Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî sersala êzdiyan pîroz kir
Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî
Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî sersala êzdiyan pîroz kir
PUKmedia/2009-04-14
Bi mûnasebeta sersala kurdên êzdiyan, serokkomarê Iraqê Celal Talebanî peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî tevaya êzdiyan kir.
Teksta peyamê wiha ye:
Bi mûnasebeta sersala nû ya êzdiyan, ji dil gerimtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî xwîşk û birayên êzdî yên Iraq û cîhanê dikm.
Êzdî nifşekê resen yên vî welatî ne. Bi dirêjahiya hezaran salan beşdarî çêkirina şaristaniya Iraqê bûne û niha jî ji bo xurtkirina esasa demokrasî û wekheviyê li Iraqê bang li wan tê kirin, bi awayekî berfireh beşdarî jiyana siyasî bibin.
Bi vê mûnasebeta pîroz em soza piştevanîkirina hertimî ya daxwazên rewa yên birayên êzdî dubare dikin.
Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî
14/04/2009
Re: Pîrozbahî