Wekî tu jî dizanî, di civatên rojhilatî de
bi hinek sedemên dîrokî û civakî rê li ber
bîrûbawerîya azad hatiye girtin. Bi taybetî,
neyar û nehez û dujminên Kurd û Kurdistanê
bi hemû rê û reçkan ve hewl dan gelê Kurd wekî
netewe li ser erdê nehêlin.
Ji bo vê yekê jî wan hertim hewl dan çi peywendî
raste rast an jî ne rasterast ligel Kurdan heye
linavbibin..
Bi sedema van erîşan û tevkuştinan di nav civata Kurd de û
heta radayek dîyarkirî di kesayetîya Kurdan de gellek tiştên
ne licih, ne lirê û
xirap peyda bûn..
tekrewî, "eznavend","ezxwedê" an jî "ezbenîtî" heta radeyek berbiçaw cîgîrbû.
Gelê Kurd nikare bi çanda xwe û bi zimanê xwe azad bijî.. Ji
ber vê yekê jî piranîya tiştên Kurd îro kartînin an xwedan derdikevin
ên Kurdan nînin.
Neyarên me ne pirrengî, ne pirdengî, û ne jî pirrengî hîştin.
Ji ber vê yekê ye ku em pêvejoya ji nû ve avakirina Kurdîtîya xwe de ne.
Newroz Com derfetek baş dide ku hemû Kurd bi rengê xwe hest û
bîrûraya xwe derbibire.
Lê gellek heval û hinek nehezên Kurd dixwazin vê platformê têkbidin..
Pêwîste rêvebirîya malperê, nivîskar û xwendevanên malperê bi
hevrê bi yekdengî vê pirrengitîyê biparêzin.
Bi silavên germ
G.Xoçvani
Brayê Mancel Rojbaş,