[b]Heval û Dostên Hêja,[/b]
Ez serkeftina we dixwazim.
[img]http://www.haberdiyarbakir.com/images/author/41_s.jpg[/img]
[b]ÎBRAHÎM GUÇLU[/b]
[center]* * *[/center]
[b]“Dadgeha kolonyalîstan nikare min mehkeme bike...“[/b]
Îbrahîm GUÇLU
([email protected])
[i]Panela Tevgera Kurdistanê[/i] ya 1925-an û ez duho (06. 05. 2008) mehkeme bûn. Di mehkemeyê de parêzer birêz Sabahaddîn KORKMAZ, bi devkî parêznameyeke hêza û dagirtî, min jî bi devkî û niviskî parêzname pêşkêşî dadgehê kir.
Min di destpêka parêznameya xwe de diyar kir ku “ez xebatkarekî doza neteweya kurd û Kurdistanê, maf û azadiyên mirovî me. Dema ku ez ji bona doza neteweeya kurd, maf û azadiyên mirovî xebat dikim û têkoşîn dimeşînim, ez ji derveyî menfeat û berjewendiya neteweya kurd, maf û azadiyên mirovî hesabên dewletê nakim, tirs û şik jî nakim. Ez wê demê dewletê, qanûn û pîvanên dewletê nas nakim. Lewra ez baş dizanim ku her tişt însan e, însan di ser dewletê re ye, beriya însan tiştek xwediyê qiymetekê nîne. Dewlet divê xizmetkarên însan û neteweyan bin.“
Dozger, her çiqas di cizakirina min de qerardar bû jî, dadgehê biryara beraatê da. Wek min di daxuyaniya xwe de jî diyar kiribû ez jî li benda biryara dadgehê ya beraatê nebûm.
Min parêznameya li jêr pêşkêşî dadgehê kir.
* * *
Ji Dadgeha Cizayê ya Asliyeyê ya 8-emîn a Diyarbekîrê re,
Tirkiye, 50 sale ku îdia dike ku dewleteke demokratîk e û dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrupayê. Hezar mixabin Neteweya Kurd di sedsala 21-an de li Tirkiyeyê hîn ji hemû mafên xwe yên şexsî û grubî yên neteweyî bê par e, di bin bandor û serweriya dewleta tirk ya kolonyalîst û neteweya tirk daye.
Ev statûya ne mirovane û neheq têre nake, ji bona ku kurd zimanê xwe yê zikmakî bi kar tînin û kurdî dinivîsînin, li ser dîroka xwe diaxifin û lêkolîn çê dikin, ji dîrok û serokên xwe yên milî re xwedî derdikevin, pirtûk, kovar, rojnameyên kurdî diweşînin, ji derveyî îdeolojiya fermî ya dewletê, ji derveyî dîroka fermî ya dewletê bîrûreyan tînin ser zimên, tên dadgehkirin û cizakirin.
Komelaya Kurd a Diyarbekîrê, di 03. 07. 2005-an de, ji bona Tevgera Kurdistanê ya 1925-an ku Şêx Seîd Efendiyê Pîranî, Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya Begê Bidlîsî û gelek kesên din yên hêja jê re serokatî dikir, panelek bi dar xist. Di vê panelê de seîhildana neteweya kurd ya di sala 1925-an de li hemberî dewleta kolonyalîst ya tirk qewimî bû, ji aliyê Dr. Mehmet Emîn Sever, Şeyh Kasim Firat, Şerefhan Cizirî ve hat şirove kirin û ronî kirin. Tevgera Kurdistanê ya 1925-an li hemberî neheqî û zulma dewleta tirk, ji bona ku neteweya kurd mafên xwe yên neteweyî qezenç bike, azad û rizgar bibe hatibû organîze kirin.
Ev tevgera û serîhildana neteweya kurd beriya vê 83 salan qewimîbû.
Hezar mixabin ev tevger û serîhildana rewa û heq ya neteweya kurd bi zor û şiddeta dewletê hat temirandin, serokên tevgerê hatin kuştin û hatin îdam kirin. Bi hezaran kurd hatin kuştin û bi dehhezaran kurd hatin sirgûn kirin. Gund û bajarên Kurdistanê hatin şewitandin.
Min jî ev panêla birêvebir. Di 30. 11. 2005-an de di derheqê min de li dadgeha asliyeyê ya Diyarbekîrê doz vebû. Ev doza di derheqê min de vebûye gelek aşkere ye ku dozeke hiqûqî û rewa nîne, dozeke neheq û siyasî û encama refleksa kolonyalîst ya ku neteweye kurd înkar dike.
Ev doza, sê sal e ku bi kurdî dom dike. Dozgerê Komarî di derheqê esasî de bîrûreyên xwe diyar kir û cizakirina min daxwaz kir. Min jî li hemberî bîrûreyên dozger parêznameya xwe bi kurdî di 12. 06. 2007-an de pêşkêşî dadgehê kir.
Dozgerê dadgehê ji bona ku hate guhertin, di 04. 03. 2008-an de dozger jinûve di derheqê esasê de bîrûreyên xwe diyar kir û dîsa xwest ku ez ciza bibim.
Ez jî xwediyê maf im ku dîsa li parêznameya xwe ya ku min berê pêşkêş kiribû, bîrûreyên xwe yên nû lê zêde bikim.
Dadgeha konyalîstan nikare min mehkeme bike...
