بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

DAGİRKER Û NOKERÊN WAN BÊ ARİN

Karanîna agir, patin û kehlandin, bi ava germ xwe şuştin, bi agir xwe paraztin, bi agir xeber dan, ronahîkirina şevên tarî dura jî helandina metalan di peşveçuna mîrovetîyêda rolekî mezin lîstîye. Bi agir bun ango bi ar bun yekhemcar li dinyayê Kurdistanê buye. Gor zanîna min xencî Kurdî qet tu zmanekîda bi ar bun anjî bê ar bun tune. Yenku agir paraztine û lê xwedî derketine bune Aryan Berku zmanzanêki li ser vê bêjeyê xebitîne ji bin sîya Şaxên Îranê û serdestên Ewropayîya derneketinê û bi zanîn an bê zanîn li ser Zmanê Kurdî nesekînîne, nikarîyanê bi şîwekî rastî vê bêjeyê analîz bikin. Ew çend sed salin dîrokvan û zmanzanê Ewropayî û Rojhilata Navarast gor xwe arguman li ser aryanan (ar/yan/an) nîvîsandine. Gor wan Aryan tê maneya “xas” anjî “rezî”. Gor nijadpereztên Alamanya dihat manaya nijadekî xanzade, serdest û bijartî. Gor serdestên Îranê dibu navên welatê Farisa. Gor Hinduya dibu kastekî serdest (gwîn wekirî, çav şîn, kej). Gor Efganîya dibu navê navçeyekê, piranîya we navçeyê îro di nava Efganîstanê da dimîne.

Hezaran sal berîpêş gelên dinyayê du bêş bun. Yenku agir didan şuxulandin û yen ku hîna dest bi karanîna agir nekiribun. Karanîna agir rehetîyek mezin dikir nava jîyana mîrova, patina xwerinê û bi ava kehl xwe şuştin di jîyana mîrovada destxistinek mezin bu. Yen ku xwerinê xwe nedipatin û bi ava kehl xwe nedişuştin di nava hovitî û nezanîyêda jîyana xwe didomandin. Ji bona mîrovên bi ar, li gel ax, av û hewayê, agir dayînek mezin ya Xweda bu. Agir ji nura Xweda bu û pewîstbu batana paraztin. Nepaçana agir û pakhiştina wî dibu barek li ser pişta komên pêşkevtî. Komen ku agir diparaztin, bi ar bun û wanra aryan, ango agirparêz, koma bi ar dihat gotin. Îro li derdora Dersimê navê eşîrek Kirmanc hîna aryan e. Di nava pavejoyda agir bu nişeta jîyanê, cîhyeku jê dû bilind dibu warbuna mîrovan dida dîyarkirin. Bona nexavdanbunê (nepaçanbunê) agir di nava xalavêda dihat veşarrtin, dura agirparêzan zîyaretgahên mezinda şev û roj agir dan dadan, wan agir qe tu car netemirandin. Ew bu nişêta zerdeştîyê. Dema xalîfeyên misliman erişên mezin hatin ser Kurdistan û Welatê Parsa, hinek ji wan revîn çun Hindistanê. Dema ew revîn agirê xwe nebirin paça, ew xwera birin û Hindistanê dane geşkirin. Di vê katêda nifira mezin ew bu ku; kesekî kesekî din ra bigota: “Xweda agirê te bibe paça”. Dura ew nifir gorî bu: “Xwedê ji mala te dû raneke, Xwedê rojinga te bitemirîne, ji rojinga te dû ranebe, dema zmanê Tirkîra va hate danskirin ew nifir bu: “Xwedê ocaxê te korke”.

Xwedî arbun, xwedî çand, dîn, zman û kulturekî peşkevtî bun bu. Yê bê ar bê çand û bê dîn dihatin hesibandin, kultur û zmanê wan neserketî dihat dîtin. Dema yek bê kultur û bê eqlaq dihate dîtin, vêra; bê are dihat gotin. Bi ar bun şerefek mezin jî bu, yen ku bê ar bun, bê şeref dihatin dîtin, ew logîk hezaran sal şunda bi vî şiklî keti nava zmanê Tirkî jî: arsız.

