HEVPEYVÎN ligel _Prof. Dr. Ilhan Kizilhan_ re li ser “Kongreya Neteweyî”
1-Aso Zagrosî:Bi gelemperî hûn ji “Kongreya Neteweyî” çi têdigihîjin. Di derbarê tecrubeyên “Kongreya Neteweyî” ku li welatên din pêk hatine hûn dikarin ji me re çi bibêjin?
Prof. Dr. Ilhan Kizilhan:Kongre bi xwe civineke siyasî, civakî an jî civîneke zanistî bi karekterekî gewre û babetên taybet e. Li ser meselên netewî di pir caran komên civakê hewce dîtinê li hev kom bibin, daku pirsên civakê, bi taybetî yên netewî li goriya ramanê vê demê careser bikin. Kongre û Netewî bi derketina netewan bi destpêka sermayedariyê li Ewropa beriya dused salan ket rojevê.
Herwiha ji bo azadî an jî rizigariya welatekî bindest komên vê miletê bindest xwestin bi destpêka cîvineke xwe ji bo tevgera perjewendiyên netewî organîze bikin. Minak mirov li Hindistanê, Afrikayê Başûr heta li Almanya di sedsala 18. an de dibîne. Iro ji bi pir dewlet sazumaniya Kongra Netewî bi rolekekî aktîf ya polîtîk wek li Braziliya, Bolivya, Peru bi kar tînin. Lê ev Kongrên netewî êdî polîtika rojan e dimeşînin.
Armanca Kongra Netewî bi kurtayî ev e ku hemû hezên miletekî li hev kom bibin, li ser pirsên xwe birawest in û bi stratejiyeke ku were pejirandin bibin iradeya miletekî. Di dîrokê de zêde kongrên netewî ji ob rizgarkirina miletekî ji bindestiya dagirkeran dihatin ava kirin. Herwiha ev pirs dîsa di serê mirov de derdikeve: Kurdistan Koloni ye û di bin destê dagirkeran de ye an na? Em vê pirsê wiha bihêlin.
2- Aso Zagrosî: Di dîrokê de Kurdan “Kongreyên Netewî” pêk anîne? Ger pêk anîbin bo çi heta îro biserneketin?
Prof. Dr. Ilhan Kizilhan:Di dîroka Kurdan de xwestin hebûn ku “Kongreya Netewî” pêk be. Ji bo min avakirna Xobûn gavekî wiha bû. Minakên dîroka ne dur de tê zanîn ku PKK, PDK-I, PDK û YNK li Kurdistanê û li Ewropa di salên 90ê civîn amadekirin, lê ji ber pir sedeman ev prozes hat rawestandin.
PKK bixwe xwest wek şiklekî “Kongra Netewî” ji salên 90î ve heta îro wek Meclisa Netewî, Parlamentoya Dervayî Welat û KNK pêk bîne. Ji ber sedemên polîtik, ideolojî û tengbûneke ku nikarê bersiva gelê Kurd yê hetrojên bide, serneket. Herwiha jî PKK bixwe xwe wek “Kongra Netewî” dixwest amade bike, lê tegihişt ku bi komel û rêxistinên xwe tenê nikare tiştekî wiha pêk bîn e.
Lê ez vê jî bibejîm, li goriya min daxuyanî hêzên kurdan xwendiyê, ev bixwe ji heta îro bi pir cuda û ferq li ser “Kongra Netewi” difikirn. Ma gelo cenabê Celal Talabanî wek cenabe Mesut Barzanî li ser “Kongra Netewî difikirin?
3-Aso Zagrosî:Li welatekî weka Kurdîstanê ku hatiye perçe kirin “Kongreya Neteweyî” tê çi wateyê? Rêxistinên siyasî yên Kurdan, bo bi destxistina mafên netewî ku hemû gelên cîhanê xwedîne, amadene ku di “Kongreya Neteweyî” de werin cem hev?
