Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 20 October 2008

PİŞTÎ GENERALÊN FAŞÎST, PKK Dİ XİZMETA DEWLETÊ DE BERDEWAME

Ji serdemê Osmali heta vê dawiyê tu caran nekarîn gelê Kurd ji Kurdistanê bidin rakirin û talan û mihacirkirin.

Lê partiya ku esas dewletê dijê gelê Kurd avakirî pkk bi harîkariya hêzên dewletê gelê Kurd ji Kurdistanê dane barkirin. Malên wan bi harîkarîya dewletê şawitandin 3milyon û nivê zêdetir Kurd ji Bakûrê Kurdistanê mihacirkirin berbi bajarên diyên bê îstikrar û jiyanekî nediyar...

1- Rêya bingehî û netewayî.
2-Serşûrî û kenmalizm û komarxazaiya dewleta talanker
Ezê ji xala duyemîn despê bikim.

Di diroka têkoşîna gelên bindestde, liser rûpelên diroka cîhanê de şebekeyekî wekî vê şebeka ji „xwere dibêjit kurd yani partiya Imrali? Xiyanetî, talankarî hilweşandinî liser gelê xwede ne anîye.

Dewleta Tirk em fînansekirin got, dîsa Kurdên îmralî destekdanê. Serokê wan Got, Ez û pkk bune MIT, dîsa Kurdên bêçav û ji zihniyeta Kurdiniyê bê bahr pişta xwe bi îmralîve girêdan. Pkk got em dijê dewleteka Kurdistanin ,dîsa vê garana( bi tabîra serokê wan) ji medeniyeta hemdemî bêbahr pişta xwe bi îmralîve girêdan û ew kirin senem ji xwere. Imralî-Qiyadiye pkk dewleteka Kurd dê problema bo tirkiye çêke û em vê rast nabînin gotin, dîsa vê garana dewaran mal û jiyana xwe teslîmê destên Imralîkirin. Serokê wan û endamê rêxistina terora dewletê ya ERGENEKON ê hê jî li Şamê jî bo siyaseta berhirehkirina kemalizmê liser Kurdan biçespîne bi hezaran Xort û Keçên Kurtd kirin xwarina teyran liser çiyayên Kurdistan, dîsa vê garana ji xwe şûphe û aqil civik destek û dengê wî biling kirin!

Liaser hemiyan re pkk ber bi dawiya sala 1970 ku di wê salêde Otonumiya Kurdistan(11.3 .1979) bi rêberiya Nemir MISTEFA BARZANî hatibu îmzerkirin. Tirkiye nerazîbunekî mezin dijê pêkhatina Otonuniyê liser Iraqê direşand. Dit ku ji destên wan jî derketiye ev mesele, Rabun Öcalan û PKKdijê pêşeroja vê Otonumiyêew ji xwere avcakir.Û ev 25 salin resmen, işkere dijminatiya gelê Kurd bi dîrektîfên dewleta Tirk dijê avakirina dewletekî Kurdistan cihên xwe dinava ideolojiya resmî dewtê de danîne û siyaseta wan jî liser vê stratejiyê hatiye avakirin dijê her daxwaz û hêviyên gelê Kurd.

Rêya bingehî û herî ji jiyana gelê Kurd û Kurdistanêre baş û çêker, rêya netewiye. Tetewî bifirikin û bi netewî jî xebatê bikin da gelê Kurd ji bindestiyê serxwebuna xwe zûka bêxe destên xwe. Gelê Kurd jiber ku feqîrên neteweperestiyê ne( partiyên siyasî zêde erk liser milên wane) bi rengekî şêmber(sumut) weko pêwîst û pêdivêt nikare girseya xwe û civaka xwe di berokê(istîkamet) têkoşîna rizgariya Kurdistanêde bêxe qalibê perwerdeya hemdemî.

Ev Erkê mezin mixabin rêxistinên siyasî weko dil dixwazit heta îrojî mixabin nekarîne bêxin jiyanê. Di Têkoşîna rizgariya Kurdistanêde kes nikare mafê xapandinê û bi têkoşînekî direw civaka Kurd bixapîne.Bi gotinekî din, rêxistina ku siyaset û ramana dijmin ji xwere weko manîfestu kirî rêber kes nikare bêje ew kurdin. Belku ev ramana wan dikevit nav qalibê dijmikariyêde û pêrejî rasten ji geklê Kurdre dibin neyar.

