Keko,
Mala te ava ji bo nirêxandina te li ser romana 'Kurdo'. Belê, demek derbazbû û bi peyre jî peyvek xwesh hat guhê min. Dive ku mirov spasîya xwe ji bo kedek bike. Mixabin! Yên ku xwendine dive ku hizrê xwe bi nivîskaran rê herweha parvê bike.
Ji maqaleyan vê bi rê ketim û ji 5 salan zêdetir dem hat dayîn ku wek pirtukek bêt weshandin.
Bi shev û rojan ji peyvan bigre heta niqte û hevokan hat avakirin.
Gelo pirtuk bi dilê min bû, dîsa ji dikarim bejim ku na!
Sedemê ku ez ne jê razime; gelek in. Naxwazim bikim babet, lê dikarim bejim ku ji ya ku hatîye capkirinê xweshtir ji dibû.
Bi kêmasîbe jî dostên ku xwendibûn nirêxandinên xwe anîn zimên û razîbûna xwe eshkere kirin.
Naxwazim zêde li ser dirêj bikim. Yên ku navê wan di pirtûkê de hatîye qalkirin, xwezika wan jî spasîyek ji keda hatîye dayîn bikrana.
Bawer nakim ku ew spasî bêt kirin. Xem jî nin e.
Min wek Kurdek xwest ez ya xwe bînim zimên. Heke wek xizmetek bêt zanîn, tishtê ku ji destê min hat min texsîr nekir.
Berîya ku ez dest bi vê xebatê bikim min dest bi romanek Kurdî kiribû.
Li ser xwazîya camêrê ku ji min xwestibû ez li ser vî pirtûkê micûlbim, bi qedr û rêzgirtinek min karê xwe da alîyek û bi vî pirtûkê vê ketim bin barek giran. Ev jî cîrokek dirêj e.Hewce nine ku serê we gêjbikim bi hevoken xwe vê.
Belê, carek din zivirîm ser karê xwe yê berê û didomînim.
Lê dikarim bibêjim ku bi kêfxweshî, bi xemgînî û bi êshhek vê tishtê qedîya qedîya. Li hûzbarê yê ma maye.. ma...
Lezan, spas ji bo te ku te wek xwendevanek nirêxand.
Gel silav û rêz...
Welî Sebrî.
Kek Lezan