بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Hêvîyên me mezin û nêzîk dibin

Car heye ez jî wekî herkesê dixwazim hinek tishtan binivîsînim.. Lê rojeva Kurdan gellek tijî her demjîmêr tê guhertin. Ez jî wekî gellek Kurdên welatparêz di nav rojevê de winda dibim..

Ez, wê dema ew tishtên giring ên di rojêvê de ne dibînim,shash û metel dibim...Daxwaza min a nivîsê lawaz dibe û wekî cawdêr û bîner ci destê min dikeve ez dixwinim..
Ev jî derfetek gellek bash e....

Lê wê dema tishtên bash diqewimin, mirov hez dike wan tishtên bash ligel hinek dostan parvebike an jî pêkve bijî..

Axiftina Mam Celalî bi zimanê Kurdî li Qesra Sipî û Koshka Netewîyên Yekgirtî tishtên wisa bûn...

Pêshkêshkirina silavên gelê Kurdistanê bi zimanê Kurdî ji alîyê Mam Celalî ve li pêsh hemû serok û serokvezîran û shalyarên derveyî ên dinyayê derfetek dîrokî bû.... Tishtekî wisa bû di dîroka gelê Kurd de heta niha me nedît...

Lê sed heyf û mixabin, min geshtek di nav malperên Kurdan de kir li ser vê mijarê min qet tishtek nedît.

Gelo hesta me netewî, refleksên me ên welatparêz mirine...
Gelo Kurdan nikaribû li ser watînîya van bûyerên dîrokî hinek tisht bigota....

Rojnamevanê Tirk Cengîz Cavdar, rastîya vê bûyerê dît û li ser nivîsî...
Ci dibêje Cavdar: Kurt û kurmancî qutuya pandorayê vebûye... roj roja Kurdan e.... Kes nikare cerxa dîrokê bizivirîne.... Pêwîste herkes vê rastîyê qebûl bike...
Heke G.W. Bush Celal Talabanî qebûl kir, sedema wê ne ew ku, Talabanî serokê Îraqê ye, na sedem ew e ku Talabanî Kurde û bi saya dengên Kurdan hat li ser postê..

Fermo Kurdên me ci gotin?

Qet tishtek....

Li Hewlêra Paytext Serokê Kurdistanê Kek Mesud, Pêshangeha Kurdistan a Navnetewî vedike, dehan shirketên biyanî û navnetewî têda beshdardibin, dîsa kes li ser vê mijarê ranaweste....

Seferên ezmanî, rasterast di nabêyna Hewlêr û Frankfurtê ên destpêbike, kes liser nanivîse..

Ez jî nanivîsim... Ji ber ku rojeva me tijîye... Ev sedsal sed sala Kurdan... Kerwanê Kurdewarîyê di rê de ye... Her roj mizgînyên nû tên.. Dilê me gesh û xwesh dike.... Hêvîyên me mezin û nêzîk dike...

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.