بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

OSMAN SEBRÎ APOYÊ GELÊ KÛRD

Osman Sebrî Apoyê gelê Kurd
Amadekar: Emîr Şuayîwend

Dema Mirov mêzeyî rûpelên dîroka pir biserhat û bûyerên Kurd û Kurdistanê dike, dibîne pir in yên ku jiyana xwe bext kirine ji bo aştiya gelan û serxwebûna Kurd û Kurdistanê, yek ji van stêrkên her tim geş û domdar di esmanê tore û siyasetê de rewşenbîr û xwedîhizrê qedirgiran Apo Osman Sebrî ye. Wî jiyana xwe di rêya janê de domand û rêya jiyanê xiste ber gelê xwe.

Osman Sebrî di roja 05.01.1905’an de li gundê Narincê ji yayik bûye. Narinc rûniştgeha sereke ya Eşîra Merdîsan û bavê Osman serokê vê Eşîrê bû. Di sala 1915’an de bavê wî diçe ber dilovaniya Xwedê û Apê wî Şukrî cihê bavê wî di Eşîrê de digire û xwedî kirina Osman dikêşe stûyê xwe û wî didanê ber xwendinê.

Di sala 1922’an de dibistana leşkerî bi dawî dike û di wê navberê de, welatperwerê Kurd Simayîl Efendî nas dike ku ev hevnasîne guhartineke mezin di jiyana wî de pêk tîne. Bo yekem car li ser destên wî mamsotayî dîtin û ramanên neteweyî di mejiyê Osman de cih digirin.

Di sala 1926’an de her 2 Apên Osman Nûrî û Şukrî bi sûçê beşdarî kirin li şoreşa Şêx Seîdê Pîran re tên darve kirin, ev yek bandorê li ser Osman dike û ramanên ku di dil û mejî de, wî hay didin û qonaxên jiyana wî diguhirin. Osman tevî çend hevalên xwe yên hevdoz û bixîret di rêya hişyar kirina xelkê û azad kirina welêt bi awayên nepenî û aşkira dest bi çalakiyan kirin û her di vê salê de Osman û hevalên wî ji aliyê hikûmetê ve tên destbiser kirin û du salan di zîndanê de bi eşkence û lêdanan derbas dikin.

Di sala 1928’an de Osman li ber lêbihorîna giştî ya Mistefa Kemal dikeve û tê azad kirin, lê di sala 1929’an dîsan Osman tevî 26 Axa û serokên Eşîran tê girtin û bo girtîgehê tê şandin û piştî 7 mehan bi alîkariya cihgirê serokê girtîgehê ku mirovekî Kurd bû tê berdan, lê Osman ne wek berê serbixwe bû, çavnihêriya dijwar ya hikûmeta Turkiyê ji her aliyekê givaş xistibû ser jiyana wî û bibû astengeke mezin li hember xebat û çalakî yên wî, Osman nekarî taba wê rewşê bike û di neçarî berê xwe da Kurdistana Sûriyê, ew di roja 24.12.1929’an de derbasî tixûb bû û Kurdistana Turkiyê bi cih hêla. Destpêka xebata siyasî ya Osman Sebrî li Sûriyê

Apo Osman Sebrî li bajarê Kobonê niştecî dibe, ew xebat û çalakî yên xwe ji nû ve dest pê dike û di demek kin de tevî kesayetiyê navdar yê Kurd Celadet

Bedirxan nasyar dibe û di encama vê hevnasînê de Osman dibe endamê Komeleya Xuybûnê, û jiyana wî derbasî qonaxeke nû ya xebatê dibe û ji vê riyê jêhatî û şehrezatiya wî pêtir xuya dibe û wî di demek kurt de digehîne refa serokatiya Xuybûnê.

Di roja 01.07.1930’an de Komeleya Xuybûnê biryarê dide ku dijî hikûmeta Turkiyê dest bi êrîşan biken, di vê encamê de desteyek ji hêzên çekdar yên Bozanbeg bi serokatiya Osman Sebrî berê xwe didin bajarê Orfayê û êrîşê dikin ser çend paygehên leşkerî, piştre hêzên çekdar li benda Serdarên hêza Bozanbeg û birayê wî Mistefabeg man, lê her du Serdar ji aliyê deshilata Firanse ve tên girtin û ber bi bajarê Şamê ve tên şandin. Piştî vê kiryarê hêviya di dilê şervanan tê şikandin û paş vedigerin. Li Sûriyê jî Celadet Bedirxan û Haco û Malbata Cemîl Paşa ji aliyê hêzên dewleta Firanse ve tên girtin û berê van didin bajarê Şamê. Di encama wan kiryaran de Osman bêhêvî dimîne û ji Xuybûnê dûr dikeve.

Piştî vê veqetiyanê Osman berê xwe dide Kurdistana Îraqê û di navbera salên 1931’ê hetanî sala 1938’an çend caran tê girtin û bi salan di girtîgehên Mûsil û Bexdayê de tê bend kirin û ji bilî wan girtinan çend caran jî tê dûrxistin, di sala 1938’an de ku ew li cihê dûrxistina xwe (di sala 1936’an ji aliyê deshilata Firanse ve ber bi Efrîqayê hatibû dûrxistin) direve bo Lubnanê, paşan vedigere şamê û li wê derê cihwar dibe.

