بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

BÊ ŞİK DAXWEZÎYA KURDİSTANEK SERBİXWE

Çend rojan berîpêş li Stembolê di cîvînekê da Xwedanê Wêşanên Perî yê, Ahmet Önal gotiye: çend gotinen min hene wan jî bînivîsînin, ez Kurdistanek serbixwe dixwezim, li vir gelek mîrov runiştine ew jî vê daxwezîyê dixwezin, gotinên min çawa diwem wusa bînîvîsinin, bê xelefî binîvîsînnin, daxwezîya Kurdistana serbixwe binivîsînin…..” Devê tê xweş, emrê te dirêj Ahmet, te rind û bê tirs gotîyê, te daxwezîya mîlyonên Kurdên Kurd anîye serê zman. Ez ne tene Kurdistanek serbixwe dixwezim, ez dixwezim Kurdistan yêk û serbixwe be.

Di salên dawîda, taybetî ji ji mehên dawîda xelkê Kurdistan alîyê BDP û nonerên Fişok bi “xweserîtîya demokratîk” tete xwepandin. Li gel Tirkîya bi “xweserîtîyek demokratîk”. Bi gwiranra parvakirina beratekêye. Dibêjin problema me gel hebuna Deleta Tirkîya, li gel sînorên Tirkîya, li gel ala Tirkîya û Parlemena Tirkîya tune, em di serîda îxtrama wan dikin û navê Kurdan xeber didin. Ez dibêjim hun herin ser xerê rîya we vekirî be, ala Tirkîya û sînorên Tirkîya şabin, ew jî kemê bi hevalên xwe yê Tirk ra govendekê bigirin, bla dawîya govendê Stembolê be, serî jî bigehîje Enqarê dema we panîyên xwe erdê xistin, dîwarên “Anitkabîrê” bilerzin, bla rap û rapa lingên we bête Kurdistan, em jî betên ma ew çi denge?! Feqet li vir daxwezîyek min heye hevmekevin û hevmexwin, carek din mebin bela sere me, li gel braderên xwe nava bextîyarîyê da bijin. Bi navê Kurdan bêlin Kurd xeberdin, Kurdên Kurd xeberdin…

Min divet Kurdistan serbixwe be û yêk be. Ême li gel Dewleta Tirkîya, sînorên wê, ala wê û parlemena wê, her tim problema hebu, me tu car hebuna wan li ser axa xwe qebul nekirin, ew nav meda sincekin, pewîste betin derxistin û avitin. Demokrasî li gel demokratan dijî, li gel wan dibî, ma kî katî dîrokê da mîrovperwer diji demokrasîyê bun? Kî li dijî xweserîyek demokratîk bu?. Xweserîyek demokratîk, li ser axa ma dikare bibe. Serhat, Koçgîrî, Dersim û Botan dikarin xweserî û demokratîk bin, ew dikarin xwedî parlemen û zagon bin, ew dikarin xwedî danîşgahyên serbixwe bin. Xweserîtîyek demokratîk di nava gelê Kurdistan da dibe, ne li gel dagirkeran. Mavetme Gandî û tekoşîna gelên Hindistan, Pakîstan û Bangaldeşê bînin bîra xwe, ma serketina wan dijî dagirkerîya Îngilîzîstanê ji tenê hêzbuna wan bu, an jî xwirtîya Gandîyê mezin bu? Li vir nehovbuna gelên Îngilîzîstanê jî rolekî mezin nelîhist? Bê nehovbuna wan , çi dihat sere gelên Hindistana kewnd?

Ka bêjin, destê xwe sere singê xwedin û bêjin, li seranserî Anatolîya û Trakyayê, di nod salan vîrda çend kes derketinê dijî dagirkerîya Dewleta xwe sekînînê. Çend tene Îsmaîl Beşîkçî hene û hebune? Ma gelê Anatolîa û Trakyayê demokrasîê va zeliqîn û me nehişt? Ka ku der dinyayî bi zorê qencî buye, kî dikarê bîvila kê pake? Îro alîkîva Fîşok û nonerên wî alîyê din va “braderên me yên Îslam” dîsa dixwezin me daf bikin, dixwezin di bin maskeye xweserîtî û Îslamîyetê da me daf bikin. Di serîda pewîste bête gotin, Kurdên Kurd, dikarin li ser her tiştî mineqeşe bikin, feqet li ser sê tişta mineqaşê nabe, bazara wan tiştan nabe, li ser rasteyetî û nerastyetîya wan tiştan xeberdan nabe, ew tişt, ew nirx, ew zagon çine?

1-Hebuna Xweda, 2-Serbixweyetîya Kurdistan, 3-Yekitîya Kurdistan. Di nava Kurdan û gel Kurdan mineqaşa van sê tiştan nikare bibe, yên ku bazar van tiştan dikin, ne ji mene, ew diliqê me da, dixwezin me ji rê derxînin sucdar û gwinekar bikin. Kî li gel wan diçe dikeve nava hezazek mezin û berê xwe dide dojê. Bla ew ji “xweserîtîya xwe ya demokratîk” û oldarîya xwe ji me dur bisekinin.

Min divet ala Kurdistan, serbixweyetîya Kurdistan û yekitîya Kurdistan, bi vî şiklî cîranên me jî hebuna demokrasîyê bibînin û berê xwe bidin mîrovetîyê, ew bona wan jî alîkarîyek mezin be……..

Bîşar Norşîn
20.11.2011

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.