â– Şemseddin Işıklı
Ez jî yek ji imzekerên wê daxwiyaniyê me. 1_ Ew daxwiyanî alaya tevgera azadiya Kurdistanê bilind dike. Mafê serxwebûna neteweyê kurd bi awayeke zelal diparêze. Xewn û xeyala wê daxwiyaniyê kurdistaneke azad û neteweyekî serwer li ser axa xwe ye. 2_ Ew daxwiyanî entegrasyon, sînorên çêkirî ku kurdistanê perçe kiriye û li ser navê realîstbûyînê serîdanînê(teslîmiyetê) red dike. 3_ Sîstema serweriya tirk, ji bo ku ji krîzê rizgar bibe dixwaze careke din kurdan bi gotinên vala bixapîne û serweriya xwe bihêztir bike. Ev daxwiyanî bal dikêşe ser wê qasî ku pêwist e herkes di vê pêvajoyê de hişyar û hestiyar be. Loma di dîrokê de hergav kurdan di demên wiha de mafên xwe winda kirine. 4_ Di rastiyê de xewna sîstema serweriya tirk jî ew e ku asîmîlasyonê (bi navê nû entegrasyonê) bibe serî û li cîbicîkirina xewna xwe digere. Şer di navbera du xewnan de ye. Yên ku bi sîstema serweriya tirk bawer dikin an di wê sîstemê de li çareseriyan digerin ne realîst in, xwexapandker in. 5_ Ji ber çi Murad Ciwan ji vê daxwiyaniyê hêrs bûye û dijûnan dide min hîn jî fêm nekiriye. Min rêzenivîsên wî hemû xwendibûn û hemû argumantên wî ji bo entegrasyonbûyînê yek bi yek in. Bi qasî ku min fêm kiriye Murad Ciwan bi zelalî entegrasyonê diparêze. Û jixwe bi xwe dibêje ev e ku deh sal in ew bi vî awayî difikire. Helbet ew entegrasyonê bi lêv nake ji mesajên wî ew derdikeve. 6_ Ez biwxe, ez ê li dij entegrasyonê şer bikim. Ez ê li hember kes û aliyên ku dixwazin îpotek danine ser qedera neteweyê kurd şer bikim. 7_ Heke ji bo vê Murad Ciwan dijûnan li min dide bi dilê xwe ye. Lê ez ê qet terbiya xwe xera nekim û şerê xwe bidomînim. Ji bo kurdan ji bilî azadiyê tu tişt ne çêtir e. 8_ Yek ji teorîsyenên entegrasyona nûjen yê sîstema serweriya tirk Taha Akyol e. Referansekî wî Orhan Kotan e. Bi vê rêzenivîsa Murat Ciwan referansekî wî jî zêde bûye. Heyfa min bi vê tê. Ev jî bextreşiyeke miletê kurd e.
â– Evdirehman Onen
Kek Mûrad, di bersîva ji bo kek Malmisanij de,tu dibê ku;"min heqaret li tu kesê nekir" Di paragrafek nivîsa te de ya di derheq banga 119 kesan de min ev heqaret tesbît kirin: "Aşûre, analfabet, xwenezan, asosyal, mejiyên bermayiyên şerê sar, sermiyanxawar, berbûrî, cemaetên dost û ehbab û yar,pîjkir û tûjkirên xirabkar, ronakbîrên bêaqil, ji xirs û hissiyetê bêpar." Gelo hek te heqaret bikira teyê ji me re çi bigota? Hek ev gotina te ne haqaret, tesbîtên "zanyarî" be, wê gavê ka analîza xwe firehtir û kûrtir bike, em kî analfabet, xerabkar û hwd. in? Me li gor heqaretên xwe bi nav bike ku em jî bi xwe zanibin. Hek tu vêya nekî, ev hemû heqaretên te, bi 2-3 qatan li te vedigerin.
