Vekirin çiye? Doza Kurd dozeki rewa û xwezayî ye. Mafê ku gelê Kurd dixwaze dewleta Kurdistan ya serbixweye. Kurdan tu tawa ne kiriye ku destên xwe liber dagirkeren veke. Ev heta vêdê timan. Ev belbeleya Kck çiye? Ji wan weye kes siyaseta wan û kiryar û daxwazên wan nizanin çiye?
Pkk/KCK astengekî heri mezine ku liber pêsdebirina doza Kurd. Dewletê rolekî mezin dabu wan wan ev rola dewletê bê kêmasî bi karanîn. Kurd tar û markirin. Ji dewletê zêdetir wan Kurd Kustin. Rayedarên Pkk/Kck bi xwe wezîfedarên dewletê bun, Kurdên Ku daxwaza Kurdistan jî dikirin bi îstixbaretî û ajanî tanabardikirin û bi îşkencan ew didan Kuştin.
Bi rastîjî eger qenaeta dewletê hatibe ku divê vê rêstina wan damezrandîn tasfiye bikin ev başe bo Kurdan. Desthilata halê hazir yanî Hukumeta Erdogan bêguman siyaseta Osmanli dê bikarbîne ev wezîfa wiye jî.Lê Kurdên diştgiriya vê rêxistina dewletê jî dikin dêvê hesabên xwe bikin û mejiyên dijê berjewendiya Kurdan terkbikin.
Dewletê eger ku weko bi dehan car min nivîsandî, xwestîbe ku hêdî pkk bo wan bixwe dibe nepêwîste û hîdî pêwîstiya dewletê bi Öcalan û KCK nema, divê ji meydanê rake ev rêyekî wan ya nurmale û ka çawa ew dayine avakirin divê welêjî tasfiyebikin kirîbin bername jixwe liser rêyaxwe dimeşin û netîcên wê jî dê, didemên bênde baştir diyarbibin.
Nexşa ji terefên dewletêve hatî darêştin bi seneryoyên Kurd xapandinî liber çavê diyayê em temaşedik.
Öcalan dema hatî Seyrangeha Imrali Li Tirkiye heta wekî îro di babetekêde tucaran gotinên xwe ne gohart. Ew çiye? Dijminkariya Kurd û Kurdistan û parastina Kemalizma dijminê gelê Kurd di her bilavokên wîde ev heye.
Öcalan çend caran di bilavokên xwed got ez pkk îdare nakim. Ezê di rewsekî cudade dijîm jiber vê çendê ez nikarim û ne mumkune ku ez serokatiya pkk û î darekirina wan ji vêderê bajom. Öcalan liber çvên Kurda direwan dike û resmen Kurdên lipê wan jîdiçin ker yanjî heywan dizane!
14.10.2009 de bi rêya parêzerên parastina dewletê avutatên xwe biryar da ku KCK gurubekê bi silehve teslimê dewletêbikin.
Roja paştir KCk beyanek weşand û ev emrê Öcalan qebulkirin. Jixwe ev teslimkirina sê guruba di Kongra HPG de hatibu biryardayin û her( ev biryardayin dinivîsa Duran Kalkande diyare “Önümüzdeki sürecin Önder APO'nun ve Kürt halkının özgürlüğü doğrultusunda gerçekleşmesini hedefleyen büyük iddialı tarihi kararlar aldık“.) gerilayekî bo Öcalan xwe dike feda. Divê çarçûvêde Öcalan liser mesela dijatiya Kurd û Kurdistan liser rêya xwe berdewam dice û îdarekirina Kckde direwkare û jixwe tu caran min jê bawerjî nekiriye ku ew gotinên Ku dibêjit “ Benim burda Pkk/Kck yi idare etme sözkonusu deyidir, Imkanlarim kisitlidir bunu yapamiyorum“ digot jî dîsan direwekî berçavbu.
Öcalan ji dema Li Suriye gelik bêtirs û bi organîzekirî Pkk/Kck îdaredike û biryarên xirab ji îmralî dide. Kurdên ku mejiyên xwe hêjî naxwazin bidin karî û tehlîla vê îhanetiyê bikin jî liser kolanan berdewam Slogana Öcalan tavêjin. Ji wan weye Öcalan/KCK ji Kurdan re kardikin! Halbukî dijminatiya Kurdan dikin.
Yên ku nivîsên min dixwînin dîtin û ramanên min liser vê rêxistina ku dewletê dayî avakirin dizanin. Pêşiya her tistî divê siyasetmedar, nivîskar û civata liser kolanan baş xwebêja aşitiyê çiye û çawa aşîtî pêktên û çawa liser maseyên dan û standinande muzakereyên ku bingehên jiyanê amadekin têne kirin bizanin.
Pêşiyê dema ez berê xwe li rojname û çapemeniya ku di çarçûva siyaseta dewleta Tirkiyede hatîn damezrandin dixwînim, ji tiştekê dimînin ecêp mayî. Ew jî „Gotina aşîtî û çareseriya demokratîk“. Belê Kck û Imralî vê gotinê ewqas dubaredikin hêdî dilê mirov jê reşdibe.
Ango,çareserî?
Yan jî çareseriya demokratîk?