Prof. Dr. Ilhan Kizilhan:Tiştê em îro dibînin, maneya “Kongre” û “Konferens” tevlî hev dibe. Wek ez têghiştime, îro hezên wek PDK, YNK û PKK behsa “Konferensa Netewî” dikin. Ev ji bo min tê ve wateyê ku hêzen li her perçeyên Kurdistan dê werin vexwedin û civineke mezin dê li darxistin. Di vê Konferensa Netewî ji xeyna axaftin li ser yekîtiya Kurdan, ez vê “Konferansa Netewî” wek hevnaskirin, nezîkirin û çêkirina hinek baweriyan dibinim. Ku wiha be, ev jî gaveki pir giring e. Kurd divê kurdan nas bikin û ji hev bawer bin.
Di encamê de belku komisyonek were erkdar ku koordinasyonekê ji bo pewendî di navbera rêxistinên Kurdan de (politik, hunerî, civaki, çand, zanist û rewşenbîr, ûhwd.) pêk bînin. Xwestineke zêdetir li goriya dîtina min niha ne gengaze ye. Herwiha jî belku peyamek ji bo Kurd dijî Kurd li her perçeyê Kurdistanê êdî şer nakin û li ser bingeha perjewendiyên gelê Kurd zerar nadin hev, derkeve. Ez nizanim ku dê karbin peyameke wiha derxin himberî riya giştî an na. Lê hêvî dikim.
Bê guman ez niha bibêjim, ku ev Kongre an jî Konferens bi bêşdarbûna hêzên derva tê amadekirin. Lewra jî xwestinên dijî perjewendiyên wek Tirkiyê heta DYA û Ewropayê nayên derxistin. Ev jî tê vê wateyê ku perçekirina Kurdistanê dê ne li ser rojevê be. Heta dibe ku ev sînor dê werin qebulkirin.
Em niha werin li ser wateya Kongra Netewî ji bo gelê Kurd.
Rêya kurdan ya nasîna wan wek netewe ku heta niha hîn pêk nehatiye; rêyeke karesat, şer, penaberî û nefîkirina dijwar e. Dîrok û neteweya kurd îro jî di rewşeke gelek zehmet de ne: Heta salên nodî têkoşîna danîna hîmekî netewî û mafê serxwebûnê hertim mijara gengeşeya polîtîk ya partî û ronakbîrên kurd bûn, îro li serzemîna mafên federalî di nav çarçoveya sînorên dewletî yên heyî de, mafê otonomî û çandî zêdetir mijara axiftinê ne. Veguherînên polîtîk yên cîhanî tesîrê li ser aktorên kurd jî dikin ku ev rewşeke gelek xwezayî ye, lê rewşa Kurdistanê bi giriftdarîya xwe, bi hîn tewanebûna hîmdanîna neteweyî û nasnameyên cûrbicûr (etnîkî, dînî, herêmî, zimanî ûwd.) gengeşeyeke bingehîn dixwaze.
Ji aliyê civakanasiyê de li goriya min kurd hêj jî di nav lêgerîneke nasnameyeke maqûl de ne. Hema em li ba kurdan li têgeha nasnameya grupî binêrin, em ê bibînin ku ev yek me ber bi dijwarîyeke nezelal ya civaka kurd û hewldanên wê yên pêkanîna neteweyî ve dibe ku ev jî, bi wê yekê ve têkildar e, ka ew li dîaspora, li Tirkiye, Iraq, Iran, Suriyeya îroyîn dijîn, yan jî ka ew sunî, mesîhîç, êzdî, elewî ne û gelo di nav qaîdeyên eşîretî de dijîn, asta perwerdeya wan çi ye û di çi şertên aborî de ne. Têgehên gel û netewe bê zelalî qet nikarin bi têgeheke ferqnedar wek nasname bên bi kar anîn. Nasnameya grupî hertim ne ji nasnameya pirr kesan tenê tê afirandin û otomatik dibe Netewe. Nasnameya kesane û ya kolektîv veneqetbar in, di nav têkilîyeke beramberane de ne û bi vî awayî ji hev feyde werdigirin.
Heviya min ev e ku aktorên polîtîk û ronakbîrên kurd dê serên xwe di “Konferensa Netewî” bi van pirsan biêşînin: Di rastîyê de çi feydeya nasnameya kurd yan jî avakirina “Kongra Netewî” û begûman jî çi feyedeya "neteweya kurd" heye? Bi "neteweya kurd" re û bi dîrok û civaka wê ve çi şans û pirsgirêk girêdayî ne? Gelo mirov dikare di van demên civakên agahînas de behsa "neteweya kurd" bike? Gelo dê xewna kurdan ji bo neteweyekê, dewletekê û nasnameyekê di dema globalîzmê û geşedanên Rojhilata Navîn dê bibe cehnem an jî cinet?
