qebûl bike û rahma Xwedê li dê, bav We û hemû seydayên Êzdiyatiyê be.
Feqîr Elî : Amîn !
Çavkanî:*
http://www.yezidi.org/259.0.html
http://www.khaliljindy.com/diwa2.pdf.
http://www.lalish.de/modules.php?name=News&file=article&sid=241
http://www.yezidi.org/305.0.html
http://www.ezdixane.com/content/view/62/3/
http://www.koord.com/webbook/book/aras/aras1/Book/Nooradeen/Nooradeen3/2... .
Kemal Tolan û Sedîq Dûzgun (16.01.2000) Hevpeyvîna bi Feqîr Hecî Şemo re