Her tevgerekî rizgarîxwaz di dirêjiya xebata têkoşîna çekdarîde ku pêvajoyekî dirêj divêt, dawiyêde dibe xwedî berhemekî rast û dirust. Bi gotinekî din di netîca têkoşîna azadiya gelê jredestde û talankarî û zordariya bi serde hatî ji terefên talanker û dagirkeranve dijê wan dibe xwediyê lêpirsîn û dadweriyê. Ango Kurdistan 80-90 salin dibinê nîrê zolm û talankariyê dinale ûaxa wî talankiriye û Miletê wî bê mafê xwezayî ye ango dixwaze bibe xwedî dewletekî serbixwe. (Biz baris istiyoruz, bu imkanlari bir daha gelemez gibi sahtekarca dtp nin beyanatlari yalandan bska bir şey deyildir.)
Pkk weko rayedarên Dewletê bi işkere gotîn û bi caran PKK dema biryargeha wan li Şamê jî bo raya giştî diyarkirîbun ku dewleta Tirkiye Em amadekirin(pkk) û avakirin dijê rêxistinên Kurd da liser axa Kurdistan çeperên giring û giran bidest xweve neyinin. Heta Serokê pkk bixwe dinivîsa xwede dibêjit min/me ji dewletê re got hon çawa bixwazin welê me bi karbinin dijê Kurdan. Kesên bixwazin belgeyên van bibînin bila li arşîvên Pkk bigerin.
Ez vegerim ser gotina „Çareseriya demokratik“
Li vêderê pirs li duv pirsan li pêşiya mirov digerin û dibêjin: Tu çi dixwazî û çi kiriye armanc ku daxwaza çareseriya demokratikdike benist ev Imralî/KCK?
Pkk û Öcalan Ji Kurtdistanêre serxwebunê naxwazin û bo rêgirtina vê armancê jî bi dehhezaran Kurd kirin qorban û talankirin,
Pkk û Öcalan Federasyonê jî naxwazanin û bovê daxwazê jî dîsan bi dehhezaran Kurd kirin qorban bo parastina siyaseta dewleta Talanker,
Pkk û Öcalan Otonomiyê jî naxwazin bo vê daxwazê jî dîsan bi dehhezaran Kurd kirin qorban bo parastina siyaseta dewleta Tirkiye,
Pkkû Öcalan xwedî muxtariya herî kêm jî bo Kurdan naxaze û ne xwestiye jî, bo vê daxwazê jî dîsa bi dehhezaran Kurd kirtin qorban bo siyaseta dewleta Tirk,
Ê, îro dema mirov berê xwe bide liser kolanan civaka bê “fikirikin û ji rastiyê dur“ ev hinde palmiştiyê didin Imralî/KCK diyare aqil di serên wande zor zrîfe û tebîra Ku Öcalan dema li Şamê ji wan re digot Koyun sürüleri tam raste. Haywan hizir nake lê Mirov hizir dike. Dema ez vê weko bendek bikêşim haywan ji van Kurdên ketin duv Pkk/KCK zor akiltirin.
Xelkên SILOPi divê jibîr nekin her kesek ji we, besdariyê di xebatên Dtp/KCK dibin rasta xwe dijê daxwaz û îradeya gelê Kurde. Jibîr nekin siyaseta wan siyaseta binketî û dijêtaya Kurde.
KCK îro daxwiyanîdan ku 50 sean teslimê dewleta Tirkiye dikin. Gelo ev kesên deslim bibin di nava dil û mejiyên wande ev fikre çêbeye yan^jina. Bo nimone: kesek cih dih´gire dinava van 50 kesende ku bêje, yaho ji xwe em liser daxwaza dewleta Tirk dijê doza mili ya gelê Kurd xebatê dikin. Madem ev holêye baştire em bi riza xwe bêjin belê em dixwazin xwe teslim bikin?
Gelo Dijminê KCK kiye?
Rêxistinek dinava şerîdebe û dinava rewşekî çiyayîdebe( bi gotina wan diserdebin) çawa dibeku 14 rojan Kongra phg bidominin? Ev bi gorî felsefa şerê Pêsmergayetiyêde ne mumkune. Nejî hatiye kirin. Ez dibêjim Kck gelê Kurd weko dijmin dabu pêşiya xwe. Raman û baweriya dijê Kurdistan xebatê bike ew dibe dijminê gelê Kurd.
Jiberku ez bi bawerî û qenaeta xwe dibêjim, hêzên dewleta Tirk wan diparêzin û îmkanên rêvebunê ji wanre xweşdikin.
Di çapemeniya wande senaryo amadekirin buye karên rojane û dizanin ka dê civaka Kurd biçi rewsê tesîr lêbibe bi gorî wê rojeva direw û xile û xapandinê bi destên Kurdên dîvelankên biryargeha seyrana Imralî didin ajotin.
Dîrok dê van kiryarên cepel tomarbike û bo dahatiya Kurd berçavbike.
Dubare eger dewletê biryar dabe ku rêxistina xwe tesfiyebike ev karekî başe. Jiberku hêdî dewlet jî nikare vê rêxistinê bi vî halî îdarebike. Ew rêxistin yanî Ergenekon endamên wê di zîndanandene û rêxistina Terorkar Ergenekon hêdî nikare wekî berê karên xwe bimeşîne. Evjî dibe eger ku rayedarên dewletê car bicar daxwiyanî dan ku rêxistina ku dewletê avakiri bêçare maku bêje belê me pkk damezrand. Ev ne îdeane belku rastîne û dêvê Kesên abc xwendî bêjin me nezanî?
Îsdmaîl Girikî
18.10.2009