بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

DOMANÊN SÊWÎ

Dema mîrov dibêje sêwitî bê dabun û bê bavbun tete bîra mîrov. Bê guman dema dayîk an bavê mindalekî (zarokekî /domanekî) diçe ser heqiya xwe, hun bêjin diçe nav dîlovanîya Xweda, bo mindal jîyanekî xirab destpêkdike. Di mezinbuna zaroka da; li gel mal, aborî, zman û koma derdorê, hezkirin rolekî taybet digirê. Hezkirin jîyana zaroka zindî dike. Bê hezkirin, tenya per û pul, cil û berg, xwerin û şahî, zarok bi kemasî mezin dibe. Mîrov bi xwe, çi jin be çi mêr xwedî kemasîyêye. Tete gotin ku bê kemasî bun nişeta Xweda ye. Yên ku kem kemasîyên Xwe hene pîr û pakin, wanra pîrê pîran jî tête gotin, ew zef nezîkî Xwedane, ser erd û binê erdê dizanin, fîlozofin, derheqa gerdunêda xwedî zanînek mezinin, ew him rihnasin him ji pizişkin. Sewî , ji hezkirinê para xwe kem digirin, ji ber vê ew bi kêmasîyan mezin dibin. Ew destê wanda nine. Dema ew mezin dibin, tene mertebekî zana û têgîhiştî ferqa xwe û yên din dibinin û pozxîn dibin, ber xwe da diçin. Bi xwendin û tecrubeyên derdora xwe dixwezin xwe ji kemasîyên durxînin û rizgar bikin, car cara ew serdikevin û cîhe xwe patînaj nakin. Hinek ji wan heta roja dawîyê deşa sêwîbune kuncekî dilê xwe da vêdişêrin û ew bi vê dêşê kirasê xwe digorin. Ji ber vê tete gotin ku Xweda kesî nsewî neke. Kêmasîyên sêwîyan gor kemasîyên mîrovên din zedene, ez dibejim du qat zedene hun bejin deh qat.. Hînek mînakên baş mixabin vê rasteyetîyê zede nagorin. Bi vê şîrovekirine min naxwezim bêjim sêwî qet sernakevin, sêwî jî serdikevin car car mîrovên ku bi day û bav mezin bune di bin sîha xwe da delin, di nava koma xwe da bi tilîyan têtin nîşandan û bijîyên gelekan li hember wan va diçin. Kêmasîyên ku ez qalê dikim bingeya xwe ji ne têr hezkirinê digirin. Cîhê hezkirina dayîk û bavan qetu tiştek nagire.

Li Kurdistan zarokên sêwî xism û cîran xwedî derdiketin. Pêsîra xwe va hildan, di nava koma Kurda da toreyek serketî bu. Ne tenê malbendên bê zarok sêwî pêsîra xwe va hildidan, yên xwedî zarok jî car cara ew rol digirtin ser xwe û zarokên sewî weku yên xwe xwedî dikirin, qe tu ferqek nedikirim mabeyna zarokên ku ji wanin û yên ku wan ji pêsira xwe va hildane. Dema li paş salên 1914 dagirkerên Osmanî li dijî Ermenîya komkujî û tarteleyek mezin di bin seroketîya “İttihat ve Terakki Cemiyeti” darxistin, Kurda bi pêsîr xwe va hildanê gelek qîz û lawên (dixa û axçîkên) Ermenîya rizgar kirin. Çavsorîya hinek Kurdên ku li Tirkara îtîfaq bun li ber xwedî derketina Kurdên mîrovperwer hate xendiqandin. Dema mîrov dîroka Alaman û Nemsayîya dinêre di mabeyna salên 1938-1945 da zarokên Yahudî ku ji ber pençên nijadpereztên Nazî yê Alaman hatinê rizgarkirin, çandî jimara tilîyên destekî ninin. Kurdan hezaran keç û lawên Ermen xwedî derketin û ew ji ber pençeyên nijadpereztên Tirk û Kurden Çavsor rizgar kirin. Alîyê mîrovhezkirinê va, ew serketîyek mezin bu û em dikarin ser xwera biçin û pê şabin.

