بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Bêdengî û kuştina Ferît Uzun 3

Çîne dijî Emrîka û Sovyetê xwest bibe pola sisîya. Dest avit Afrikayê û tevgera çep ya dinyayê, yen ku vî katî da ji Emrîka û Sovyetê razînebun xwest bikşîne cem xwe, pelek nû ya sîyasî hilhat, ew pel gîhişt Kurdistan ji
Li Kurdistan Bakur, tevgera KAWA, li Rojhilat Komala Zexmetkêşan, li Başur Komala Rencderan derketin holê, serîda ew sê Tevger alîyê îdeolojîyê va gelek nezîkî hevbun, daxawa sêrî da mabeynî wanda qet tu peywendîyek tunebu, hevalên ku berî kadirên me wanra elqat girtîbun, em wanra weku Çapxanê hun bêjin Weşanxanê dabun nîşan. Komala Zexmetkêşan destpêka şorişa Îranê da rolekî mezin lîhist, Komala Rencdaran bi damezrandina Yektî Niştîmanî Kurdistan bu motora vê yekitîyê. KAWA weku tevger serîda zu organîze bu, dikarîya wê quwetê ne partîyekê çend partîyan îlan bike, mixabin bi îdelojîya xwe nikarîya ji bin sîhya çep Tirk derkeve, “ di nava tekoşînek tîn da partî avakirin” bibu bela serê wan jî, îdeolojîyên vaha daf bun, bi alîyên hêzên tarî tevgera çep va hatibu zeliqandin. Xalên ku alîgarên KAWA bi hevra digirt, 1-Kurdistanekî Serbixwe bu, 2-Yekitîya Kurdistan bu, 3-Sosyalîzm bu, 4-Dijî dagirkeran rexistna berxwedanek çekadrî bu, 5-Komek pirdengî û pirrengî bu, 6-Înternasyonalîzm bu. Serdar û Dijdarên Tevgera KAWA dikarîyan li ser bingehya Serbixweyetîyê yektîyek pola pêşxînin. Mixabin kar wusa rêneket. Analîz û hevderxistina “împeryalîzm û sosyalîmperyalîzme” hîna kuta nebibu, nonerê Hêzên Tarî Doğu Perinçek “Teorîya Sê Dinê” li ber tevgera çep ya Anatolîyayê, Kurdistana Bakur û Trakyayê danî. Perê sîyasî ku li dijî îdeolojîya Yekitîya Sovyetê derdiket û YS weku sosyalîmperyalîst didît keti tevlihevek nu, du perên sîyasî yên “nu” xwe derxistin holê; yenku lî paş Marks, Engels, Lenîn û Stalîn, Mao jî weku hostayê îdeolojîya Marksîzm-Lenînîzme didîtin û yên ku dijî Mao derdiketin û berê xwe didan Enverê Alban û Peytexta Albanya û Tîran weku navenda nû ya Marksîzm-Lenînîzmê didîtin. Çan tê bîramin Mao qala sê dinyan dikir:

1-Dinya Yekhem, di nava vê dinyayada Yekitîya Sovyetê û Yekitîya Dewletên Emerîkayê hebun, ew her du jî du quwetên mezin yên împeryalîst bun.

2-Dinya Duem: di nava vê dinyada dewletên Ewropa yên mezin hebun, vana jî di reya kapîtalîzmê da gîhiştibun merhalekî taybet, împeryalîst bun, feqet gor YS û YDE bê garijbun. Di tengasîyêda bo quwetên şorişger weku Çînê ra dikarîyan bibin hevkar û mutefîk.

3-Dinya Sêem: di nava vê dinyayêda li gel Çinê welatên ku di bin dagirkerîyê dinalîyan û an jî dewletên welatên nîvdagirker hebun. Vana dikarîyan ji Çînera bona polek nû ya sisîya bibin hevkar û mutefîk.

Stratejîya Çînê li ser dinyayê afirandina pola sîyasî a sisîya bu. Ew kar bi navê şoreşgerîyê dihat kirin.