Ez bi xwe 59 salî me. Min di sala 1956-an de dest dibistanê kir. Dema ku min dest bi dibistanê kir, min tirkî nedizanî. Wê demê min zanî û fêhm kir ku zimanê kurdî û bi kurdî perwerdeyî qedexe ye. Neteweya kurd, neteweya min jî, ji hemû mafên xwe yên neteweyî bê par e.
Cara yekem min rûyê sar ya dewleta tirk, neheqiya dewleta tirk, nehiqûbûna dewleta tirk di dibistana destpêkê dît û naskir. Pişt re di ser jiyana min re her rojek, hefteyek, mehek, salek derbas bû, min dewleta tirk ji nêzik de nas kir. Di dibistana navîn de ez êdî baş tê gihîştim ku dewleta tirk, ji bona min dewleteke biyanî ye. Di lîseyê de min hem rewşa dewleta tirk û qerektera dewleta tirk, hem jî pirsa neteweya kurd û rewşa Kurdistanê ji nêzik de nas kir. Roj bi roj ez şiyar bûm û min rastiya Tirkiyeyê, Neteweya Kurd û Kurdistanê şirove kir.
Wê demê min nas kir ku dewleta heyî, dewleta neteweya tirk e û ne dewleta kurdan e. Ji bona vê ne dewleta min e jî. Ji bona vê jî ez her demê ji dewleta tirk dûr sekinîm û min dewleta tirk dewleta xwe nezanî û min ji dewleta tirk hez jî nekir.
Dema ku neheqiya dewleta tirk li neteweya kurd kirî min xwend û nas kir, wê demê min li hemberî dewleta tirk mixalefet kir. Ji bona ku neteweya kurd jî mafê xwe yê dewletbûnê tê de hemû mafên xwe yên neteweyî qezenç bike, neteweya min jî qasî neteweya tirk û neteweyên dinyayê xwediyê maf be, min xebat kir û têkoşîn meşand.
Ji bona ku dewleta tirk, dewleta kurdan û dewleta min nebû, ji bona ku min mafên neteweya kurd/neteweya xwe û yên xwe parast, min di derheqê neteweya kurd û welatê me Kurdistanê de birûreyên xwe anîn ser zimên, mafên xwe û mafên neteweya xwe daxwaz kir, ji aliyê dewleta tirk de ez hatim hepiskirin. Eynî muamele ji bona hemû rewşenbîr û siyasetvanên kurd, kurdperweran reva hat dîtin. Ji bona vê darizandin û mehkemekirinê kîtlewî hatin rojevê. Ji bona vê berpirsiyarên rêxistinên Kurdistanî hatin hepis kirin û serokên wan hatin darizandin.
Dadgeh, beşek ji dewleta tirk e. Hem jî dewleta tirk, li ser hêza dadwerî-dadgehî û hêza leşkerî li ser piya ye. Di ev qewimandinê roj/demên dawî de ev rastiya ji aliye her kesekî de jî hat pejirandin. Dema ku dewletê ez hepis kirim, dadgehan jî ez darizandim û ji bona serweriya miletê tirk jî ceza dan min. Lewra çawa ku dewleta tirk, ne dewleta min û ne dewleta neteweya kurd e, ji bona vê beşekî dewleta tirk dadgeh jî yên neteweya min û min nîne.
Dewleta neteweya kurd, ji bona fikrên kurdî ez hepis nedikirim û dadgehên kurd jî ez mehkeme nedikirim û ez ciza jî nedikirim.
Dewleta tirk, dewleteke unîter a neteweya tirk e. Dewleteke kolonyalîst e. Hemû mafên neteweya kurd jî xesip kiriye. Welatê kurdan Kurdistan jî kiriye kolonî û hemû dewlemendiyên Kurdistanê di bin bandor û serweriya dewleta tirk de ye.
Ez, cara yekem di sala 1970-yî de di dadgeha Enqereyê de, cara duyemîn di sala 1971-an de di dadgeha leşkerî ya Diyarbekirê de hatim darizandin. Ji van salan heta îro bi dehan caran ez hatim mehkemekirin. Her demê jî min rewabûn û meşrûbûna dadgehan minaqeşe kir û da minaqeşekirin.
Ez nûha jî gelek aşkere diyar dikim ku dadgehên dewleta tirk, ji bona min û neteweya kurd dadgehên rewa û meşru nînin. Ji bona vê jî min nikarin mehkeme bikin. Dadgehê dewleta tirk, li hemberî kurdan hiç wextekî hiqûq pêk neaniye û her demê bî refleksên kolonyalîst hereket kiriye û ji bona vê jî her dem kurd ciza kirin. Tesadûf û sitfeyî nîne ku Dadgeha Ewrûpayê ji bona biryarên dadgehên dewleta tirk her wext dewleta tirk ciza kir. Her çiqas di biryarên Dadgeha Ewrûpayê de kolonyalîstî û metîngehkariya dewleta tirk û dadgehên wê bi peyv, hevok nehatibin diyar kirin jî, wûsa tê şirove kirin.
Dadgehên dewleta tirk her demê bi desthilatdariya dewletê re di derheqê kurdan de biryar dane.
Ji bona vê ez gelek aşkere diyar dikim ku dadgeha we jî ne rewa û meşrû ye. Ji bona vê yekê jî mafê dadgeha we tune ye ku min mehkeme bike.
Diyarbekîr, 06. 05. 2008
Ez piştgirîya Birêz Guçlu dikim