Rejima Tirk tinê yek desthijati heye, ewjî MGK yanî generalên Tirkên zalim. Dinava dewletêde weko tê zanî 3 erkên îdartekirina dewletê hene. Jivana ne Yasa û nejî Dadwerî çi foksiyona xwe dinava dewleta Talankerde tuneye. Ne „yasama“ û nejî „ajotin“ û nejî „dadwerî“ yanî hemî Generalin vê dewletê weko yarîkirina zarokan ji xwere didin lehîztin. Eger ev 80 salin yasa bo başiya desthilata generalan hêjî weko xwe tête meşandin, çi guhartin jî ne mumkune bête kirin, wîdemî weko hercarên din em dikarîn bêjin „dewleta Poloisî“- dewleta leşkeri“.
Di rewşekî holêde, ji 20 milyonan zêdetir Kurd li Bakûrê Kurdistan bi hezaran salin liser axa bav û kalên xwe dijîn û virosekî wekî pkk, vê dewleta Tirkê kemalist xiste nav gelê Kurde ku her rêyên muqedes û meşrû ji Kurdanre kirin dujeh. Ev siyaset û ramana înkarkirina dijê gelê Kurd jiterefên pkk ve berdewam tête ajotin liser daxwazên dewletê. Lijêr Serokê daîra Istîxbareta Emniyeta Dewletê bi xwe dibêjit dewletê pkk avakiriye. Kurdên nikarin binbin çûçik û garana dewaran( bi tebira serokê wan) û helwestan wan re ez dimînin ecêp.

Îro Kurdên Imralî bi hezaran kes bo daxwaza siyaseta kemalizmê û ideolojiya inkarkirina gelê Kurd hêza dijminkariya pkk ya liser gelê Kurd destekê didinê. Sloganên wanjî, „ne Ergenekon û nejî AKP demokratik cumhuryet(a kemalistan)“. Insan carna dibe haywan û qakilê xwe winda dike, lê ne wekî vê ecêba ku ev hinde Kurdên Imralî bê aqil û bê mejî û ji netewebuna Kurd bê ahagdarbin? Gelo dijê vê şebekê serkirin nayê xwebêja dijê dewleta Tirkiye şerkirin?

TVNET Ankara Haber Müdürü Tursem Çankaya'nın sorularını yanıtlayan Emniyet Genel Müdürlüğü Eski İstihbarat Daire Başkanı Bülent Orakoğlu, "İmralı'da tutuklu bulunan terör örgütü PKK'nın elebaşısı Abdullah Öcalan'ın Ergenekon terör örgütünün bir üyesi olduğunu" söyledi.

"Bunun PKK'nın arşivinde olduğunu belirten" Orakoğlu, "ABD, Irak, Suriye, İran ve Türkiye'de PKK'nın nasıl başladığını raporlamıştır. Bu raporlar 4-5 sene önce açıklanmıştır. Açıklanan raporda İran, Irak, Suriye'de PKK'nın nasıl kurulduğu anlatılmış Türkiye'de nasıl kurulduğunu anlatan kısım karartılmıştır" dedi. (17.10.Yeni Şafak)

Beşê ku li Tirkiyeavabuye xirabuye çiye û neçiye? Ji xwe pkk bi xwe û serokê wan yê li seyrangeha Imralî gutibu, dewkletê em finansekirin. Jiber vêbu öcalan digot dema ez li samê jî bum, bo xebata siyaseta kemalîzmê min xebat dikir. Kurdên bo dewletê tehloke jî min didian kuştin û diva pkkde mafê jiyanê nedayê.

Tîkiliyên xwezayî pkk û artêşa Tirk-dewleta kemalîst di capemeniya dewletê de bi işkere hate isbatkirin. Li Kiryara Şirnex 8.10.2007generalan13 lesker dane kuştin 9 jiwan kurdbun pkk got mekir, Dağlica dîsa di heyiva 10. 2007de 13 lesker dane kuştin 8 kurd jî dane destê wan dîsa zêdeyê wan Kurdi bun, û Bêzelê jî dîsa zêdeyê wan Kurdbun. Ma hêdî dem hehatiye Nivîskar, rojnamevan, rêzanvan û xwedî rêxistin bêjin: Resmen dizê malê dinava diziyêde hate girtin bêjin?

Îsmaîl Girikî
20.10.2008

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.