Li Ser Çanda Siyasî ya Tirkan | Îsmaîl BEŞÎKCÎ
Li DYAyê hilbijartinên Serokatî û Kongreyê têne kirin. Êvara ku hilbijartin pêkhatiye encam têne diyarkirin. Serok filankes… Partiya Demokratan ew qas deng girt, Partiya Komarhezan ew qas deng girt. Senator ev in, palamenter ev in…
Hilbijartin têne kirin, encam ew êvar têne diyarkirin. Îtîrazên li hilbijartinan, ji nû ve jimartina dengan, îptalkirina hilbijartinan û hwd. nayên rojevê. Her kes bi encamên hilbijartinan, bi reqeman ewle ye.
Li DYAyê îtîraza yekem di hilbijartinên Serokatiya 2000an de hatibû kirin. Li Eyaleta Florîdayê di navbera berendamê Komarhezan George W. Bosh û berendamê Demokratan Al Gore de berberiyek pêk hatibû. Dadgeha Bilind, biryara ku hilbijartin ji aliyê George W. Boshî ve hatiye karkirin dabû.
Hilbijartin ne tenê li DYAyê wiha dibin. Li dewletên wek Qeyseriya Yekgirtî, Fransa, Almanya, Swîs, Swêd, Norveç, Îtalya, Îspanya, Yunanistan, Kanada, Avustralya, Japonyayê jî wiha pêk tên. Li wan deran jî encam êvara roja ku hilbijartin pêk hatine têne diyarkirin. Her kes van encaman bi ewlekarî pêşwazî dike.
Li Tirkiyeyê di 30ê Adara 2014an de hilbijartinên Herêmî pêk hatin. Ji wê êvarê pê ve îtîrazan dest pê kir. Li hinek cihan deng ji nû ve hatin jimartin. Li hinek cihan deng çend car ji nû ve hatin jimartin. Bi rêzê, bo îtîrazê serî li lijneya hilbijartinê ya navçe, bajar û Saziya Bilind a Hilbijartinê hat xistin. Li hin cihan jimartina dengan ev mehek e hêjî diajo. Li hinek cihan hilbijartin hatin îptalkirin. Li wan deran, hilbijartin, dê di 1ê Hezîranê de, ji nû ve bête kirin.
Di 24ê Nîsana 2014an de, di Rojnameya Hurriyetê de, Yalçin Dogan bi navê “A ji we re tabloya îtîrazan a SBH/Saziya Bilind a Hilbijartinan” weşand. Di vê nivîsê de Yalçin Dogan, daneyên SBHyê yên di destê Gokhan Gunaydinê cîgirê Serokê Giştî î berpirsiyarê Rêveberiyên Herêmî î CHPyî de, pêşkêş dike.
Li 114 cihan îtîraza AKPyê heye. Li 82 cihan îtîraza CHPyê heye, li 46 cihan îtîraza MHPyê, li 14 cihan îtîraza BDPyê heye.
Li cihên cur bi cur, li saziyên hilbijartinê ên navçeyan, ên bajaran, bi gelemperî îtîrazên AKPyê têne pejirandin, îtîrazên BDPyê jî bi hêsanî têne redkirin.
Dewlet, hikûmet, di hilbijartinên Serêkaniyê(Ceylanpinar) û Agiriyê de, ji bo başiya AKPê rasterast dest danî ser hilbijartinan.
Ev hemû bi zelalî derdixin holê ku di hilbijartinan de, ewletî bi jimartina dengan nayê.
Dekên Hilbijartinan
Li gor derfetên teknolojîk û ekonomîk, Tirkiye, dikare jimartina elektronîk pêk bîne. Dezgehên vê avabike. Lê belê çanda siyasî ya tirkan, çandeke wisa ye ku rê dide dekan, dekan dipejirîne heta pêwîstiya wê bi dekan heye. Ji ber ku hejmartina elektronîk rê li ber dekan digire, pir zehmet e ku di demeke nêzîk de li Tirkiyeyê ev dezge bêne avakirin.
Divê guherînên li ser hev ên mijarên hilbijartinê yên ku dê hejmara parlementerên partiya hikûmetê zêde bikin jî wek dekên hilbijartinan bêne nirxandin.
Di malperek înternetê de, 20 dewletên dinyayê, li gor bilindiya hatina netewî ya serê her neferî têne rêz kirin. Di nava 20 dewletan de Luxemburg bi 103 hezar dolarî di rêza yekem de cih digire. Qeyseriya Yekgirtî bi 39 hezar dolarî di rêza 20. de cih digire.
Sê dewletên di serê rêzê de, piştî Luxemburgê Norveç, (bi 99 hezar dolarî), Swîs (bi 78 hezar dolarî) cih digirin.
Di rêza 18. de Almanya, (bi 41 hezar dolarî), 19. de Fransa (bi 39 hezar dolarî) 20. de Qeyseriya Yekgirtî (bi 39 hezar dolarî) cih digirin.
Demokratbûna dewletên ku hatina wan a netewî ya serê neferî bilind e, li van dewletan di hilbijartin û jimartina dengan de serîlidekannedan, balkêş e.
Ji van 20 dewletan 14 jê li Ewropayê ne. Ji van 14 dewletan 11 jê endamê Yekîtiya Ewropayê ne.
Ji van 20 dewletan du jê li parzemîna Amerikayê ne. (DYA, Kanada). Sê jê li Asyayê (Japonya, Singapur, Macoya Çinê) ne
Ji 20 dewletan yek jî Avustralya ye.
Li cihê ku para serê her neferî, ji hatina netewî 4-6 hezar dolar e, ji çar hezar dolarî kêmtir e, bi awakî berfireh dekên hilbijartinan têne dîtin. Di jimartina dengan de, dekên pir mezin têne dîtin. Li hin van dewletan diyardeyek bi navê hilbijartinê nayê jiyîn. Li hin ji wan partiyek bi tenê desthilatdar e. Li hin ji wan jî îtîrazkirina li dekên hilbijartinê jî ne pêkan e.
Divê, li 20 dewletên ku hatina netewî ya serê kesî herî kêm e, lêkolîna jimartina dengan çawa pêk tê û baweriya bi encamên hilbijartinê heye an na, girîng be.
Werger: Ahmed KANÎ