[center][size=x-large][color=#990000][b]3 caran Dil[/b][/color][/size][/center]
[img]http://www.pen-kurd.org/kurdi/cankurd/cankurd.jpg[/img]
[center][b]1[/b][/center]
[b][color=#990000]Dilo[/color][/b]
Iro ji êşan û girî
Şehkasiya şînayî tu
Iro ji ber jana mezin
Têla tijî feryadî tu
Ey dil tewata min nema
Mîna çira bê camî tu
Ey dil te sotim, kulkirim
Bêvacî tu, serxweşî tu
Rojek nebû tu şa bibî
Bê çare û dermanî tu
Ey dil bese ev zarotî
Sîngê mi de wek marî tu
Jehra te ket xûna mi de
Dilo bese, dijminî tu...
1974
[center] [b]2[/b] [/center]
[center][color=#990000][b]Ey dilê min[/b][/color][/center]
Ey dilê min, lo dilo
Her belengaz û kulo,
Çiye dîsa lîngelîng
Malwêrano, zengilo
Malwêrano, lo dilo
Sal û malê min nema
Zor û hêza min nema
Bo me bûye pir dereng
Ey dilê min, lo dilo
Xemxwaro, lo dilo
Ger ji bo min dem heba
Wê hemî bona te ba
Bo çi ev şer, bo çi ceng
Malxirabo, lo dilo
Malxirabo, lo dilo
Her hewar û gazîn e
Her bi rîş û birîn e
Her li dinyayê bi deng
Malwêrano, lo dilo
Malwêrano, lo dilo
Ez bi qurbanê te me
Her wekî kolê te me
Boyî bejna şox û şeng
Dilbirînim, lo dilo
Dilbirînim, lo dilo
Bese yarê wer meke
Bese gazincê meke
Em li dunyê bûne leng
Malwêrano, lo dilo
Ey dilê min, lo dilo
2002
[center][b]3[/b][/center]
[center][color=#990000][b]Dilekî min hebû[/b][/color][/center]
Dilekî min hebû
Herdem liyanî, herdem tijî evîn
Nedizanî çiye xeyd
...û çiye kîn
Reşbayek bi ser min de hat
Konê min li çolistana tenahiyê herifand
Pişta min duta kir
...û min dilê xwe yê bi birîn
di nav de winda kir...
..................
Dilekî min hebû
Bi min re her dost û yar
Em ji hev sîv dihatin
hin car û car
Me dem û cî
Bi ser seriyên hev de dikirine tar û mar
Lê ew dilê min bû,
...û ez dilê wî bûm
Dilekî bi liyanî
bi evîndariyê dizanî...
Heywax gundîno,
We bi sozên derew
We li ber dilê min vegirtin dav
We dilê min ji xwe re kire kew...
..................
Dilekî min hebû
Her hezkiriyê we bû
Da ji nav malên we gundiya
Rîş û keleman vede
...û wan diriya
Da hezkirinê têxîne nav gul û gulpêketiya
Nav dil û bilbila
...û nav sîngên van xulî li seriya...
Dilê min î hejar girtin
...û dane ber xencerên wan serseriya.
Mixabin, sed car mixabin...!!
Rojekê ro li asîmanê rawestiya
Tevlihevî xiste cîhanê
...û nav van hestiya
Hawar hat ji melevanên zireyê
...û ji keştiya
Dilê min î xapandî
bi çavên reş ên zeriya
çû hawara delala
da vemirîne agirê bi sîngê û berê wan ketiye
û bi wan deşt û çiya
bi wan geliya....
Heywax gundîno,
Dilê min çû û carek dî li min venegeriya...
li min venegeriya...