Apo Osman Sebrî heta çaxê çend salan li meydana siyasetê dûr dikeve û dest bi çalakî yên rewşenbîrî û toreyî dike û di vê meydanê de berhemên pir bihagiran û binirx vedihûne û bi vî dilê birîndar û bêhna fireh li vê rêyê de car din zend û baskên xwe hildide û di sala 1957’an de tevî rewşenbîr û welatparêzên Kurd li Kurdistana Sûriyê bi ava kirina Partiya Demokrat ya Kurdistanê xebata xwe ya siyasî divejîne, Osman dibe Sekreterê Partiyê û rêbaz û bernameya wê di belavokekê de bi navê Rêzana Partiyê belav dike.

Di sala 1960’an de Osman tevî çend hevalên xwe tê girtin û bi berxwedana xwe li hember îşkence û lêdanan alaya serfiraziyê bilind dike, ew di sala 1963’an tê berdan û ber bi Beyrotê ve direve, li wir heta dawî ya sala 1963’ê bi cih dibe. Piştî wan girtin û berdanane hin newekhevî û natebahî dikeve nav partiyê, hin ji endamên partiyê li ser rêbaza pêşîn ya partiyê namînin û Osman Sebrî gunehbar dikin û ji Serokatiya Partiyê dûr dixin, ev biryara ne adilane dibe sebeba xwe vekêşandina Osman Sebrî ji meydana siyasetê. Her çiqas ew biryare ne adilane bû, lê Osman bi qasekî demokrat û siyasî bû ku nexwast biryarek ku bi piraniya dengan hatiye dayîn bişkîne, lê rastiya dîrokê li pişta wî ye û tu caran nayê înkar kirin.

Apo Osman Sebrî di salên dawî ya jiyana xwe de ji ber pîrî, nexweşî, perîşanî û derd kulên giran, nedikarî ne siyasetê û ne jî peyvan bi hev re girê bide yan ji hev cuda bike. Wî di

roja 11.10.1993’an de xatira

xwe ji Kurd û Kurdistanê xwast û heta heta çavên xwe li ser hev danan û gehişte karwanê nemiran û li goristana gundê Berkevirê ya nêzîkî Dirbasiyê hate veşartin.

Osman Sebrî û xebata toreyî û rewşenbîrî

Ji bilî vê çendê ku Osman rêberekî jêhatî û siyasetvaknekî jîr û zîrek bû, di meydana rewşenbîrî û torevaniyê de jî hertim serkêş û rêzan bû, Apo gencîne ya peyvên resen û baxevanê gulzara zimanê xwe bû, ew helbestvanekî neteweyî û pêşeng û hilgirê bîrek nû û nûjen bû. Bi rastî dema mirov mêzeyî nivîs, berhem û çalakiyên wî di vî warî de dike, ew dem dizane ku Apo çiqas mirovekî mezin û dilşevat û welatparêz bû. Mirov dikare di hemû helbest û nivîsên wî de xema dûrî ji welêt û êş û jana gelê wî bibîne, Apo Osman Sebrî bi rastî di dilê gelê xwe de dijiya û dijît û her dê bijît.

Divê tu zanibî ev bûne sî sal

Min nedît xûşk û bira, xelkê dimal

Ne me dît axa welat, pîra diyan

Ne vexwar kewser û ger ava çiya

Çend gotinên bihagiran yên Osman Sebrî

Mirov ku bi zimanê xwe re bendewar nebe, nikare îdia bike ku ev ji welatê xwe hez dike.

Gava tu bixwazî gelperwerî ya mirovekî fam bikî ta kîjan derecê pêşve çûye, binêre çiqas ser bi zimanê xwe re bendewar e.

Her bêjeyek kevirekî avahî ya ziman e.

Kesê ku ehmiyet nede zimanê xwe, di jîna neteweyî de tuneye.

Ziman wekî asoya behrê ye, nêzîk xuya dike, lê çiqas diherî tim ew e.

Milet bi du tiştan hişyar dibin: Yek bi darê zulmê, du bi xwandinê.

Berhemên Osman Sebrî

1.Elfabêya Kurdî – Şam, 1955

2.Bahoz û çend nivîsên din, 1955

3.Derdê me (gotar û helbest) – Şam, 1956

4.Apo (gotinên xwe nepijin bê tav)

5.Ewlifbaya tikûz – Şam, 1982

6.Çar leheng – Şam, 1984

7.Bersîva Hoşeng – Şam, 1992

8. Serpêhatiyên min – dest nivîs e.

Apo Osman Sebrî ji dema ku fêm kir ku ew Kurd e, dilê xwe kire evîngeha her kurdekî belengaz û heta zuha bûna axirîn dilopa kanî ya jiyê xwe, her tim dilsoj û xemxurê gel û welatê xwe bû, wî canê pak yê xwe kire goriyê azadî û mirovahiyê, Apo jan da jiyana xwe ji bo ku jiyanê bide gelê xwe.

Xwe danînîm bo sitem û zorê

Divê serbilind ez biçim gorê

Gava birûmet ez biçim goristan

Hêja ye bibim lawê Kurdistan

Jêder:

1.Tarîxa Edebyata Kurdî.

2.Kovara Gulan, hejmra 8 û 9.

3.Xuybûn û şorîşî agirî.

4. Kovara Hêvî, hejmara 6, hevpeyvîn bi Osman Sebrî re.

Ji Rojnameya Agirî,ramyarî, çandî û giştî. Weşan: Partiya Demokrat a Kurdistana –Îranê.08/2004

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.