Qezîyek pêşî û paşîyan heye, em bêjin metelok: tete gotin ku; “dema sêwî çune dizîyê hîv derketîye”. Bi vê metelokê jî xuyaye ku jîyan bi sêwîtîye zexmete. Heta ew karekî rêk û pêk rexînîn, pêwîste gor yên din du qat zedetirîn berxwebidin û karbikin. Sêwitî tenya bo kesan nine, komên ku bê dewletin ew jî sêwîne û psîkolojîya sêwîyan dimêşin, di buyêrên dawîyêda sîyasetmedarên Kurd li Bakur, Mam Celal bi hevpeyvîna xwe ya dawîyê li Başurî Kurdistan nava psîkolojîya sêwîyanda xwe dan xendiqandin. Berxwedana wan da serbilindîyek tune. Bi mizdanek piçuk, pesandinek nîv dilî, çend şorên “şîrîn” û pîçek di bin çengan da girtin û rakirin, sîyasetmedarên me, serxoş dike, wan dike nava xewn û xeyalên nerast. Kurdî da tete gotin berdê (kevirê) giran her tim cîhyê xwe dimîne. Ber ku ye mê bi psîkolojîya sewîtîyê reva dimeşin, gor xurtbuna bayê berê xwe digorin, nizanin ku her bayek berê wan nade bihiştê. Li vir dixwezim qiseyek dîrokî ya psîkolojîya sewîtîyê bînim serê zman, Qiseya Mehmet Sağdıç, ew ji xelkê Dîyarbekirê bu ango ji Ahmedê bu, di nava refên partîya ANAP ê weku parlemend bona Parlamentoya Tirkîyayê hatibu hilbijartin, derheqa zmanê Kurdî da wî ra hevpeyvînek hatibu kirin, wî wusa digot: “Di qurna 20 da li ser tiştin wusa mineqeşekirin jî eyîbek mezine. Me weku ANAP xwe pêşxisit û pêşavitinek mezin anî. Pewîste dema Kurdî tete axaftin, weşana mizîqê bi Kurdî tete kirin tu problem tunebî. Dema vî tiştî rakişînin ser bingehyek îdolojîk û Tirkîyayê bînin merhela parçekirinê, ezê dijî derkevim. Demek wusa da Kurdî zmanê dayîka min jî be, zmanê kalik û pîrîka min jî be, heta zmanê heft sîlsila min jî be, ezê li ber axaftina vî zmanî derkevim”. (1)Berêz Mehmet Sağdıç wusa digot. Berku dagirkeran dabun bin çengên wî. Ne tenê ew hevala, gelek Kurdên me bin çend qezîyên dagirkeran yên “can” xwe taf sistdikin û rê derdikevin.

Rewşa hinek sîyasetmedarên “me” ku xwe li ber dagirkeran sistdikin çîroka jêrin tîne bîra min:

Exmedê Pasrutî xwedî mal û zafûzeç bu, du kurên (lawên) wî û keçik (qîzikek) wî hebun. Ya piçuk keç bu.Wî jina xwe gelek hezdikir. Dema keça wî Sosin hate du salî, jina wî Xeycan nexaşket, nexaşîyê ew roj bi roj heland, dema diqwixîya ji devê wê xwîn diçu, ji vêra tu dermanekî pere nedikir, dema pizijkek hat û ew kontrol kir, xebera rojên wê yên hemcirî da. Exmed gelek xemgînî bu, derheqa ve xeberê da zarokên xwe ra tiştek negot. Çawa pizijkî got demek kwirt da Xeycan çu nava dîlovanîya Xwedê. Zarokên wê sewî man. Karê Exmed giran bu, car cara dema ew tenya dima digîrîya, zaroka bîrya dayîka xwe dikirin rojên wan nava xemgînîyê da derbaz dibun. Sal û nîv derbaz bu, teqeta Exmed nema, derva kar hundirda kar. Kar him derva him jî hundirda ketî ser milên wî, cîranan û xismên wî rewşa wî didîtin û ber wan diketin, wan zewacek nû wîra pêşnîyar dikirin, bi zexta wan û ji bê çarebune Exmed carek din zewicî. Berî zewaca xwe wî soz girt, berku zarokên wî nekevin nava tengasîyek nû. Nava jîna wî ya nû Eyşan bu, Eyşan zarokên Exmedra bu zirdayîk (damarî). Xwîna Eyşanê li ser zarokên Exmed tu nekelîya, mindalan jî qe tu wê heznekirin, car cara sosinê pêşa wê digirt û du diçu, mixabin xwîna Eyşanê li ser Sosinê jî qet nedikelîya, zirdayîk(2) rastî jî sedarsed zirdayîk bu. Salekê li paş mêrkirina xwe Eyşan du halî ket, kwirekî wê bu, dema kwirê wê bu, qimeta zarokên Exmed çend niqirên din ketin jêrê.

