PUKmedia 2008-07-13 09:53:12
Derbarê rewandina 3 çiyagerên elmanî ku çend roj berê li rojhilata Tirkiyeyê hatibûn rewandin, serokatiya Herêma Kurdistanê bi beyanameyekê bi tundî ew bûyer şermezar kir û daxwaz kir ku di demeke herî nêz de bên serbestberdan.
Teksta beyanameyê wiha ye:
Serokatiya Herêma Kurdistanê rewandina wan 3 çiyagerên elmanî ku berî çend rojan li rojhilata Tirkiyeyê hatibûn rewandin şermezar dike. Her wiha serokatiya Herêmê vî karî bi karekî nebaş dizane û dê zererê li pirsgirêka kurd bide û daxwaz ji aliyê berpirsyar ji wî karî dike ku bi lezgînî û bêyî paşdemayîn wan sê çiyageran serbest berde.
Serokatiya Herêma Kurdistanê
12-7-2008
Serokatiya Herêmê: divê her sê çiyagerên elmanî bi lezgînî bên s