â– Baran Rizgar
Te li me kir wek gotina Melle Nesreddîn, ku dibêje ez li kuderê dixim, deng ji kuderê tê. Ma te mejîyê xwe xwariye, heyran? Tu xwe çi dîhesibînî, me çi dihesibînî? Çima ewqas kes karûbarê xwe berdin û ji bo nivîseke te ya ji rêzê ve û bê orîjînalîte, û ku şerê xeyaletan dike, daxuyanîyan bîweşînin? Çi be derdê te, ji xwe re bi awayekî din tatmîn bike, tu û nivîsên xwe yên adetî ne mijarên me ne, ne jî hêjayî analîzan in. Daxuyanî li kuderê dikeve, bihêle bila deng ji wê derê were. Baran Rizgar
â– Mûrad Ciwan
Merheba Malmisanij Şiroveya te bi awayekï kesnedî ez ecêbmayî hiştim. Min niyet tune ku ez bersiveka dirêj bidim. Yek; min heqaret li tu kesê nekir, tenê hin tespîtên xwe li ser dîtin û karûbarên hin kesan, belkî bi zelaliyeka eşkere nivîsî. Ew jî piştî wê yekê ku tenê ji bo wek we nafikirin, we ez jî tê de hin rêxistin û kesên kurd bi piştgir û plangêrrên dewletê îtham kirin. We bi xwe ew wek kesên alfabetîzebûyî yê ne-ronakbîr nîşan dan. Du, tu di vê şiroveyê de li ser heqareta xwe pêşdetir diçî û dîtin û xebatên min û yên hin kesên ku ne mimkin e bên ba hev, dişibînî hev. Bi a te be Îsmail Beşikçi jî yek ji wan kesan e ku tu binav dikî. Min niyet tune ez bixwazim bi wê hêsaniya ku te di xwe de dîtiye heqaretan li te vegerînim. Lê ez karim bi dilrehetî xwe mixatabê wan tohmetên hissî û vala nebînim. Çimkî ez dizanim Mûrad Ciwan Mûrad Ciwan e û ne kesekî din. Dîtinên wî, daxwazên wî, tespît û argumentên wî li meydanê ne. Berpirsiyariya ronakbîriyê ferz dike ku meriv bi argumentan bersiva wan bide, ne ku bi hişkiya exlaqê stalînîstî însanan xayin îlan bike. Esas qîmetê hiqûqê hevaltiyeka dûrûdirêj nebûya, min lazimiya dayina vê bersivê jî nedidît. Silav Mûrad Ciwan
â– M. Malmîsanij
Merheba Murad, Tu bi vê nivîsa xwe heqaret li kesên ku wek te nafikirin dikî. Tu dizanî heqaret hêsan e. Ma kî ji wan kesan nikare heqaretên girantir li te vegerîne? Tu behsa pir zehmetbûna dewleta kurdan, serbixwebûna kurdan dikî. Her kes dizane ku ev tiştekî pir pir zehmet e. Lê zehmetbûn nikane bibe pîvan. Ma ji bo miletên din jî têkoşîna rizgarîyê zehmet nebû? Kîjan milet bi hêsanî rizgar bû? Tiştên ku tu ji bo cihêbûna (veqetiyana) kurdan dibêjî jî ne rast in û ne nû ne. Hem ji alî maddî hem jî manewî fêdeya kurdan tê de ye ku bibin xwedî dewleta xwe. Ma ji bo hemî miletan xwedîdewletbûn baş e, tenê ji bo kurdan ne baş e? Xêr e? Berpirsiyarên dewletê, kemalîst û faşîstên tirkan ji zû de –bê guman bi mebest û îfadeyên cihê- vî tiştî dibêjin. Hîn di salên bîstan de Zîya Gokalp û gelek îdeologên tirkan digotin “kurd nikanin bê tirkan bijîn“. Kurd dikanin bê tirkan bijîn û ji bo wan baştir e ku bibin xwedî dewleta xwe lê di konjonktura îro de şert ne musaîd in, hêza me têr nekiriye; ev tiştekî din e. Ev zehmetîya îro nikane bibe sebeb ku em dev ji heqê dewletê û avakirina dewletê berdin. Tu tiştekî din jî ji bîr dikî. Tu dibêjî “Nabe em hemû di xewên şêrîn de berdewam kin ji xwe re xewnan bibînin“. Gelo ew wekhevî û yeksaniya kurd û tirkan a ku tu behs dikî ne xeyal e? Ma tenê heqê te yê xeyalkirinê heye? Me bi çavê xwe dît ku gelek xeyal, hetta tiştên ku meriv xeyal jî nedikirin bûn rastî. Ma kîjan hevalê te, hevalê Ocalan û hevalê Orhan Kotan bawer dikir ku hun di “axirê jiyana xwe“ de ewqas “realîst“ bibin? Ma hevalên Şukru Mehmet Sekban bawer dikirin ku ew dev ji îdealên xwe berde û rabe pesnê Mistefa Kemal bide, bêje ku kurd tûranî ne. Camêr jî digot ez realîst im, digot min ji bo fêdeya kurdan ev tişt nivîsîn. Loma gava ku min nivîsa te xwend ev hatin bîra min. Bi silavên min. M. Malmîsanij