Havîn bu, wexta bêdera bu, kwirê Eyşanê di bin sîhya darê li ser xalîçeyekê hatibu dirêjkiri, kwirî hîna teze pejîk diavitin. Wî despêkî gîrî kir, ji dil digîrîya, dayîka wî çu û ew kontrol kir, binê wî vekir, kwirî xweda rîhtîbu, çan laser(lehî) biçe. Destê Eyşanê keti nav û pîs bu, bona pakirina destê xwe, Eyşan li derdora xwe paçekî, pîçek av gerîya, wê bona pakirina destê xwe tu tiştek nedît, Sosina şîrîn ya por dirêj nezîk we hatibu, Sosinê mezeyî birayê xwe dikir, Eyşanê destê xwe yê guyî dirêjî serê Sosinê kir û serê Sosinê mizda, bi vî avayî destê xwe di porê Sosinê da pakir, Sosin hoyjî (agadarî )xwe nebu, wê wer zanîya damarîya wê serê wê mizdide û ji wê hezdike, çavên Sosinê biriqîn, serê wê gîhişt ezmana, ew keti nava kefxweşîyek mezin....

Tetê gotin ku; Eyşanê bi vê kirina xwe ya qîrêj berê xwe daye bihiştê û wê cîhyê xwe di bihiştêda garantî kirîyê, ber ku wê bê zanîn dilê sewîyekê xweşkirîyê û serê sewîyê bi kefxweşîyê rayî ezmana kirîye.

Rast derew ew çîroka bêşeke ji jîyana Kurda. Dema dewleta gelekî nebî ew wekû kom bi hevra dibin sêwî, li ser bingehya navnetevî qimeta wan tune, zagonên navnetewî ji bona wan pere nakin, dewletên dagirker hezar tiştên qîrêj dikin, kesek di pêsîra wan da nagirî, navê qîrêjî û terora wan ya sîstematîk “paraztina dewleteye”. Maf û Zagonên navnetewî bona dewletanin, ne bona gelên jêrdest yên bê dewlet. Kurd bê dewlet sêwîne, psîkolojîya wan weku psîkolojîya Sosineye. Destê dagirkeran hezar car yê Eyşanê qîrejtire, mizdana wan bona genîkirina mejuyê meyê, qiseyê wan yên “şîrîn” ji mera jahrin. Behsa bratîya wan xapînoke. Dagirkrên baş qe tu car dîrokê da nebune. Dema ew ji Kurdistan derketin û rakişîyan cîhê xwe dikarin ji mera “başbin”. Ji ber vê dibêjim ji psîkolojîya sêwîtîye derkevin û Kurdistanê serbixwe bikin, bîrmekin heqê dewletbune heqekî pirîmîtîve, ew heq, heqê hemu gelayê. Dema komên din jî vî heqî durketin em jî dikarin jî vî heqî durkevin, dema komên din vî hêqî va zeliqîn, em mecburin serbixwe, azad û xwedî dewlet bin. Dî vî katî da pewîste em hemu bi hevra dagirkeranra bêjin; em ne komar û demokrasîya we, ne şerîyata we û nejî laîkbuna we dixwezin, wan bigirin û bidewisînin xwe, hun ji xwera em ji xwera, ji me durkevin, bihişta wejî, ji mera doje........

Bîşar Norşîn

08.11.2010

  1. Bi Zmanê Tirkî, Amadekar Mehmet Bayrak, Mûzîk Dans û Şarqîyên Kurdî, Pirtuk 1, Rupel 46, Sal 2002, Ankara

  1. Ew ne vê maneyekû hemû zirdayîk (damarî) xirabin, gelek damarîyên serbilind hene, ew zarokperwerin û dilê wan da tu xirabîyek tune, li vir naxwezim dilê kesekî biêşînim, gelek zarok alîyê damarîyan da bi serketî û nava bextîyarîyêda hatine mezinkirin, ez ber wan her tim ditewim, bila ew biborin.....

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.