Helîmê digot, dema ku diqewîmî;
"kora kor min dizanî min dizanî..."
Yê kû li Helîmê guhdar bûn, vedîgerîyan ji Helîmê dipirsîn;
"korê madem te dizanî, te chima ji me nedigot!"
Helîmê ji wek bersiv;
"min chî zanî, dayika min min chî zanî..." digot û ji xwere shîna xwe berdewam dikir.
Yê dinê jî bi Helîmê're shîn dishopand û li junîyê dixistin.
Qewimî bu carek; shîn bu, tifaq bu hatîbû serî û dihat kishandin.
Gelo kê dizanî Romîya wê bahatana qonaxa iroj. Bi derew û boblatên xwe bikishiya û bahata ser imanê. Gelo bawerîya we heye kû hatîye ser dîn û îman.
Ez bixwe bawerîya xwe bi lîstikên wana tu car naynim.
Ez jî wek Helîma Zozanên Bingolê difikirim ku;'min dizanî ku listikên Romê naqede...Rom bêbexte û bextê Romê nîn e.
'Em brayê hevin', 'me kechik da ye û standî ye...','bratîya gela destur e...!'
'Em hemu islamin', 'hûn eslî unsur in', 'Me li Cheneqelê bi hevre dijî Emperyalista sher kir, Cumhuriyet sazkir','Ziman ne gring e, tirkî ji were jî, ji mere jî bes e...'
Ji listikan chend bêje...
Lê shur û fermana Romê jî li ser Kurd'an kêm nebu.
Helîme, rehm li te be kû te dizanî,lê te ji mere nedigot.