Lewra jî, beriya “Kongra Netewî” pir “Konferensên Netewî” li Kurdistan û li Diasporayê pêwistin. Paşê divê biryar were dayin ka “Kongra Netewî” hewceye an na.
Bi kurtayî bersiva din jî bidim: Di heman demê de ji bo Netewek êdî xak an jî yek xak, ne şert e. Ciqas Kurdistan perçe be jî netewa kurd dikarê xwe peşve bibe û bibe xwedî strukturan ku ne girêdayî sînoran be.
Helbet parçebûna Kurdistanê di avakirina nasnameya kurd de, di heman demê de têkoşîna hebûna jîyanê, înkara kurdan, bi gelemperî rewşa agresîv ya li Rojhilata Navîn roleke girîng dilizîn. Wan rê li ber avakirina nasnameyeke maqûlane ya neteweyî girt.
Helbet ne pêwîst e ku mirov sedîsed xwe wek netewe ava bike, lê dîsa jî dikare bibe xwedîyê nasnameyekê. Çanda kurdî ne boxçeyeke pînekirî ye ku kontrola wê ji derva tê kirin. Di civaka kurdî de kevneşopîya dûredirêj, baş û demajo heye. Divê kurd jî di wê rewşê de bin ku çanda xwe bi erênî xurt bikin daku nifşên nû vê yekê bi dilxweşî di nav xwe de biguncînin û berepêş bibin.
Li gel kurdan pirs hebûna nasnameya wan e, ji ber ku ew ne xwedîyê dewleteke neteweyî ne ku belkî ji alîyê wê ve bên parastin. Ku kurd karibin çanda kurdî li her perçeyen Kurdistan û Dîasporayê biparêzin û pêşve bibin, êdî di nav sînoran heyî de jî jiyandina netewa kurd mumkun e.
Li goriya min “Kongra Netewî” divê siyaseta întegral a kurd pêk bîne ku nirxê hemû pircûreya çandî, civakî, dînî û hebûna bîrewerî li herêmên Kurdistanê (êzdî, sunî, şîî, elewî, kakeyî, ateîst ûwd.; ermenî, tirk, asûrî, ereb ûwd.; jin, mêr, zarok, heteroseksuel, bîseksuel, homoseksuel ûwd.; seqet, tendurist, nexweş ûwd.) bipejirîne, rêz bigre û wan bîne nêzîkê hev. Ev tê wê maneyê ku divê ji bo pratîka siyasî, şêweyên nû yên sazûmanîya civakî bên dîtin ku tê de kesayet û civaka kurd bên bi cî kirin.
Tevgera kurd li her perçeyî Kurdistanê ku hîn jî, ji alîyê îdeolojîk ve, yekalî ji tevlihevîya komunîzm, îslam û patrîarkalîzmê gihîştiye asteke siyasî û civakî ku divê bê guhertin. Transformasyonek, ango veguhestan rêxistinên Kurdan ji hundir ve, ji aliyê organizasyon û struktur pêwist e.
Ji sedema parçebûna Kurdistanê, li gor dewletên tê de dijîn, dikarin perspektîv û stratejîyên siyasî yên kurdan cuda bin, lê divê ev nebe sedema neheqîyê li dijî hev. Eger şertên veguherînê tunebin, wê demê divê reform wek tercîheke gengaz bên dîtin. Ango kurd li Tirkiye sistemeke federayson ji bo kurdan li Tirkiyê qebulbikin divê nebe asteng ku li Kurdistana Başûr rojekê serxwebûna xwê îlan bikin. “Kongra Netewî” dikare roleke wiha bileyize ku koordinasyoneke întegral a kurd ku bi pîvana reformê hem jî ya şoreşê koordine bike û ji aliyê hemû rexistinan were qebul kirin.
Lê mixabin em ji wan rojan pir dûr in. Polîtika reel û şertên globalizmê û girêdayê ve perjwendiyên ku Kurdistan di nav xwe der perçe kirine û dostên wan destûr nadin ku aktorên Kurd bi hezanî bi hev re kar bikin.