Di dîrokêda agir paraztin bu bela serê gelê aryan jî. Dema îslamîyet belavbu û bi zora şur ji nîvgrava Ereba derket û berê xwe da Kurdistan û Welatê Parsa, neheqîyên mezin hatin kirin, komkujî û tartalan xwestin îslamîyetê serxînin. Bi nerastîyek mezin dihat gotin ku bîr û bawerîya gelên aryan bi Xweda ra tune ew bîr û bawêrîya xwe bi agir tînîn. Balam va derewik gelek mezin bu Daryus ê Mezin di sala 520 bbÎ, li nezîkî bajarê Kirmancşaxê bi sê zmana (Kurdîya Kewnd, Elamî û Babîlî) bi nîvîsa mixî di nava dîroka xwe da bîr û bawerîya xwe bi Xweda ra anîbu serê zman. Ew nivîsa ku li ser şaxê (çîyayê) bêstune hatibu neqişandin heta îro jî mayê û naha alîye UNESCO va ketîye nava lîsteya merasa kultura dinyayê. Wan agir weku şerefa xwe diparaztin berkû bo wan danînek mezin ya Xweda bu. Xweda li gel av, ax û hewayê ajirjî bona peşveçuna mîrovetîyê amade kiribu û gelê Kurd ji dîroka xweda ew rasteyetî dîtîbu û vê dayînê xwedî derketîbu. Pewîstbu agir neçuya paça, pewîstbu agir pak bima û tiştên jehrî tu car nehatana şewitandin. Ew daxwezî îro jî aktuelle û li ber gelên dinyayê weku vezîfe disekine. Berku li ser dinya me hebun û berdewama jîyana mîrovetîyê vê komponentera jî kîp grêdayîyê.

Dema min rojnamên Tirkada gotinên sîyasetmedarên BDP xwend ez ketim şokekê û mitûmat mam. “Bê ar bun” hate bîramin. Wan digot: eger Dewleta Tirkîya gavekî ji bona çaresekirina problema Kurda(1) bavejî em amadene ku; kuştina 17 000 Kurdên ku alîyên hêzên tarî va (Dewleta Tirk bi xwe ye) hatinê kuştin bîrbikin. Ew amadene ku li ser kuştina 17000 mîrovên me sakê li serxînin. Ew amadene ku li ser vîrankirin û valakirina 5000 gundên me sakê li serxînin.

Min bona tolhildan û qisasê nînim, ez wusa bawerdikim ku; heyfgirtina mezin bi Kurdistanek Serbixwe bibe. Yahudîya li paş şerê dinyayê yê duemîn, dewleta xwe Îsraîle damezrandin, karê wan yê yekhem girtin, aînîn û mahkemekirina kesên ku di komkujîya Yahudîyada aktîf cîhgirtîbun bu. Kadroyên Nazî ku jêrzemîni dijîyan û seransaerî dinyayê belavbubun û navê xwe gorîbun, yek bi yek hatin dozîtin û girtin. Ji wan kem kes li ber lepên Dewleta Îsraîl neketin. Weku mînak: Celal Bayar, İhsan Sabri Çağlayangil İsmet İnnönü û Sabiha Gökşên li ber pençên Kurda biketana û batana mahkemekirin, dagirkerên îronî ewqas asan nidikarîyan hespên xwe li Kurdistan bidin bezdan, îrojî pewîste Kenan Evren, Süleyman Demirel, Tanu Çiler û hemû valîyên dagirkerîye ku Kurdistanê karkirine bene girtin û mahkemekirin. Kesekî pêsîra Mîloşevîç û Pînoşet berneda. Pesîra yên ku Ferît Uzun û hezaran şoreşgerên Kurd bêbextî kuştin çan bê berdan? Di zmanê me da Heq û Xweda yekin. Bê Heqî ezmanan reş dike. Pewiste yên ku me neheqî kirina nayên bîrkirin, pesîra wan da bete girtin û ew bên mahkemekirin. Bi vî şiklî em dikarin li ber derketina zordar û çavsorên nû derkevin. Diwaroj destê we daye. Bi jîyanek bi ar an jîyanek bê ar! Biryara xwe bidin.......

(1)Dagirker û dêngên wan her tim qala “Problema Kurda û Pirsa Kurda” dikin Esas problem dagirker bi xwene, esasî problem û pirsa wan heyê. Dema ewê Kurdistanê derkevin, ew Problem û pirsa wan nemîne.

Bîşar Norşîn
18.10.2010

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.