â– Fuad Onen
1-Ew daxwîyanî ji bo rêzenivîsa te nehat îmze kirin û nehat belav kirin. Raste ku helwesta te di rêzenivîsa xwe de destnîşan kiriye û helwesta îmzekirên daxwîyanîyê ne li heve. Ji ber vê yekê tu dikane wê daxwîyanî yê ji bo helwesta te xwe weke rexne qebul bike û rexne lê bigre. 2-Di nav îmzekerên wê daxwîyanî yê de dibe ku yên rêzenivîsa te hêjayî bersîv dayinê dîtibin hebin. Lê ez bi xwe wê rêzenivîsa te weke erzuhalek muxatab ne dîyar dinirxînim û qet hêjayî bersîvek bi taybet nabînim. Bi sedem ku yên veqetîyana kurdan ji Tirkîye ji bo Kurda ne baş an ne mimkûn dibînin gelekin li vira (DTP,HAKPAR, KADEP, PKK û ...). Argumentên wan jî weke yên tene û bi salane ku tên gotin. 3-Lê ev nivîsara te ne bersiv an rexne ye, xebername ye. Di tûrikê te de çi xeber(çêr, dijûn) hene te li pê hev rêz kirine. 4-Ev xebername ya te li temenê te jî, li formasyona te jî, li cî û ked a te yî di nav tevger a azadîya me de jî nayê. 5-Dema min ev xebername ya te xwend, min ji ber te fedîh kir, hêvîdarim ku tê jî fedîh bike. 6-Ji bo kesên ku difikirin di derheq mijar a azadî ya netewa Kurd de peyva wan heye gelek mijarê niqaşan heye û pêwîste li ser wan nîqaş bikin. 7-Ne ji heqê te ye tu imzekirên wê daxwîyanîyê mehkûmî nîqaşên bê sewîye, bê fêde û beradayî bike. Dîsa ne ji heqê te ye di bin perde ya ku wan heqaret li min kirine tu heqareta li wan bike. 8-Hêvîdarim ku tu li xwe hay bive û ji vê şaşî ya ku ez li bejna te naynim vegere.
â– Evdirehman Onen
Kek Mûrad,naveroka banga ku tu rexne dike ev e: 1- Hemû tarîfên Komara Tirkîyê (KT) pûç bûne, lewra li tarîfên nuh digere ku hebûna xwe bi wan bidomîne. Hîmê vê “vebûn“ê, bi rotûşên qismî domandina kolonyalîzma li Bakurê Kurdistanê ye. 2- Heke meriv bibêje, erê Kurd hene, lê netewa Kurd, Kurdîstan tune, ev dibe sextekarî. 3- Hin kes, sazî û rêxistinên ku piştgirîya vê sîyasetê dikin; şikandina nîrê kolonyalîzmê û serxwebûnê wek bi zirar û ne mumkin didin xuyakirin; ev yek jî bi îbret tê şopandin. Tu dikarî van mijaran binirxîne, rexne bike, lê tu çima xwe û nivîsa xwe derdixîne hemberî vê bangê û dibe sedemê polemîkên kesayetî? Divê Netkurd, di vê pêvajoyê de hemû derî û paceyên xwe ji niqaş û pêşnîyaran re veke ku em hev fahm bikin.
â– Bavê Ezet
"çima tevî 40 hezar kuştiyên têkoşer û 17 hezar telefkiriyên failnediyar ên van 25 salên dawiyê, take buhustek erd jî nehat rizgarkirin, çima mesele hat, tûşî vê qonaxa îro bû?" Ma tu nizanî çima bû?! Şerrê ku kontrola wî di destê neyran de be, weha dibe! Wextekî te jî doza seroktiyê dikir! Te çima rê da ku weha li me çêbe?! Tu radibî daxuyaniyê li ser xwe qebul dikî. Tu dibêjî qey ewqas kes top bûne, li dijî te vê daxuyaniyê dane?!
â– A. Bedirxan
Birez M. Ciwan li 119 kesan heqaret dike. Ew wan bi sifeten nebash analfabet, asosyal, nerewshenbir u hwd binav dike. Bi wan tinaz dike u wan bicuk dixine. Ew 119 sexsiyetenen kurdperwer nekeme M. Ciwan in. Rexne u heqaret du tishten cudane. Dive ew 119 kes bersiv bidine M. Ciwan u li dije heqarete derkevin. A. Bedirxan
â– Ali fikri ışık
Ku,zimanekî min hebe,Ku, Romanên min hatibin nivîsandin,Ku,Tv î yên min ji deha zêdetîrbin.Ku,20 Wekîlê min hebîn.Ku 99 şaredarî di destte bin. Gelo,ez nîkarîm xewnên ''Xêra'' veqetandinê bibînim...Gelo,ku mesele ''qisar û xêra'' veqetandin û neveqetandînê be,ez bi serê xwe,bê mûdaxala kesî/an, nîkarîm,bi riza xwe,xewnê xêra veqetandinê bibînim.Ez bîm ew bingeha entelektuelîyê bi min re he ye û ez mafdarîm jî.
www.netkurd.com