4-Aso Zagrosî:Dema li welatên ku Kurdîstanê dagir kirine û partiyên Kurdên ku li perçên cudane têkiliyên nav wan bê nêrîn mirov çawa kare daxwazên Kurdên dinyayê bike programek?
Ger şênber kirin pêwist be Kurdên Başûr ên ku bi Tirkiyeyê û Îranê re di nava pêwendiyên cidî yên ekonomîk û siyasî de ne, li ser pirsa xaka Kerkûk û Xaniqîn jî bi ‘Erebên Iraqê re xwedî problemên cidî ne, dê bo “Dawazên Neteweyî” yên Kurdên Bakur û Rojavayê Kurdîstanê, karibin çi pêşniyar bikin?
Prof. Dr. Ilhan Kizilhan:Li ser pirsên rola dagirker û perjewendiyên Kurdan li Bakur, Başur an ji Rojavayê Kurdistanê min li jor hinekî behs kir. Bi avakirina “Konferenseke Netewî” di destpêkê de divên prensîpên bingehîn di nav hêzên kurdan de werin dayin. Ev bixwe dibin bingeha avakirina “Kongra Netewî”.
Bi kurtayî hinek prensîp an jî şert li goriya min ji bo meşanindan “Kongra Netewî” ev in:
Kurd divê xwe bibin xwedi vîzyonekê ku karibin dijberîyan, nakokîyan, alozîyan û pirsgirêkan întegre bikin. Divê karibin tehamula hebûna nakokîyan di nav kom û civaka kurd de bikin. Di maneya azadî û demokrasî ji bo gelê kurd, divê mirov bi tolerans be û wekhevîyan peyda bike ku bi hev re li ser bixebitin. Dîtîn û ramanên her mirovî ne wekhev in, lê dîsa jî divê rêzdîtin bi hev re li ser bingehên azadîyê û demokrasîya kurdan gengaz be. Her hewldana ji bo yekîtîyekê, li ser bingeha siyaseta civakî, ya globalîzmê yan jî, ji sinorên ku kurd niha tê de dijîn wêdetir divê di heman demê de întegrasyona tiştên berê hebûn jî yanî netewî, herêmî, kesayetî, dînî çandî, etnîkî ûwd. tê de cî bigrin.
Prensîbên rewiştî tê maneya hewldana pêşketina herî mezin a hemû civaka kurd ku mafê her mirovekî li ser jîyan, azadî û edaleta civakî heye û piştgirîya wî/ê bê kirin.
Rêxistinên kurdan divê xwe li goriya şertên demê û realita perçebûna Kurdistan amade bikin ji veghuesinan (transformasyon) û billî hertiştî bi hev re û ne dijî hev kar bikin. Divê çiqas perspektîf û stratejîyên siyasî yên kurdan cuda bin, dîsa jî divê ev zerar nedin hev. Ji bo ve jî karekter, kesayetî û welatperweriyeke demokrasî ya mezin hewce ye.
Globalîzm heman dem mijareke herî aloz û herî girîng a dema me ye. Divê tevgera kurd bala xwe bi çalakî bide vê mijarê û bi xwe jî li ser vê yekê ramanên xwe yên siyasî bi pêş ve bixîne. Ev tê wê maneyê ku emê di cîhana ragihandinê ya nû de bi gelek agahdarî û guhertinan bên hember hev. Eger em bersivê nedin jî, dîsa ev livbazîyek e, lê li derveyî kontrola me ye.
Ji wan prensîpên ku min lo jor behs kir, bi rastî, mantiqekî çandî yê nû zor giring e. Siyaseta kurd divê berîya hertiştî guh bide hemû kesan û grûpên kurd. Siyaseteke bê hemû xwestinên gelê kurd ne siyasetek e û ne kongreyeke netewî ye ji bo azadîya kurdan. Ev tê vê maneyê ku civaka kurd divê bi çalakî bixwe bandorê li ser veguherîna xwe bike. Ku hêzên derva civaka kurd biguherînin, bê guman ev li gor xwe û ne li gor xwestinên kurdan wê civakê biguherînin. Divê rêxistinên kurd amade bin ku mirovên kurd wek kesên azad û rizgar ên bi raman û nirxên cuda bipejirînin û wisa hemêz bikin. Wê demê damezirandina kongreyeke neteweyî ya ku li ser gelek tê gengeşî kirin jî, êdî nabe pirsgirêkeke mezin.
