بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Rolê PDK B ( Platforma Netewa Bakurê Kurdistan )

Me berî niha, li ser PNk B cend tist nivîsî bun. wekî pênasîya wê ji cend Partîya avbuwîye! ji kengîve heye, ci dikê û pêwiste ci bikê uhw.
Lewma pêwist nakê kü em carek din PNK B bi we, xwendevanên Newroz Com re bi din nasîn!...
lê dîsa jî dixwazim bi kurtaî PNK B bi we bi dim nasîn

PNK bakur, bes tenê ji hêzên Bakurê Kurdistan avaye, û ne hêmü Hezên Bakur jî dinavde cih nastînin. vê gavê 5 Hêzên Bakur dinavde cih girtine, wek P.S. Kawa, Rizgarî,Padek, PÎK û PSK dinavde cih distînin. RSDK dinavdebu lê ev qedere Saleke xw ji nav kisandîye.
Sebebe Kü Havalê RSDK xwe ji PNK B, kisand eve, wan cend cara havalê PSK rexne kirin, ji ber kü Havalê Psk li biryarên PNK B xwedî dernediketin wan cend cara Prensipên PNK B. sikandin.
Minak wekî Calakîya li Brükselê cêbü, wekî ya li Fransaê cê bü wekî hafleyên Newrozê kü me bi hevre cê kirin û gelek tistên dî.

Belkî gelek brade bêjin ev ne cihê wêye, lê birastî îrojî Havalê PSK gelek cara astengîyê li pêsîya PNK B cêdikin. hêdî li bîr û bahwerîya mi dive mirov wa havala ji dil rexne bikê! gava mirov ji gelre dibêjê me 5 Partîya, anî me 6 partîya ev caalakîya ha me bi hevre bi hevbendî cêkirîye dimînin bê hecbî. di bêjin cima we galek kes pêsdarî vê caklakîya ha nekirîye! û rastê jî di vê gelek kes tevlî calakîyên wilo bi bin.
Lê ji ber kü Havalên PSK ji dil kar nakin ani hêza xwe hemücikî tevlî nakin calakî jî nîvkurcî dimînê. yan divê hertist di bin siha wan debê ywanî ew ji dil kar nakin di nav calakîyade xwe sas mas dikin. ger mirov bi rastî bêjê ew Apocîyên bê cekin.
Minakeke di ez bidim, Me bevre sevek Newrozê li Essen Cekir, di savêde hatink bas cêbü kitleke bas hatibü sevê, ji ber kü hertist ne wekî wan bu Komkar ê xwe ji dil neda sevê û talîyê gotin em xisirin, xwedê giravî gotin me qenc fahm nekirîye ji xwedîyê Salonê, duvre jî xwedîyê Salonê em dane Dadgehê.
Ez di pirsim Gelo di kîjan sevêde Komkarê Xisar kirîye? û cima di seva kü ewqas kes tevlî bun nejzîkî 90 000 Mark hatina wê cê bü cima em xisirîn? hîna jî ew jime pera di xwazin, xwedê giravî Komkar dane Dadgehê êv bu Penc sal hîne jî ew doza pera li me dikin.
Me wekî KAWA, me pêwendîyên xwe wê demê, me cemidandin. me got em hew bi hevre calakîya dikin. Hina jî hesbê wê jevê vekirî maye ji me pera di xwazin.
Divirde ez vê bêjim, me ew sev ne bi navê PNK B cêkiribu, me Binavê Hevkarî, me sev cê kiribu. wî wextî 18 Partî û rexistinê her car percê Kurdistan di navde cih girtibun.
Ne tenê Havalê PSK havalê KDP Basür jî di wirde gelek kêmasî kirin.
Seva kü em ne têde bün, Seva pistî wê sevê kü cê bü Havalên KDP Bakur perpisîyarên Aborîbun di wirde dîsa miskileyên mezin cêbü dinavde jik cêbü!
Newroza 2004 â me dîsa dinavde cih girt mixabin hîna Hesabê wê vekirî maîye ev bê berpirsîyarîyêke mezine mirov nikarê vî Hesabî bidê gelê xwe.
divîrde hün dikarin bêjin ma gelo ci rolê PSK têde heye?...

di dümaika werê ezê Rolê PNK B ji were bidim zanîn li dijî vê gelo Alternativ cinê Hevbendî Rolê cîye Helwesta PSK ûhw.

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.