Mao Zedong “welatên”weku Tirkîyayê û Îranê nîvdagirker didît. Gor vê teorîyê dewletên weku Îran û Tirkîyayê nava quwetên şorişger yên dinyayê dihatin hesibandin. Li ser vê meselê nava Tevgera KAWA da jî mineqaşayên mezin dihatin kirin. KAWA weku Tevger hîna nu rêvakitibu û organîze bibu, li paş van pevçunan du peran xwe dida dîyarkirin, yen ku “Teorîya Sê Dinê” ya Mao Zedong diparaztin û yên ku dijî vê teorîyê derdiketin û berê xwe yê sîyasî didan Albanyayê. Pevçun her roj mezin dibu, hevalên weku Ferît Uzun ku nava perê paraztina “Teorîya Sê Dinê” cîhyê xwe girtîbun, digotin: “em mecbur ninin dewletên weku Tirkîya û Îranê” weku du quwetên şorişger bibînin, xusîsîyeta welatê me heye. Hevalên ku dijî “Teorîya Sê Dinê” derdiketin û Mao ji rêderketî didîtin gelek tund diçun ser hevalên weku Ferît, wan ra dihat gotin ku; hun bi vî aqlî vê îdeolojîyê rojekî roja tekoşîne dijî dagirkerên Tirk bidin rawestandin û bibin hevkarên Doğu Perinçek. Serdarên Tevgera KAWA, bê tecrube bun, her alîva,di nav romantîzma tevgera çepda dixendiqiyan. Tiştên ku wan li ser pevdiçîya tu bostek şorişa Kurdistanê pêşva nedibir. Min çawa jor goti bu: lingên kesekî ji kesekî dinra nedibun ling, pîl û bask yê tebun, kesekî pîl û baskên xwe nedidan te. Ji mera Çîn û Albanyayê da qet tu xerek tunebu, gor wan refgirtin, senger kolan û pevçun bê aqiltîyek mezin bu, wan bona mislehetên dewleta xwe sîyasetek qîrej dimêşandin, weku her teyrekî bi perên xwe difirîyan, le hember wan pewîst bu em jî bi perên xwe bifirin, bi pîl û baskên xwe bişuxulin (şolbikin) û bi lingên xwe rêva biçin.

Li paş vê pevçuna bê manê ji Tevgera KAWA du per derketin. Perekî xwe ra got “Dengê KAWA” perê din jî xwe ra got “KAWA”. Perê “KAWA di nava xelkê û bi devê dagirkeran weku “KAWA Red” dihat nasîn, berkû wan “Teorîya Sê Dinê” a Mao Zedong redkirîbun. Li paş vê parçebune bona KAWA du serdarî derketin hole. Serdarîyek bona “Dengê KAWA”, serdarîyêk bona KAWA. Dagirker serketîbun û direqisîyan di vê merhalêda, grubek alternatîv bona herdu perên KAWA dihat organîzekirin, di wî warî da xencî KAWA mixabin grubên siyasî yên Kurdistana Bakur, ji serhildanek çekdarî durbun, ekserîyetî wan pey mafên çandî û serbest şuxulandina zmanê Kurdî bun. Di nav sînorên Tirkîyayê da dixwestin Kurd pîçek bibin xwedî maf. Ji ber vê dagirkeran bona diwaroja xwe, sîyasetek nû serxistin. Grubek çekdarî bona Kurda, di bin kontrola Fermanderîya Giştî a Leşkerê Tirkîya rêxistin. Grup keti nava grubek şoreşgerên Kurdistana Bakur û xwe di nava wanda hostatî veşart Dema Partîya Karkerên Kurdistan hate damezrandin ew grub bi hez amadebu. Di vê rojê da, 27'ê sermaweza 1978, du grup di navahevda rêketin. Di resmîyetê da bi statuyekî şoreşger Partîya Karkerên Kurdistan hatibu damezrandin û vê partîyê gor perê sîyasî yê bê layan xwe derdixist holê Wan Yekitîya Sovyêtê ra nedigotin împeryalîst û dijî siîyaseta dewletên weku Çînê ji dernediketin, rexne dikirin feqet heta qatekî îxtîrama “sosyalîzma” wan jî digirtin. PKK partîyekî şoreşger bu, yekitî û serbixweyetîya Kurdistan dixwest, dijî dagirkerîye bon berxwedanek çekdarî bu, gor xwe mafên mîrovayetîyê diparazt, parêzkarê înternasyonalîzme bu, şerê Vîetname bona rizgarî û serbixweyetîyê bona wan mînakik mezin bu, ji ber vê dikarîya demek kwirtd da gelek hêz rêkeve. Mixabin li vir paradoksek hebu, di nava vê Partîyê da dewleta Tirk di serîda şanoyek (şanik) danî, vê şanoya di nava PKK da weku partîyekî duemîn karkir, vê grubê navekî din li xwe dananî, hemu qîrejîyên xwe nava PKK kir. Berku wan heta îro navekî aşîkar li xwe danenand û ruyêxwe jî di resmîyetê da pasnekirin û roj bi roj PKK û gelê me weku qwilêrekê xwerin, min salan pêşta navek li wan danî bu: Partîya Kemalîstên Kurdistanê-PKK, rêvebirê vê şanoyê Fişok bu. Fişok û hevalên wî bi alîyên dagirkerên Tirk hatin organîzekirin. Ew bi serê Partîya Karkerên Kurdistan û taybetî jî serê gelê me ra bun bela. Ferît Uzun gor vê planê hate kuştin. Bi gav û gav Fişok Kurdara kirin rexber û bona rizgarîya Kurdistan ew weku navnîşana yekemîn hate nîşandan. Ew lîhstik îroji bi hostatî her alîva berdewame.

Dumayîk heye

Bîşar Norşîn
08.12.2010

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.