5 Aso Zagrosî: “Kongreya Neteweyî” ya patiyên siyasî an a hemî Kurdan e? Ger kongreke wiha bê pêk anîn amadekariya wê çawa dikare bê kirin? Kurdên li diyasporayê dikarin roleke çawa bi cih bînin?
Prof. Dr. Ilhan Kizilhan:Min dixwest zêdetir xuya bikim ku kurd bi aliyê netwebûne ve diçin. Kurdan ango prozesa netewbûnê minak wek miletên li Ewropa temam nekirine. Lê ez dibînim ku gelê kurd û bi taybetî rewşenbîrên kurd di wan salên dawî de pir berhemên çandî, polîtik û felsefî amade dikin, ku karibe bibe rêyek ji xurtkirina netewa kurd.
Di nav paranteze de ez dixwazin li ser wateya netewbûn kurtayî hinekî zelaliyê bînim, daku şaş neyê fêmkirin. Neteweperestîya radîkal, mîna ku em li Tirkîyeyê ji kemalîzmê dinasin, formeke neserkevtî ya pêkanîna nasnameyê ye, ew girtîgeheke tesîr û îşaretên tehdîtkarane ya bêbawerîya bi xwe ye. Ev li min wisa dixuye ku di pêkanîna nasnameya neteweyî ya kurdan de ne weha ye. Mirov ji nêzîk ve bişopîne, dibîne ku kurdan ji xwe re neteweperestîyeke radîkal nekirîye armanc. Ew hêvîya xwe ji bo "daxwaza nasîna wek grupeke etnîk" diparêzin.
Em werin li ser dîaspora ye. Wek min ji jor xuyakiri, prozesa netwebuna kurd dom dike. Di wî warî rolekî mezin dikeve li ser gelê Kurd û rewşenbîrên wan li dîasporayê. Heta kîjan radeyê dîaspora li ser parastin û geşepêdana nasname û perwerdeya neteweyî rol dilîze, pirseke girîng e. Mînak almanîya bilind ya ku herkes fermî diaxive li Pragê hat bi pêş ve birin. Zimanê cihû yê îro li Îsraîlê fermî tê axiftin li Ewropa hat bi pêş ve birin. Ev û gelek mînakên din şanî me didin ku ji bo pêşketina nasname û perwerdeya neteweyî dîaspora çiqas girîng e.
Lewra jî dîaspora Kurd divê rista xwe di nav “Kongra Netewî” de bigire. Ji aliyê praktikê lê zehmet e. Ji ber ku rêxistên dîasporayê ku bi çandî, polîtik, zanistî û aborî li pirsên kurdên dîaspora xwedî derdikevin pir kêm û roleke mezin naleyizin. Rêxistinên Kurdan, bi taybetî ji Bakur, ji kurdan cepheyeke ku li dîaspora dijîn organîze kirine, lê karê wan ji bo jiyana kurdan li dîasporayê pir qels e.
Lê li dîsapora hêzeke mezin ya kurdan heye ku heta niha rêxistinan kurdan nizanzin jê feyda bistînin. Ev ziman e, zanîna bilind e, pîşe ye , aborî ye, çand cure bi cur, jiyana demokrasî û wekhevî, mafê jinan û yê dinê ne....
Kurd li dîasporayê çandeke nu nîv-kurd û nîv dîaspora ava kirine. Jo bo ve guhartinê saziyên nû û mantiqekî nu giring e. Êdî kurdên dîasporaye ji zarokatiyê gav ber bi mezintiya xwe dikin û dibin temamî komeke serbixwe û taybet.
Rêxistinên Kurdan heta niha ev fêm nekirin e û nikarbûn yekitiya Kurdan li dîasporayê ava bikin, daku li dinyayê xurtir, baştir bibin dengê gelê xwe. Belkî kurdên dîasporayê karbin li ser prensîben wekhev rola xwe di nav “Kongra Netewi” de bileyizin .
Sipas ji bo vê hevpeyvînê